Keleha Paziyê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 28 Tîrmeh 2022 - 22:12

  • Ev keleh di navbera gundê navenda parêzgeha Agirî Kopqirana Eceman û Qelenderê de ye. 

Ev keleh di navbera gundê navenda parêzgeha Agirî Kopqirana Eceman û Qelenderê de ye. Gundê Kopqirana Eceman bi qasê 20 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Agiriyê ye. Ev keleha xwerû û dîrokî di her dema dîrokê de ji gelek bûyarayan re bûya bingeh. Mînak, di dema dagirkeriya Rûsan de jî ev keleh bi roleke mezin rabûye. Gelek çîrokên berxwedanê yên li hember eskerê Rûs û mîlîsên wan di nava gel de tên gotin. Esas, hemû hêjayê lêkolînan in.

Keleh li ser girekî ye û ew gir ji erdekî rast 300 metreyan bilind dibe û baxirên li dîharê gir wekî kofiya jinan xuya dikin. Derketina diharê gir û kelehê gelekî dijwar e. Ji ber ku çarhawîr bê dar û ber e, parastin hêsantir dibe. Ev jî taybetiyeke kelêhên Xaldî /Urartuyan e. Mirov ji dîharê kelehê hima bigire tevahiya hawîrdora çiyayê Agirî aliyê bakur ta deşta Îdirê, li başûrê rojhilat tevahiya Zozanê Sînegê û li rojava jî hetanî bi Erziromê dibîne. Her çendî xwerû li ser kelehê lêkolîneke arkolojîk ê têr pêknehatibe jî, di lêkolînên van salên dawiyê yên li herêmê de tê zanîn ku di dawiya Serdema Tûnc û destpêka Serdema Hesin de li herêmê gelek kelehên di forma şatoyan de hatine lêkirin, yan jî ji lêkirina şatoyên Ewrûpî re bûne bingeh. Yanê li dor sûr û di hundir de avahiyên rêvebiriyê di bin de jî mehzen, depo û zîndan hatine lêkirin û kolandin.

Em ji lêkolînên arkeolojîk yên li herêmê, hin nivîsên Xaldiyan û çavkaniyên Asûran dizanin ku li welatê Nairî (nav çeman, nava çemê Arsinî) Konfederasyona Xaldî Urartuyan hatiye damezrandin. Eşîrên herêmê hêza xwe kirine yek û bi hev re xwe ji şer û talana Asûran parastine. Paytexta wê ya destpêkê jî li nêzîkê gundê Tendûreka girêdayiyê Milazgirê “Azaşkun” bû. Min di behsa keleha Azu /Tendûrekê de ez bi vê mijarê bi berfirehî daketibûm.

Her çendî baxir û zinarên bin kelehê bi serê xwe weke keleheke xwezayî ye jî, li rojava û bakûrê rojava sûrên parastinê hatine lêkirin û hê hin dîwarên wê li pê ne. Di lêkolîneke rû de xuya dike ku gêncînegeran ev der jî bi tevahî ser û bin kirine. Bes gelek parçeyên cêr, fera û folan, pîton û kuzan serdema destpêka Hesin nîşanê me didin. Li gel wê, li hawîrdora kelehê nekropol, xirbe û kavilên bajarekî dema Xaldiyan jî heye. Bi qasê belavbûna wê, xuya dike ku ev der bajarekî mezin bûye. Gêncînegeran ew der jî tevlihev kirine.

Ji ber ku cihekî pirr stratejîk e, ev der ji dema Medan hetanî dema Osmaniyan bi aliyê gelek serweran ve hatiye bikaranîn. Sûrên wê yên li pê, bi giranî ew sûr in yên ku piştre hatine restorekirin. Bes hîm û rêza yekem a li ser hîman hatiye bicihkirin, hê jî bi pirranî ji bazaltê reş ên bi teraştina serdema Xaldî/Uratuyan ne. Bê hîmên bingehê kelehê, cihê sarinc û nişaneyên gornên di zimar de jî, wê serdemê destnîşan dikin.

Zinarên di bin  kelehê de jî ji kevirên bazaltên reş in. Girê niha wekî girekî ji axê xuya dike, di bingehê xwe de tev de ji bazaltê reş û cih bi cih jî kevirên qûmê tê de hene. Aliyê rojhilat, beşeke bakur û beşeke başûr, wekî keleh bilind dibe, bes aliyê rojava û nîvê bakur pirr ne asê ye ku derî jî ji aliyê rojava ve dikeve kelehê. Li van aliyan di rengê zinar de sûr hatiye lêkirin. Ji berku xercekî gewr di lêkirina sûrên wê de hatiye bikaranîn, di pêvajoya salan de bazaltên reş jî gewr xuya dikin. Lê cîhê baranê şuştiye dîsa rengê xwe girtiye.

Min çawa li jor jî nivîsîye. Gelek çîrokên dikanin bibin bingehê romanan li ser vê kelehê tê gotin. Ji van hinên wan ji serdema şerê Rûs û Osmaniyan yên di salên 1877-1878´an û hin jî yên dema şerê cihanê yê yekem in. Behsa komên li hember dagirkeriya rûsan li vir li ber xwe dane, tê kirin. Her wiha çîrokên şerên bi milîsên Rûsan re jî gelek in. Lê mixabin ev çîrok yan jî pêkhatinên demeke dîrokê li ber wendabûnê ne. Di rastiyê de kesayetiyên li herêma Agiriyê, dikanin van çîrokan bicivînin û bigîhînin bala giştî.

Ez pirraniya nivîsên li ser kelehan bi baneşana “mixabin!” diqedînim. Ji ber ku em ne serwerên welatê xwe ne, me nekaniye ku berhemên bav û kalan di nava çarçoveya lêkolînên arkeolojîk de bi awayekî zanistî lê û hûr bikolin û rastiyan ragîhînin gelê xwe. Dagirker jî her hewl didin aliyê dîrokî bifetisînin, birûxînin, tenê tiştên bi Osmaniyan re têkildar derxin pêş. Yanê dîrokeke qedîm tê wendakirin. Nivîsên wiha kurt tenê navê wan li pê digirin, lê huner, hostatî, armancên lêkirinê, ew keda bi sedan koleyan di tariyê de dimînin. Bi hêviya em bikanin bigihêjin derfetên destdayî, hetanî keleheke din bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.