Keleha Pîrabadê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 11 Tebax 2022 - 22:00

  • Ji ber ku dagirkeran û her wiha hin derdoran jî bi navê dîn her tişt berevajî kiriye, ji bo gihîştina rastiyê, em neçar in ku daneyên heyî têkilhev bikin da ku em bikanin rastiyê bibînin. 

Ji ber ku dagirkeran û her wiha hin derdoran jî bi navê dîn her tişt berevajî kiriye, ji bo gihîştina rastiyê, em neçar in ku daneyên heyî têkilhev bikin da ku em bikanin rastiyê bibînin. Di hin daneyan de tê nîvîsandin ku navê Pîrabada Zêtkan (Eleşkirtê) Ji bajarokê Pîrabada li Bakurê Îranê tê û tê wateya Pîran, mal û warê pîran. Em dizanin ku beriya salên 1820´an, hima bigire tevahiya niştecihên herêmê Kurdên Êzdî bûn. Her wiha piraniya eşîra Redkan jî. Lê Redkanên îro li gundê Pîrabadê Rûdinin, Mislimanên şafîî ne. Bes dewleta Tirk navê vir neguheriye. Dibe ku ew peyva “pîr” weke peyveke Tirkî jî hatibe têgihîştin. Navê gund di belgeyên Osmaniyan de jî weke Pîrabat e. Yanê navê wê hîç neguheriye. 

Gundê Alaşgert (Kelê) li bakurrojhilatê Zêtkan, gundê Pîrabadê jî bi qasê 17 kîlometreyan li başûrrojavayê navçeya Zêtkan e. Ev herêm di dema Xaltî/Urartuyan de herêmeke gelek giring bû, xwerû jî di warê çandiniyê de. Cih û dora gund erdekî rast e û rojhilatê wê deşteke mezin e. Dema mirov di navbera herdu cihan de xeteke rast bikişîne, di navbera herdu gundan de 30 kîlometre hene. Herdu gund jî, di kevalên nivîsandî yên wek ya Pîrabadê û Surp Pogosê de bi aliyê Xaltan ve weke mîrîtîya devera Surelî tê binavkirin, her wiha di kevalên nivîsandî de navên gelek cihgehên li vê deverê jî tên hildan. Ji wê, em dikanin bibêjin, ev gund jî yek ji gundên herî kevn e. Me di nîvîsa li ser keleha gundê Kelê de gotibû, dibe bajarê Anaşeya ku Serwerê Xaldî Urartûyan Menûwa di kevalekê de behsa wî kiribû, ev gund be. Lê hin arkeolog dibêjin, ji herdu gundan yek e. Meyla pirraniyê li ser gundê Pîrabadê ye. Lew re, ew kevala nivîsandî di nava kavilên Pîrabadê de hatiye dîtin. Yek jî xirbe û kavilên li nêzîkê keleha Pîrabadê gelek berbelav e û her wisa nekropola wî jî gelek mezin e. Ev jî nîşaneyên bajarekî mezin e. Jixwe, girê li bin kelehê jî tev de bi gorn û xirbeyan dagirtî ye.

Girê keleh li ser e û wek navenda xirbe û kavilên Pîrabadê tê zanîn jî, sedî sed dişibe girê keleha gundê Alaşgert (Kelê) yanê ev girê li vir jî di rengê zîgûrat û pîramîdan de ye, ne berdewamiya rêzeçiyayekî ye, dora wê çehl e. Ew jî bi qasê 100 metreyî bilind e. Girekî elîpsî ye. Heger lêkolîneke zanistî pêk were, ev rastiya wê dê derkeve holê. Kavilên bajarê kevn li rojhilatê vî girî ye, lê mixabin ku hê jî lêkolînên arkeolojîk lê pêk nehatine, di bin ax û çîmenan de wenda ye. Li vir tişta baş hê gêncîneger pêşkalê wê nebûne. Ji kelehê tenê hîmê binî mane, lê li du sê cihan nîşaneyên sarincan hene. Ji ber ku di ber re av diherike, dibe ku tunêla hundirîn jî hebe. Mehzen, depo û gorên di bin kelehê de nayên zanîn, lê bi dibe ku hebin. 

Keleh û kavilên Pîrabadê ji salên 1999´an ve wek SÎT (cihê dîrokî yê divê bê parastin) ya di pileya yekem de hatiye pejirandin. Biryara wê ya fermî wiha ye; “… parselên di bin van hejmaran de: ´İ49a22c4c pafta, 127 girav, 1 û 18 numro´ wek malê gund hatiye binavkirin. Li gorî parastina heyîyên çandî ya Tirkiyê li ser daxwaziya Gerînendeya giştî ya Muzeyan a li Erziromê bi biryara roja  05.11.1999´an di bin hêjmara 658´an de wek pileya yekem ya SÎT´ê ev dever pejirandiye. Ti kes bê destûra vê saziyê nikane pêşkalê van parselan bibe.” 

Ne saziya me jî be, ji bo parastina herêmê biryareke baş e. Bi kêmasî ev cihgeha dîrokî dikane bi vê biryarê ji ber gencînegeran were parastin, dibe ku di demên pêş de li deverê lêkolînên arkeolojîk jî pêk werin.

Ji ber ku hin tişt nehatine nivîsandin, em neçar in carna berê xwe bidin dîtina gundiyan jî. Anegorî agahiyên gundiyan, di dema hatina Rûsan de hin pisporên wan hatine, di nava kavilên dîrokî de û di kelehê de hin cih vedane, hin tişt derxistine û birine, lê nayê zanîn ka çi birine. Bes ew Ingilîzên ku ji gundê Kelê hin tişt revandine, nehatine vî gundî. Bi lêkolîneke arkeolojîk a zanistî, ev cihgeh dikane rengê serweriya Xaltan ya li bakur zelal bike. Belê, ji wê, em li benda lêkolînên zanistî ne. Bêguman gundî jî dikanin hin înîsiyatîfan  bidamezrînin û daxwazkirina lêkolînên arkeolojîk bikin. Her wiha bi her awayî herêmê biparêzin, ji ber ku bi dîroka me re têkildar e. Bi hêvîya ku lêkolînên arkeolojîk yên berfireh pêk werin û rastiyên veşartî zelal bibin, hetanî keleheke din bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.