- Ev keleh li ser Girê Kelê yê di navbera rêya Dutax - Qereyaziyê û Gundê Kalî de ye.
Ev keleh li ser Girê Kelê yê di navbera rêya Dutax - Qereyaziyê û Gundê Kalî de ye. Di çavkaniyên sala 1928´an de navê gund wek "Kalî" nivîsandiye, dû re di resmiyetê de dikin "Kalekulu" lê ji ber ku ji peyva "Kalî" bêhna Kurdî tê, her çendî cihekî rast û çîmen e jî, wê jî diguherînin û dikin "Dönertaş." Navê vî gundî li ba etîmologê Tirk Seven Nişanyan jî weke "Gale" derbas dibe. Berê li vir Ermenî jî jiyane, wan ev nav bi kar aniye. Di hin xaniyan de yên ku ji dema Ermeniyan ve mane, hin kevirên sûrên kelehê di diwaran de hatine bikaranîn. Ev awa deverên dîrokî ruxandin û di xaniyan de bikaranîn li pirraniya gundên ku berê cigehê Ermeniyan bûn de hene.
Gundê Kalî bi qasê 18 kîlometre li başûrrojavayê bajarê Dutaxê ye û li ser rêya Qereyaziyê ye.
Kîjan karmendê dewleta dagirker navê vê kelaha ku ji serdema Xaldî /Urartuyan ve maye kiriye "Kan Kalesî", yan jî çima kirine "Kan Kalesî" nayê Zanîn. Lê ji ber ku bişaftina li herêmê gelek bi ser ketiye. Ev nav bi hin çîrokên Îslamî yên bi mejiyê Tirk ve hatiye girêdan, li deverê rûniştiye. Mînak çîrokeke Hz. Elî ya bi navê "Kelehe Xwînê" bi dîtina wan li vir pêk hatiye. Lê tê zanîn ku lingê Elî ti carî li vê axê neketiye. Dîsa hinan jî bi hin qaşo qehremanên Tirkan ve girêdane. Ti têkiliya wê mijarê jî bi vê kelehê re tine. Keleh herî kêm hezar sal berê vê serdema me hatiye ruxandin. Lê dawî lihevanîn û derewên serkariyên dewleta dagirker nayê. Her tiştî bi fend û fûtan dikin xizmeta xwe. Hem jî li nava çavên mirovan dinêrin û vê dikin.
Navê kelehê di belgeyên Osmaniyan de bi awayê "Kele-î Hum" e. Keleh li ser girê ku ji ciherka çem bi qasê 70-80 metreyî bilind dibe, hatiye lêkirin. Lê her çendî keleh ewqas navdar e jî, ti lêkolîneke bingehîn a arkeolojîk lê pêk nehatiye. Tenê agahiyên dîtnêran û gundiyan di destê me de hene. Anegorî teraştina kevirên di hin xaniyan de hatine bikaranîn û kevirên li berpalê girê kelehê, her wiha hîmên wê yên hê li cihê xwe mane, mirov bi hêsanî dikane bibêje ku ji serdema Hesin a navîn ve maye. Her wiha nîşaneyên wê raberî me dikin ku ew û keleha Hewranê di heman serdemê de hatine lêkirin. Li dîhar nîşaneyên sarinc û derenceyên dibe ku biçin mehzen û jûrên binê kelehê hene, lê bê lêkolîneke arkeolojîk mirov nikane tiştekî bibêje. Me di wê kevala Argiştî de xwendibû ku di serdeme serweriya Argiştî de li vê herêmê gelek keleh û avahiyên dîrokî hatine avakirin, dibe ku ev keleh jî yek ji wan be. Em hêvî dikin ku rayedarên navçeyê yên cihgehî bi hestên niştimanperwerî berê xwe bidin bidestxistina derfetên ji bo lêkolînên arkeolojîk.
Mixabin gencînegeran ev der jî sax bernedane, hinavê wê hinek tevlihev kirin, di dema vê tevlihevkirinê de hin nîşaneyên jûrên zemîn jî xuya dikin. Li berpalên girên nêzîkê cihê Keleha Kalî nişaneyên hin xirbe û nekropolan hene. Heta hin gorn bi destê gêncînegeran hatine vedan jî, lê ji ber nebûna lêkolînên arkeolojîk, ti tiştekî mirov bikane bibêje tine. Bes tê zanîn ku Xaldî /Urartuyan ev devera Entavê (Erdnîgariya navçeya Dutaxê) weke cihgeheke çandinî û sewalvaniyê bi kar anîne. Ev keleh ne tenê ji bo parastina sînoran, her wiha ji bo parastina çandinî û sewalvaniyê jî lêkirine û hetanê dawiya serweriya xwe bi kar anîne. Dîsa ev jî tê zanîn, li pey wan Med, Pers, di serdema Bîzans û mîrîtîyên Ermeniyan de jî ev cihgehên dîrokî hatine bikaranîn. Heta ji bo ku ji xwe re têkin mal, li ser hin keleh û avadaniyên binê erdê lîstine.
Me çawa di destpêkê de jî gotibû, ev keleh wek bingehê hin mîtolojiyên bawerî û lihevanînên çîrokbêjiya dagirkeran a înkarker hatiye bikaranîn. Lê di her rengê wê de xuya dike ku ji bav û kalên me Kurdan maye ango ji serweriya Xaldî Urartuyan maye ya ku ji Konfederasyona Hosunan (Hesenan /Şix Hesenan), Xaldiyan û hin eşîrên din pêk dihat. Bes ji ber ku axa me ne di bin serweriya me de ye, derfetên me yên lêkolînî û arkeolojîk hema hema hîç nînin. Dagirker her tiştî anegorî berjewendiyên xwe diçerixîne û wate didiyê. Bi hêviya em bibin serwerê axa xwe û dîroka xwe, hetanî keleh û cihgeheke dîrokî ya din, bimînin di nava xêr û xweşiyê de.