- Dîroka gelê me û welatê me bi her aliyî ve li ser belgeh û daneyan rûniştiye.
Dîroka gelê me û welatê me bi her aliyî ve li ser belgeh û daneyan rûniştiye. Lema dagirkeran nekanîne bi dekbazî û têkiliyên xwe yên navneteweyî, bi şêlûkirin û xugiyan daneyên heyî veşêrin û pêşî li rastiyên wê bigirin. Êdî baş tê zanîn ku Serweriya Xaldî / Ûrartuyan konfederasyoneke êl û eşîrên Kurdan e. Wek mînak Hosunan (Hesenan / Şix Hesenan ji eşîrên Dêrsimê), her wiha Xaltan, Sîpkiyan û yên din. Ji bo piştrastkirina van em îro jî hinek têkevin nava keval û lewheyên bi nivisên mixî, yên xwerû li ser devera Agirî û Eleşkirtê. Bi taybetî jî dema paytexta Xaldî /Urartuyan hê Azaşkun (gundê Tendûrek /Malazgirt) bû û Asûran ji vir re welatê Naîrî (navçeman) û Xaldiyan jî ji xwe re Bîanîlî gotine. Di nava sînorên wê de parêzgeha Agirî jî gelek giring bû.
Belê Urartuyan di destpêkê de giringiyeke gelekî mezin dabû vê herêma Agiriyê, pîroziya Sîpan û Agiriyê gihandibûn hev. Di daneyên nivîsandî de navê vê herêma Agiriyê bi giranî weke “Surelî” ye û bajarê herî giring ê li vir jî bi navê Anaşe (dibe Pîrabat yan jî Alaşkirt be) tê zanîn. Li ser vê mijarê gelek kevirên nivîsandî hatine dîtin, pirraniya wan li Muzeya Erziromê ne. Em hinek li ser wan nivîsan rawestin û giringiya vê deverê zelal bikin.
Ji naveroka van kevalan yek ya wekî qopiya kevala li Surp Pogosê hatiye dîtin, xuya dike. Di nava nivîsên wê de gelek agahiyên balkêş hene. Li ser dagirkirina herêmê wiha dinivîse:
“Kurê Sardur (I.) Îşpûnî û kurê Îşpûnî Mînuwa ev kevala nivîsandî li vir çik kiriye. Xwedawend Xaldî bi rima xwe çû seferê. Li dij mîrîtiya Viteruhî, di êrişeke dijwar de bi ser ket. Mîrîtîya Lusa jî ruxand, her wiha li wê herêmê Mîrîtîya Katarza jî têk bir. Xwedawend Xaldî bi hêz e, rima wî jî bi hêz e. Kurê Sardur (I.) Îşpûnî û kurê Îşpûnî Mînuwa bi destûr û hêza Xweda Xaldî li dijî mîrîtîya Lusa bi ser ket. Îşpûnî bi hêz e, Mînuwa jî bi hêz e. Di vî şerî de 66 erebeyên şer 10 460 siwarî 15 760 pîyade hebûn. Xweda Xaldî li pêş Kurê Sardur (I.) Îşpûnî û kurê Îşpûnî Mînuwa çû şer… *”
Dîsa di lewheyekê li ser dagirkirina bajarê Anaşe yê ku li gundê Şînezîra nêzîkê gundê dîrokî Pîrabadê hatiye dîtin, lê ji wir biribûn gundê Kelê de behsa dagirkirina bajarê Anaşê dike. Xuyaye ku li wê serdemê cigehekî herî girîng e. Bi dibekuyeke mezin ev li dora gundê Pîrabadê ye. Mixabin ku ev kevirê nivîsandî yê li vir hatiye dîtin, hinek hatiye şikandin, nîvîsa li ser wê bi tevahî nayê xwendin, lê li ser nîşaneya dagirkirina bajarê mezin Anaşeyê heye.
Li Pîrabatê jî zinarek nivîsandiyê kiribûn du parçe û di dîwarê baxçe de bikaranîbûn hate dîdin. Li ser wê jî agahiyên gelek têr hene. Di wê kevalê de agahiyên li ser avakirina keleha Pîrabatê dide, cihên tên xwendin de wiha dinivîse:
“Kurê Îşpûnî Mînûwa bi destûra Xweda Xaldî ev keleh bi awayekî bê kêmasî ava kir. Kurê Îşpûnî Minuwa serwerê herî bi hêz, herî mezin e. Ew serwerê welatê Bîanîlî û gernasê bajarê Tuşpayê ye. Xweda Xaldî alîkarê wî ye! **” Ew kevirê nivîsandî yê di dema avakirina dibistana gundê Kelê de hatiye dîtin jî, ji gundê Pîrabatê anîne vir. Anegorî pisporan; ew jî wekî qopiya wan kevalên e ku Surp Pogos û ya li Kasimoglu hatiye dîtin.
Hetanî serdema Rûşa II. jî, tevahiya serwerên Xaldiyan xwe wekî serwerên welatê “Bîanîlî û Surelî” nîşan dane û xwe bi wan navan pesinandine. Bîanîlî ji Parêzgeha Wanê hetanî Xinûs û Dêrsimê berfireh dibe. Pispor bawer dikin ne ku devera “Surelî” jî devera Agirî, Idir û hetanî Qers û Aniyê diçe. Bi zimanekî din devera bask û şetên çemê Arsînê (Muradê) weke Surelî hatiye destnîşankirin. Di kevalan de zelal dibe ku êl û êlatên Viteruhi, Lusa û Katarza li vê herêmê niştecih bûne. Bajarên wekî Anaşe û Kuguru jî li vê herêmê ne. Dibe ku ew bajar navendên wan êl û êlatan jî bin. Zinarê nivîsandî yê Surp Pagosê di kîlîseya Surp Pagos a li herema Wanê de hatiye dîtin û niha li baxçeyê muzeya bajarê Wanê ye. Yê bixwaze dikane here bibîne. Hetanî gotareke din a li ser dîroka Xaldiyan bimînin di nava xêr û xweşiyê de.
* Margeret, R. Payne, 2006, Urartu Çivi Yazılı Belgeler Kataloğu, İstanbul. Binihêre li rûpel 37.
** Margeret R. Payne û Alpaslan Ceylan, 2003, A New Urartian Inscription From Ağrı - Pirabat,SMEA, Hejmar: XLV, Berg: 2, Roma, Rûpel 191-201; binihêre li rûpel 197 û pê ve.