Şerê rohniya azadiyê li dijî tariya faşîzmê

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 26 Çile 2023 - 02:02

  • Kurd rabin ser piyan her tişt diguhere. Heger Kurd rabin ser piyan û bibin yek, kes nikare bi wan. Me ev yek li Kobanê dît. Ji bo ku Kobanê nekeve, bedena xwe kirin mertal. Dîwarên ji xwînê ava kirin û nehiştin ew bajar bikeve.

Îro ew roj e ku Kobanê ji destê dagirkeran hat rizgarkirin. Di sala 2014'an de DAIŞ'ê êrişên xwe yê qirkirin û dagirkeriyê li Iraq û Sûrî zêde kirin. Bi taybetî jî di hedefa van êrişan de Kurd û cihên Kurdan hebûn. Ji Şengalê heta Mexmûr û Kobanê çiqas destketiyên Kurdan hebûn dan ber xwe. Li hin deveran hukmê xwe kirin û gelek komkujî pêk anîn. Hinek dever dagir kirin û talan bi pêş xistin. Yek ji wan deveran jî Kobanê bû. Lê DAIŞ'ê û yên ku ew çete şandin wê derê nezanîbûn wê çi bi serê wan were.

Serokê wan çeteyan Erdogan heman salê ango dema ku çeteyan êriş dibire ser Kobanê, axaftinek kir û vê axaftinê rê li ber pêla serhildanê vekir. Erdogan digot; “Wa ye, Kobanê dike ku bikeve. Piştî vê axaftinê qiyamet rabû. Bajarên bakurê Kurdistanê bûn lehî û herikîn Kobanê. Li her dera Kurdistan, Tirkiye û Ewrûpayê nerazîbûn zêde bûn. Ji bo Kobanê bi sed hezaran kes rabûn ser piyan. Vê rabûnê hişt ku hêzên navneteweyî helwêsta xwe biguherin. Ango neçar man ku piştevaniya vê berxwedanê bikin. Yan wê li cem dagirkeriyê cihê xwe bigirtana, yan jî wê rêya ku diçe serketinê hilbijartibana. Di encamê de Kobanê ji dagirkeran re nema. Li Kobanê berxwedaneke destanî çêbû. Li derveyî Kobanê jî serhildanên dîrokî pêk hatin. Vê serhildana gelan nehişt ku Kobanê bikeve. Rojên herî dîrokî û bi kelecan di wan rojan de bûn. Şerekî giran di navbera faşîzm û azadiyê de qewimî. Çiqas alîgirên faşîzmê hebûn berê wan li Kobanê bû. Wekî din çiqas azadîxwaz hebûn jî berê xwe dan Kobanê. Ji her dera cîhanê înternasyonalîst û şoreşger li Kobanê bûn.

 

Her kes li Kobanê bû

Di wê pêvajoyê de dilê her kesî ji bo Kobanê lê dida. Kobanê bû sedem ku navê şoreşa Rojava li dinyayê were bihîstin. Kobanê bû sedem ku navê Kurdan li cîhanê were naskirin. Kobanê bû ew dever ku DAIŞ lê têk biçe û derba herî giran bixwe. Bi têkçûna DAIŞ'ê re derba herî giran jî Erdogan xwar. Lewma heta îro jî Erdogan ew têkçûn hezm nekiriye. Heta vê kêliyê jî gefa dagirkeriyê li Kobanê dixwe. Heger rabe û êrişeke din bi heman rengî bide destpêkirin, bêguman wê encam careke din wekî berê be. Yanî wê nikaribe Kobanê bixîne. Kobanê bi îradeya milyonan hat parastin. Bi hezaran jin û ciwan li ser wê xakê şehîd bûn û canê xwe feda kirin. Bi hezaran şoreşger di wê berxwedanê de parçeyek ji canê xwe dan. Di wê pêvajoyê de her kes li Kobanê bû. Yên li derveyî Kobanê jî dilê wan li wir bû. Ew sal bûbû sala Kobanê.

 

Kurd rabin her tişt diguhere

Dewleta Tirk, Erdogan ango patronê DAIŞ’ê, derbeke giran xwar. Ji ber vê yekê pêvajoya çareseriyê bi dawî kir. Rêber Apo tecrîd kirin û dest bi pêvajoyeke qirkirinê kirin. Ji sala 2015'an be ketin qonaxeke din. Lewma dîtin ku Kurd rabin ser piyan her tişt diguhere. Pêvajoya Kobanê gelek tişt hînî me kirin. Heger Kurd rabin ser piyan û bibin yek, kes nikare bi wan. Me ev yek li Kobanê dît. Ji bo ku Kobanê nekeve, bedena xwe kirin mertal. Dîwarên ji xwînê ava kirin û nehiştin ew bajar bikeve. Bajarekî piçûk bû, lê dilê wê mezin bû. Ji ber ku bi hezaran cangorî dan.

Ew pêvajoya berxwedanê ji bîra ti kesî naçe. Cara pêşî bû ku Kurd bi hev re rabûbûn ser piyan. Li her derê bi heman rengî beşdarî wê govenda berxwedanê bûbûn. Baş yan jî xerab çiqas Kurd hebûn, dilê wan ji bo Kobanê lê dida. Me ev yek li Bakurê Kurdistanê baş dît. Ti kesî qebûl nedikir ku Kobanê bikeve. Ji bo vê yekê jî destê xwe dan hev û şerê li dijî faşîzmê kirin. Heger Kobanê ketibûya, ewrên reş û tarî wê li ser tevahiya cîhanê hebûna. Berxwedana li Kobanê hişt ku ew çete li cîhanê têk biçin. Heger têk neçûbana wê îro gelek dever dagir bikirana. Li Kobanê pêşî li wê hat girtin. Ew lehengên li Kobanê wê ti carî neyên jibîrkirin. Bi saya wan leheng û qehremanan em hînî berxwedanê bûn. Me dît ku dema berxwedan hebe faşîzm têk diçe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.