Kela Birco

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 14 Tîrmeh 2022 - 21:15

  • Gundê Birco (Çirpili) bi qasî 14 kîlometreyan li bakurrojavayê navçeya Dutaxê ye. Gund gundekî navçe ye. 

Gundê Birco (Çirpili) bi qasî 14 kîlometreyan li bakurrojavayê navçeya Dutaxê ye. Gund gundekî navçe ye. Ji ber nebûna kar, gelek kesan ji gund bar kiriye û berê xwe dane rojavayê Tirkiyê. Li gundê Birco, eşîren Sîpkî, Mankî û Memanî hene. Ev jî nîşanê me dide ku gund berê gundekî Kurdên Êzdî bûye. Piştê komkujiyan yên li gund mane, hatine misilmankirin. Ev gund ji gundên herî kevn e, lewre nekropoleke kevn jî li wir heye. Mixabin ku gêncînegeran ew jî rihet bernedaye. Tev de ser û binê hev kirine. Li rojhilatê gundê Birco jî gundê Dêrika Hecî Îso (Îsaabet) heye û xizmên gundiyên Birco ne. Piştê van gundan, rêzeçiya dest pê dike.

Keleh li ser girekî gelek bilindê zinarîn hatiye lêkirin. Gir ji zemînê gund herî kêm 600, 700 metre bilindtir e. Dîharê gir li ser dirêjahîya Rojhilat û Rojava bi qasê 150 metre dirêj dibe. Bi berahiyeke 50, 60 metreyî ye. Yanê dîharê gir, erdekî rast e. Keleh li dîharê vî girê xwezayî weke kelehekê ye, hatiye lêkirin. Sê aliyên kelehê gelek asê ne, bi taybetî jî aliyê başûrêrojhilat û Bakurêrojhilat pirr tîk bilind dibe, di wir re hilkişîn, gelek dijwar e, ji wê li van aliyan pêdivî bi lêkirina sûrên parastinê nedîtine. Li aliyên din hê jî du rêz kevirên sûrê li pê ne. Li berpalê girê keleh li ser e, gelek kevirên sûrê yên hatine jêr hene. Sûrên kelehê bi kevirên andazît hatine lêkirin. Li nêzê wê, kana keviran heye. Dibe ku kevir ji wir anîbin.

Li aliyê rojhilat sarinceke gelek kûr heye, mirov bi dehan derenceyên ku di baxir de gelek tîk hatine teraştin, dadikeve jêr. Lê ji ber ku hundirê sarincê gelek tijî bûye, kûrahiya wê bi tevahî nayê zanîn. Her wiha di zinarê rojhilat de paceyek jî vekirine. Li ser gir jî nîşaneyên hin sarincan hene, bes ew bi tevahî tijî bûne. Ev sarinc nîşanê me dide ku di bin gir de jûrên wekî depo yan jî weke zîndan hatine bikaranîn jî hene, bes ji ber ku lêkolîneke bingehîn lê pêk nehatiye, em bi vê nizanin. Hêvî dikim ku gundî înîsiyatîfeke parastin û lêkolînên arkeolojîk ava bikin, da ku bikanin bala rayedar û arkeologan bikişînin ser vê kelehê.

Gêncînegeran li dîharê gir ango di nava kelehê de gelek cih vedane û tev de ser û binî hev kirine. Bi dehan kûz, cêr, pîton şikandine. Di hin dîwaran de jî ruxandineke mezin kirine. Di rastiyê de gundî jî dikanin vî nirxê dîroka gundê xwe biparêzin û li ser bextê dewleta dagirker nehêlin. Ji Teraştina keviran û wan parçeyên kûz û pîtonan tê zanîn ku ev keleh di serdema hesin ya destpêkê de hatiye lêkirin. Bi gotineke din, keleheke Xaldî/Urartûyan e. Di nava wan kûzan de hin kuzên ji çanda karazan (komeke hunermend) jî derketine holê. Mixabin ku li vir jî lêkolîneke arkeolojîk ya bingehîn pêk nehatiye. Her çendî ji ber rewş û giringîya xwe diviyabû weke sît ya di pileya yekem de bihata pejirandin, ji ber ku ti hewldan tine, ev jî pêk nehatiye. Di bingehê xwe de gundî dikarin serî li saziya parastinê bidin.
Girê keleh li ser hatiye lêkirin, xwedan gelek taybetiyan e. Ne tenê girekî gelek asê û bilind e. Mirov dikane ji ser kelehê tevahiya deşta

Entavê hetanî bajarê Dutaxê bibîne. Li aliyê din, gelek kelehên li herêmê jî ji diharê kelehê tên dîtin. Ji wê, di parastinê de xwedan cihgehekî gelek taybet û stratejîk e. Dibe ji wê be, ev keleh di serdema Medan, Persan û Bîzansan de jî, hatiye bikaranîn. Lê di serdema Osmaniyan de behsa wê nayê kirin.

Me li jor jî gotibû, li nêzê kelehê nekropoleke kevn heye. Her wiha li pişt wê hin xirbe jî hene. Yanê hawîrdora wê di dema Xaldiyan de gelek çalak bûye. Lêkolîneke arkeolojîk ya li hawîrdora kelehê dikane gelek rastiyên serdema Xaldî/Urartuyan ya li vê herêmê li ber çavan raxîne. Bi hêviya înîsiyatîfek pêk were, hetanî kelehekî din bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.