Keleha gundê Kelê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 4 Tebax 2022 - 21:09

  • Gundê Kelê yê 14 kîlometreyan li rojhilata navçeya Zêtkan (Eleşkirt) e, yek ji gundên herî kevn e. 

Gundê Kelê yê 14 kîlometreyan li rojhilata navçeya Zêtkan (Eleşkirt) e, yek ji gundên herî kevn e. Hin arkeolog bawer dikin ku navê vir yê herî kevn “Anaşe” ye, ew navê ku di kevalên Key Menûya`yê /Xaldî /Ûratûyan de tê hildan. Arkeolog hê jî li vê herêmê li bingehê vî bajarê kevnar digerin. Di dema Osmaniyan de navenda navçeya Zêtkan ev gundê Kelê bû û di belgeyên Osmaniyan de navê wî weke “Alaşgert” tê hildan. Her çendî hin etîmolog vê weke peyveke Ermenîkî bibînin jî, em dizanin ku peyva “gert” peyveke arî ye, ji lêkere “kerden /kirdin” tê û li Îranê jî gelek cihgehên bi vî navî diqedin, hene. Her wiha peyva “ala û aş” jî. Min di mijara navê Mazgirt û Malazgirtê de ev mijar hetanî radeyekê zelal kiribû. Navê Zêtkan ê ku Tirk bi kar tînin jî ji Peyva Alaşgert hatiye girtin û wan ev nav nerm kiriye, yanê kiriye “Eleşkirt”. Navenda Navçeyê hetanî 1925´an ev gundê Kelê bû, hingê navend rakirin û birin gundê Zêtkan û navê wir kirin Eleşkirt.

Keleha Kelê li bakurê gund li ser girekî ji nava erdê rast bi qasê 80 – 100 metreyî mîna pîramîtekê bilind dibe, hatiye lêkirin. Ji ber ku ne berdewama rêze çiyayekî ye, ev teşeyê wê berê her tîştî zîgûratên Sumeran yan jî pîramîteke çêkirî tîne bîra mirovan. Ji ber ku li ser vê lêkolînên bingehîn tinin, mirov nikane ji sedî sed bibêje, ev rast e. Bes ji her aliyî ve weke pîramîtekê xuya dike.

Mêjûyê avakirina wê baş nayê zanîn, bes ji ber lêkirin teraştina keviran, Kevalên hatine dîtin û xwendin û di rengê keleha Ayanîsê de xuyakirina wê, mirov bi hêsanî dikane bibêje ku ev keleh di serdema Hesin de hatiye avakirin. Her wiha di Kevalê hatiye xwendin de jî eşkere dinivîse ku li vir kelehek bi fermana Xaldî hatiye avakirin.

Anegorî kevalên ku hatine xwendin; Rûşayê Yekem dest bi avakirinina sûr û avahiyên hundirê kelehê kiriye û di dema Rûşayê Sêyem de jî hatiye qedandin. Dîsa di hin daneyan de tê ragihandin ku Valaraş Xanê Arsakiyan jî ev der tamîr kiriye. 

Mîrza bîn Abdî Paşa sala 1684´an di nava kelehê de mizgeftek lêkiriye, Ev mizgeft bi berê 12,50 metre di 12,50 metreyan de ye. Bilindiya qubeya wê jî 8,20 metre ye. Çengeyên pencereyan û dîwarê mizgeftê ji kevirên birrî ne, dîwarên wê kevirên moloz in. Çar pencereyên xwe hene. Li ser derê ku li bakurê mizgeftê vedibe, bi erebî dinivîse ku Mîrza bîn Abdî ew daye lêkirin. Mizgaft li gorî hin pisporan li ser mîmariya Selçûqiyan hatiye lêkirin.

Di erdheja 1864´an de gelek zirar lê bûye.

Arkelogên Ingilîz bi destûra Osmaniyan sala 1879´an tên di nava kelehê de dest bi lêkolînê dikin, bi mehan li ser dixebitin. Bi aliyê rayedar û pisporan ve tê ragihandin ku wan wê demê gelek berhemên dîrokî yên giranbiha bi dizî derxistine derê sînor û birine. Bes em dizanin ku Rûsan jî di serdema dagirkirina heremê de gelek berhemên giranbiha ji keleh û kavilên bajarên kevn derxistine û birine. Yanê kê keys lê anîbe, welatê me talan kiriye.

Dewleta Tirk ne keleh, bes Mizgefta anegorî têgîhîştina wan berhemeke wan a dîrokî ye jî, bi biryara gerînendetiya giştî ya muzeyan a di bin hêjmara 2029´an de 10´ê Gulana 1963´yan, mizgeft tamîr kirine.

Hêjayê gotinê ye ku mirov bibêje di zinarên bin kelehê de gorên şikeftî jî hene. Gorna herî mezin ya wekî lîvaneke rûniştinê xuya dike, vedikin, tê de li gel hestiyên mirovan, gelek mircan, berhemên ji bronzê, kûz, fera û fol hatine dîtine. Mezinahiya wê 4,00 metre di 2, 25 metreyan de ye. Anegorî daneyên Arkeologan, ev gor 2500 sal berê hatiye kolan û lêkirin. Hem jî bi awayekî gelek pisporî lêkirine.

Ez ê di demên pêş de hin kevalên nivîsandî jî vekim. Ji ber ku ev herêm jî demeke dirêj û di destpêkê de di bin serweriya Xaldî / Urartuyan de bû. Navê vir gelek caran di kevalên nivîsandî de derbas dibe. Li herêmî gelek cihan nekropol û xirbeyên şêniyên kevnar hene. Lê mixabin ku hê jî li benda lêkolînên arkeolojîk in. Bi hêviya ku em bikanin encamên lêkolînan jî bixwînin, hetanî keleh û cihekî dîrokî yê din, bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.