Şerê 14'ê Gulanê

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 4 Gulan 2023 - 13:06

Hilbijartina 14'ê Gulanê veguheriye pêşbaziyeke mezin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê vê hilbijartinê wekî man û nemanê dibîne. Ji bo vê yekê jî seferber bûye. Dizanin ku wê têk biçin, lewma jî hewl didin tedbîran bigirin. Dîmenên ji qadan tên û coşa gel ji niha ve têkçûna faşîzmê nîşan didin. Desthilatdariya faşîst jî ji bo têk neçe dîn û har bûye. Li aliyekî jî terora girtin û binçavkirinê didomîne. Dibe ku heta hilbijartinê bi hezaran kesî bixe binçavan û biavêje zindanan. Namzetên parlementeriyê jî di navê de operasyoneke qirkirina siyasî li ser civakê heye. Dibe ku di vê pêvajoyê de HDP'ê bigirin, ji parlementer û hevserokan heta gelek kesan bavêjin zindanan. Faşîzm ji bo ku têk neçe, wê her rê û rêbazê biceribîne.

Desthilatdariyeke 21 salan heye ku tenê bi zilm û faşîzma xwe tê naskirin. Tenê zilm û zordariyê li gel dike. Ewqas talan û wêranbûn heye û li dijî vê yekê jî divê bersiva civakê jî hebe. Yên diçin ser sindoqan divê ji bo xwe dengê xwe bi kar bînin. Heger dengdayîn hebe ji bo xwe ye. Heger ev faşîzm biçe wê bi dengê te biçe. Heger têk neçe jî wê li te bide. Lewma jî yên diçin ser sindoqan, bila li dijî faşîzmê dengê xwe bi kar bînin.

Hilbijartina 14'ê Gulanê ne hilbijartina parlamenteran û serokomarekî ye. Hilbijartina paşerojeke azad e. Tenê ji bo hilbijartina çend parlamenteran û serokomarekî neçin ser sindoqan. Ji bo têkbirina faşîzmê biçin ser sindoqan. Heger faşîzm têk neçe wê bibe cinawirek û te bixwe. Lewma jî ji hilbijartinê zêdetir ev pêvajo veguheriye şerekî di navbera faşîzm û demokrasiyê de. Alîgirên demokrasiyê û bermahiyên faşîzmê wê li ser sindoqan bin. Heger ferqa navbera faşîzm û demokrasiyê hindik be jî têrê nake. Divê ferqa wan gelek be. Heger ferqa wan hindik be, Erdogan wê bi hîle û sextekariyan vê ferqê binixumîne. Divê ferqeke mezin hebe ku bi milyonan deng zêde bin. Zêdebûna dengan jî di destê her hilbijêrî de ye. Heger faşîzm têk biçe, kesên bi salan li derveyî welêt sirgûn mane, wê karibin vegerin welat. Dagirkeriya dewleta Tirk wê li gelek deveran bi dawî bibe. Ji bo ku ev yek pêk were, biçin ser sindoqan.

Hilbijartina 14'ê Gulanê wê qedera Tirkiyê û welatên derdora wê jî diyar bike. Encama hilbijartinê wê bandora xwe li milyonan kesî bike. Heger Erdogan careke din li ser desthilatdariyê bimîne wê encameke xerab derkeve holê. Êdî kes nema dikare pêşiyê lê bigire. Têkbirina vê faşîzmê di destê her kesî de ye. Divê destûr neyê dayîn ku careke din li ser desthilatdariyê bimîne. Erdogan wekî hilbijartinê li 14'ê Gulanê nanêre. Ew dizane ku careke din nayê hilbijartin. Dibe ku bi hîle û sextekariyan, bi darbe û komployan li ser desthilatê bimîne. Heger ew karibe bi zora xwe bimîne, wê demê hilbijêr jî dikarin bi zora xwe wî bişînin.

14'ê Gulanê wê bibe destpêkeke nû li Tirkiyê. Heger Erdogan bimîne yan jî nemîne wê dîsa destpêkeke nû be. Her kes wê bibêje, beriya Erdogan yan jî piştî Erdogan. Beriya wî rewşa li Tirkiyê çawa bû û niha çawa ye. Ji 7 heta 70 salî her kes alîgirê guhertinê ye. Kes êdî nema dixwaze Erdogan bimîne. Yên wî dixwazin jî ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî dixwazin. Îro bayekî azadiyê li Tirkiyê digere û ew jî bayê Partiya Çep a Kesk e. Heger 14'ê Gulanê qada şerekî mezin be, wê demê divê em jî li wê meydana cengê bin. Li dijî faşîst û nijadperestan li ber xwe bidin. Kes nebêje ma çi ji min re. Ew roj, roja destnîşankirina paşerojeke nû ye. Erdoganê ku 21 sal in li ser desthilatdariyê ye, divê were têkbirin. Divê careke din destûr ji faşîzma wî re neyê dayîn.

Hilbijartina 14'ê Gulanê divê bibe xewnereşka Erdogan û çeteyên wî. Civaka Tirkiyê di hilbijartinên berê de çawa ku şaredariyên bajarên mezin ên Stenbol û Enqerê ji destê wî derxistin, dikarin Erdogan jî ji wê qesrê derxin. Ev yek hat ceribandin û çêbû. Helbet rêyek heye ku mirov pê Erdogan têk bibe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.