- Hefteya çûyîn, me li ser keleha Sêvikê nivîsîbû û di wê nivîsê de gotibû, nîşaneyên qesreke karwanan li jêr heye.
Hefteya çûyîn, me li ser keleha Sêvikê nivîsîbû û di wê nivîsê de gotibû, nîşaneyên qesreke karwanan li jêr heye.
Ne tenê ew, li başûrrojavayê gundê Sêvikê bingehê komplekseke qesrê, ya gelek mezin heye. Di nava gel de ji bo vir biwêja “Xirbeyên Qonaxê” tê bikaranîn. Her wiha gelek çîrokên balkêş li ser wê qonaxê û hawîrdora wê tên gotin. Ev çovîga zuxrê Tahîrê ku Çala Sêvikê jî tê, hem bi xwezaya xwe û hem jî bi paşmayîyên xwe ve cihgehekî gelek dîrokî, erdnîgariyeke gelek taybet e. Lema ta di dema Xaldî / Urartuyan de ev rastiya vê xwezayê bi avahiyên taybet hatiye neqişandin û paşmayiyên wê hetanê îro hatine. Ev jî hêjayê vegotin û danasînê ye. Bêguman bi hêviyên lêkolînên berfireh
Ev kavil û xirbeyên wê kompleksa dîrokî, li cihekî xwedan dîmenê bi aliyê xwezayê xemilandî ked û hewesa cihê bi bextewariya xwezayê jiyanê, bi planeke xwerû li ser wê bilindahiya ji hawîrdor ve tê xuyan, hatiye avakirin.
Bingehê wê bi pirranî zinarîn e. Kevirên di xanî û dîwarên wê kompleksê de hatine bikaranîn jî nîvenîv naşibin kevirên wê herêmê, xuya ye, ji cihekî din anîne. Bes, bi taybetî û dilzîziyeke estetîkî hatine teraştin, ev jî giringiya vî cihgehî hê baştir destnîşan dike. Dibe rayedar yan jî mîrên heremê ev der wek havîngeh jî bi kar anîbin.
Ev cihgehê xwerû, bi qasê 500 metre li başûrrojavayê gundê Sêvikê ye, li ser bilindahiyeke ji deryayê li dora 2050 metreyî bilindtir avakirine. Dirêjahiya wê li ser bakûr – başûr e û bi qasî 240 metreyî ye, berahiya wê jî bi qasî berahiyeke 110 metreyî û li ser berê rojhilat û rojava ye. Bes kevirên vê kompleksê li hawîrdora wê wisa belav bûne, mirov wer zen dike ku ev ya bi erdhejekê, yan jî bi armanc hatiye belav kirin. Di nava vê kompleksê de hîmên gelek avahiyên bi mezinahiyên cuda hene. Lê gencînegeran ev dever jî wisa tevlihev kirine, bê hilçandin û lêkolîneke arkeolojîk a bingehîn, zehmet e mirov rastiya wê derxîne holê. Çemoka Kefrî di rojavayê vê kompleksê re derbas dibe. Dibe ku di navbera vê çemok û kompleksê de tuneleke veşartî jî hebe. Bakurê wê û beşeke rojhilatê wê ji bo niştecihbûnê gelek destdayî ye, lê nîşaneyên xirbeyan jî hene. Bes başûrê wê kompleksê gelek tîk bilind dibe. Parçeyên, ferfûr, cêr, kûz, hîz û ferayên li vir hatine dîtin, Serdema Tûnc û destpêka Serdema Hesin destnîşan dikin. Bes xuya ye, hetanî 1200´î piştê mîladê jî, ev der bi aliyê serkariyên cuda ve hatiye bikaranîn, lewre hin alavên helenîstîk jî li vir hatine dîtin. Kurt û kurmancî, ji bo zelalkirina di dîrokê de bi aliyê kîjan serkariyan ve ev kompleks hatiye bikaranînê, pêdivî bi lêkolîneke arkolojîk a berfireh heye.
Di nava baxirê de ya ku bi qasê sedmetre li başûrê vê kompleksa qesr yan jî qonaxê ye, şikefteke gelek mezin a dîrokî heye. Bilindahiya cihê şikeftê ya ji deryayê li dora 1970 metreyî ye. Ji ber şopên teraştinê yên di ban û dîwarên şikeftê de baş tê zanîn ku ev şikeft ne şikefteke xwezayî ye, bi destan hatiya kolan û teraştin. Dema mirov ji çemê Kefrê bi qasê 50 metreyî hildikişe ber baxir, hê nû derê şikeftê dibîne. Çep û rastê devê şikeftê xuya ye ku dû re hatine şikandin û yan kolandin ji wê, derê şikeftê teşeyê xwe yê destpêkê wendakiriye. Ev jî dişibe şikeftên gundên Avakevir û deverên din. Teraştina di baxir de jî vê şibandinê erê dike. Gundiyan dem bi dem pezê xwe jî kirine vê şikeftê. Mirov bi 6 derenceyên ku nîvenîv şikandî ve hildikişe û dikeve hundirê şikeftê.
Di dîwar û ber dîwaran de bi giştî heşt çalên ku xuya ye, tê de çira hatine vêxistin, dibîne. Li gel wê li ber devê şikeftê, di kevir de cihên wisa hene, wekî ku çingal di kevir de hatine kolan û dibe ku bi wan ve werîs hatibin girêdan. Şikeft di cihekî wisa veşartî de ye, hetanî mirov neçe ber devê wê, wê nabîne. Dibe di dema şeran de wek parastgeheke xwerû jî hatibe bikaranîn.
Ev şikeft cihê qesirxaneyê, xirbeyên li bin keleha Sêvikê / Xiznê, cih bi cih xuyakirina nekropolan, destnîşan dikin ku di dema Xaldî / Urartuyan de ev der ji bo parastin û baca rê li herêmê cihekî herî girîng bûye û baş hatiye parastin. Bêgûman bê lêkolînên arkeolojîk, ev giringiya vê deverê wê baş neyê têgihîştin. Tişta baş ew e ku ev cihgehana di bin parastinê de ne, bi hêviya lêkolînên bingehîn, hetanê cihekî dîrokî û keleheke din bimînin di nava xêr û xweşiyê de.