Dewletên kapîtalîst bê çi bi serê vê cîhanê anîne, êdî her kes dibîne. Bê çawa ev cîhan lewitandine her kes dibe şahid. Îro li seranserê cîhanê pirsgirêkên cidî hene. Ji ber berjewendiyên kapîtalîstan, dinya serûbin bûye. Li aliyekî pirsgirêka avê heye. Li aliyekî pirsgirêka gemarê heye û nexweşî zêde bûne.

Berê ewqasî nexweşî tinebûn. Demekê şewba koronayê derxistin û hiştin ku bi milyonan kes bimirin. Esas, ev nexweşiya kapîtalîzmê ye ku li dinyayê belav dike. Li aliyekî serma û seqem zêde bûye, li aliyekî jî germ zêde bûye. Qeşa dihele û ev yek jî îşareta felaketê ye.

Kapîtalîstan ekolojiya dinyayê xera kiriye. Her carê pirsgirêkeke mezin derdixin ango nexweşiyekê belav dikin û xelkê pê mijûl dikin. Esas jî armancên xwe pêk tînin. Armanca wan sermayedarî û qezenc e. Ji ber vê yekê geh şer derdixin, geh nexweşiyan belav dikin. Li aliyekî şerê teknîkî, li aliyekî şerê biyolojîk, li aliyekî jî şerê qirkirina xwezayê...

Îro li dinyayê şerekî ji bo berjwendiyan heye. Ev şer ne şerê parastina mirovan û jiyaneke baştir e. Encama vî şerî, zerareke mezin dide mirovatiyê. Îro li dinyayê buhayê her tiştî zêde bûye. Êdî nema kes dikare bi rehetî debara xwe bike. Her carê di bin navê şerekî de wê derê li gorî dilê xwe dîzayn dikin. Bi şerê Rûsya û Ûkraynayê re rewşa li dinyayê guherî. Vî şerî bandor li Ewrûpayê û heta Rojhilata Navîn kir. Ji şerê cîhanê û vir ve cara pêşî ye ku şer ewqasî bandorê li Ewrûpayê dike. Êdî xelk ditirse ku ceyranê xerc bike. Êdî gaz peyda nabe û her tişt ne wekî berê ye. Lewma jî her kesî xwe daye aliyekî.

Bi şerê Rûsya-Ûkraynayê re koçberî çêbû. Bi milyonan kes ji cih û warên xwe bûn. Esas, ev ne şerê Rûsya û Ûkraynayê ye. Şerê berjwendiyan ê Emerîka û Ewrûpayê ye. Van dewletan ev welat xistine vê çiravê.

Rêber Apo li ser van meseleyên niha diqewimin, beriya bi dehê salan behsa wê kiribû. Wî dizanîbû bê pergala kapîtalîzmê çi bi serê mirovan de tîne. Rêber Apo tîne ziman ku; ji bo hêzên pergala kapîtalîst û emperyalîst, ya sereke berjewendî ne.  Ji ber vê bi ti sebebê, pêwîst e em bi wan bawer nekin. Ji bo peywendiyên heyî yên siyasî, leşkerî û dîplomatîk divê em gelek baldar û şiyar bin.  Hêzên pergala hegemonîk a kapîtalîst wê ji bo berjewendiyên xwe her tiştî bikin û dikin jî.

Rêber Apo diyar dike ku li aliyekî dinyayê wê mirov ji birçîna bimirin û li aliyê din jî wê hilberîneke zêde hebe! Rêber Apo tîne ziman ku kapîtalîzm krîzên hilberandinê ava dike û avadaniya civakan ji binî ve xerab dike. Lewma jî di dîrokê de ti xerabiya ku karesatan nekariye li civakan bikin, kapîtalîzmê li wan kiriye.

Kapîtalîzm cinawirek e yê ku civakê parçe dike û dixwe. Ji bo berjenwediyên xwe her tiştî dike. Tişta ku îro li dinyayê diqewime jî armancên pergala kapîtalîzmê ye. Kapîtalîzm bi riya şer û nexweşiyan hedefên xwe pêk tîne. Wekî ku dijberê şer be tevdigere, lê di bingehê şer de ew heye. Wekî ku ji bo aboriyê baş bike xuya dike, lê dijberê aboriyeke baş e. Kapîtalîzm ji bo xerabûnê heye.

Pergala kapîtalîzmê di heman demê de şerekî taybet dimeşîne. Her tiştî dixe bin kontrola xwe û civakê pûç dike. Nexweşiyan li nava civakê belav dike. Xwezayê xera dike û ekolojiyê serûbin dike. Pergaleke ji bo tinekirin û qirkirinê heye. Bi riya teknîkê mirovan dixe bin kontrola xwe. Kî çi dike dişopîne û bi rê ve dibe. Bi vî rengî civakê pûç dike û ji hiş dixe.

Hin dewletên di nava vê çerxa kapîtalîzmê de cih digirin hene. Yek ji wan jî dewleta Tirk e. Li gorî berjewendiyên pergala kapîtalîzmê dimeşe. Heger şer be, xwe daxilî şer dike û projeyên dagirkeriyê bi pêş dixe. Me ev yek li Ermenistan, Iraq, Sûrî û Efxanistanê dît, ka bê çawa dewleta Tirk ji bo pergala kapîtalîzmê di nava şer de cihê xwe digire. Polîtîkayên dagirkeriyê jî li ser wan hîman bi pêş dixe. Lewma jî Rêber Apo bi modernîteya demokratîk bersivê dide kapîtalîstan. Ji ber vê berxwedana Rêber Apo, wî tecrîd dikin. Heger berxwedan nebûya û Rêber Apo li gorî kapîtalîstan meşiyaba, tecrîd û zindan wê nebûna. Şerê heyî şerê modernîteya kapîtalîst û modernîteya demokratîk e.