• Gundê Sêvikê jî girêdayîyê Zêtkan e. Gund di çala zuxrê Tahîrê li ser rêya dîrokî ya di serdema Xaldiyan de hatiye vekirin, ava bûye. 

Gundê Sêvikê jî girêdayîyê Zêtkan e. Gund di çala zuxrê Tahîrê li ser rêya dîrokî ya di serdema Xaldiyan de hatiye vekirin, ava bûye. Li dora gundê Sêvikê nîşaneyên kavilên dîrokî hene. Ji wê, mirov dikane bibêje ku ev cihgeh, cihgehekî gelek kevn e. Di navberê wê û gundê Ebûzeytê de tenê 5 kîlometre heye, ew bi tevahî di çovîgek Zuxrê Tahîrê de wenda ye. Gundê Sêvikê berê jî ne gundekî mezin bû, lê di van salên dawiyê de bi koçberiya ber bi bajaran ve hê piçûktir bûye. Li gund hê jî Kurdî zimanê xelkê ye. Mixabin ku zimanê dagirkeran êdî di nava xortan de tê axaftin û Kurdî li ber wendabûnê ye. Dora gund ji bo sporê zivistanê gelek destdayî ye. 

Keleha Sêvikê bi navekî din “Keleha Girê Xiznê” bi qasê 2,5 kîlometre li bakurrojhilatê gundê Sêvikê û ji çar kîlometreyan zêdetir jî li bakûrê keleha Zêt / gundê Ebûzeytê ye. Keleh li ser girekî dorvekirî yê gelek bilind hatiye avakirin. Ji deryayê bilindbûna heremê bi giştî li dora 2200 metreyî ye. Girê keleh li ser e jî bi qasê 70 - 80 metreyî ji hawîrdora xwe bilintir e. Ji ber ku hawîrdor vekirî ye, mirov dikane ji diharê kelehê hetanê bajarê Zêtkan û tevahiya hawîrdora wê û herwiha beşeke Zuxrê Tahîrê jî bibîne. Dibe ji vê taybetiya vî girî be ku Xaldî /Urartuyan li gel keleha Zêt li vir pêdivî bi keleheke din dîtine. Xwezaya li herêmê jî bi awayekî xwerû ye û hêjayê dîtinê ye.

Dewleta dagirker, giringîya vê kelahê, dewlemendiya li vir û xwerû ji bo sporên zivistanê gelek destdahîbûyîna wê, dîtiye û bi awayekî dest daniye ser. Ev der wek malê xizneya malîyeya wan a nayê guhestin, hatiye hilbijartin, Bê destûra maliya dewletê ti kes nikane li vir karekî bike. 

Ev keleh ne tenê li ser rêya dîrokî ya Xaldiyan e, li jêrê wê kavîlên kervansaray hene, her wiha havîrdora wê bi av û çavkaniyên ku çemê Şeran jê dizê, dagirtî ne. Her kesê ku riya wê/wî bi vir dikeve, bi bîdonan, avê ji bo vexwarinê dibin. Hewa vir jî hewayeke gelek bijûn e, ji bo nexweşên Astmayî jî gelek destdayî ye. Li gel wê, her cûre pincarên biharê jî lê hene. Hawîrdor bi tevahî zozan in, berê li vir birên pezan diçêriyan.

Nava kelehê bi berahiya 38 x 38 metre ye, ev mezinahî, dikeve nava kelehên piçûk, yanê dibe ku weke qereqol û raçavandina hawîrdor û vêsangeha rayedarên serweriyê û her wiha dibe ku wek cihgehekî ji karwanan bacgirtinê hatibe bikaranîn. Rojava, başûr û rojhilata kelehê ji ber ku tîk bilind dibin, ji bo parastinê gelek destdayî ye, bi dibekuyeke mezin, derî li bakur vedibe, lê sûr û hîmên bakur wisa hatine ruxandin, bê lêkolîneke arkeolojîk zelal nabe. Li başûr û rojavayê kelehê hê çend rêz dîwarên sûra kelehê li pê ne, Kevirên kîklopîk yên bi mezinahiya 60 x 40 santîmetre, 70 x 50 santîmetre hatine bikaranîn. Parçeyên ferfûr, cêr, kûz, hîz (pîton) yên li vir hatine dîtin û teraştina kevirên di sûrê de hatine bikaranîn, nîşaneya Serdema Tunc, destpêka serdema Hesin û ya navîn destnîşan dikin. Heta mirov dikane bibêje, ev keleh û ya Ebûzeytê di heman demê de hatine lêkirin. 

Ne tenê dgirker, êrişkar pêşkalê me û dîroka me bûne, ji ber bêxwedîtiyê, gêncînegerên bi zanistî tên teşvîqkirin jî, li her derê ruxandinên mezin kirine, her wiha li vir jî. Di dema dagirkeriya Rûsan de jî ji vir hin tişt derxistine û birine, bes nayê zanîn, ka çi birine û li ku bi cih kirine. Mixabin li ser vê kelehê jî lêkolînên arkeolojîk yên pêdivî bi wan heye, pêk nehatine, tenê li rû nihêrîne û hin tişt ragihandine bala giştî, lema em bi agahiyên wisa kêm dimînin. Bi hêviya em di mijara keleh û cigehekî din de bi agahiyên têr bi hev re bin, hetanî wê demê bimînin di nava xêr û xweşiyê de.