- Ew amajey kird be rabirdû û gutî: 'Zor car gutbûm ke barudoxî Êran payedar nîye û werne Kurdistan. Êsta hatûn, pê û qedemtan le ser çaw, belam bo awa direng hatin?
Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (57)
hsghazi@gmail.com
Beşêk le hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Îrec Keşkolî
Awirêk le Bizûtnewey Çepî Êran le nawewe
Giftugo legel Îrec Keşkolî
Neşirî Baztab. Hawînî 1378 (1999), 567 lapere
Şewket: Meqerrî Talebanî le kwê bû?
Keşkolî: Talebanî dû meqerî hebû. Yekyan le Xirî Nawzeng le dolêk da, rast le ser sinûrî Êran û 'Êraq helkewtuwe. Wate layekî doleke, awedanî Qasmereşe ke le xakî Êran da helkewtuwe û layekey dî awedanî Nawzenge ke le xakî 'Êraq daye. Girûpî Talebanî le Xirî Nawzeng xanûy cor be corî saz kirdbû û le dawênî çîyaş da eşkewtî piçûk hebûn ke bo xo heşardan kelkyan lê werdegirt. Hawînan ke hewa gerim da dehat, le nawçeyekî sersewz û cuwanî ke le qedpalî kêwî bû tawlyan hel deda yan le kepir kelkyan werdegirt.
Teşkîlatî Talebanî zor berbilaw bû û Yekêtîy Nîştimanî lewê defterî cor be corî hebû ke be karî sîyasî hîzb û mesele nîzamîyekan radegeyişt. Ew nawçeye hemîşe le şerî Kurdekan legel dewletî nawendî da kelkî lê wergîrawe. Le her dolêk da nîşaneyek le bûnî rewtêkî sîyasî hebû. Tenanet Hîzbî Şîw'î 'Êraq ke rewtêkî kon bû lewê defterî hebû.
Legel Muhsîn û yek dû hawrêy dîke çûyne lay Celal Talebanî. Ew le dîtnî min zor xoşhal bû û gutî hawrêy hawbeşman heye ke le dîtnî min xoşhal debin û baştir waye wulamyan lê binêrê bên. Le naw ew kesaney ke hatin bo dîtnî min detuwanim nawî Newşîrwan Mistefa, berpirsî Komeley 'Êraq bînim ke le dostanî konim bû, cîge lew Fereydûn 'Ebdulqadir û kake mulazim 'Umerîş hatin bo dîdarî ême.
Şewket: Ewan berpirsyaretyan çi bû?
Keşkolî: Le zimanî 'Erebî da be sîtwan delên mulazim. Kak 'Umer le rabirdû da sîtwanî erteşî 'Êraq bibû û le xizmetî erteş ray kird bû, belam her be nawî mulazim 'Umer bangyan dekrid. Ew berpirsî giştîy nîzamî Komeley 'Êraq û le rastîda berpirsî nîzamî Yekêtîy Nîştimanî Kurdistanî 'Êraq bû. Duktur Kemal Xoşnawîş hat bo dîtnî ême. Ew lew lawe kurdane bû ke xwêndinî xoy le Yuguslawî tewaw kirdbû û yek le berpirsanî Komeley 'Êraq bû.
Emin lew dîdare da basî neberdî çekdaraney Başûrim [neberdî Qeşqayîyekan, H.Q] bo kirdin û be se'atan qiseman kird. Şewêk bû le bîr nakrê. Duway maweyekî dirêj jîyan le helumercî dijwarî jîyan le kempî 'eşîretî Qeşqayî û rojanî pir le herasî nihênî bûn le Taran, bo carî yekem hestim be hêminî û aramî dekird. Mîwanî şêw ta direnganêk berdewam bû. Şew direnganêk katêk mîwanekan royiştin. Talebanî daway lê kirdîn bimênînewe û giftugoy legel bikeyn.
Şewket: Sebaret be çî qisetan kird?
Keşkolî: Le ser zor şit qiseman kird. Ew amajey kird be rabirdû û gutî: 'Zor car gutbûm ke barudoxî Êran payedar nîye û werne Kurdistan. Êsta hatûn, pê û qedemtan le ser çaw, belam bo awa direng hatin? Êsta hemû hêze opozîsyonekanî Êran le Kurdistanin û penayan bo êre hênawe.'
Şewket: Kameyek le girûpekan le Kurdistan bûn?
Keşkolî: Girûpî Eşref Dêhqanî, Yekêtî Komonîstekanî Êran, Çirîkekanî Fîdayî Xelk, Rêgay Kirêkar û Hîzbî Rencberan. Helbet Komele û Hîzbî Dêmokratî Kurdistanî Êranîş wekû dû rewtî gewre le wênderê bûn.
Şewket: Êwe çi meseleyektan hêna gorê?
Keşkolî: Muhsîn Rîzwanî pêşnşyarî kird le derecey yekem da sebaret be çilonayetî pêwendîy Hîzbî Rencberan legel Hîzbî Dêmokratî Kurdistan û Komele qise bikeyn û bizanîn debê çi bikrê? Çunke lewetî hawrêyanî ême hatbûne Kurdistanê tenê carêk, ewîş be helkewt, 'Ebdula Muhtedî berpirsî Komeleyan dîtibû ke bo encamdanî karêk hatbuwe çadrî Talebanî, û be pêy pêkêştî Talebanî qubûlî kird bû çend qiseyek be kurtî legel Rîzwanî bika. Taze ew dîdare kurteş, ew corey ke Rîzwanî deygêrawe zor wîşk û resmî bibû û çi akamî lê nekewtbuwewe.
Şewket: Muhsîn çi dawayekî kird bû?
Keşkolî: Biryar wa bû jimareyek le hawrêyanî ême bên bo Kurdistan. Muhsîn daway le 'Ebdula Muhtedî kird bû le nifûzî Komele kelik werbigrê û bo ragwastinî hawrêyanî ême bo Sine û nawçey dîkey Kurdistan. 'Ebdula Muhtedî gutbûy debê ew daxwuwaze legel rêberanî Komele bihênête gorê û duway maweyek wulamî dabuwewe ke Komele deretanî ragwastinî endamanî Hîzbî Rencberanî bo Kurdistan nîye.
ew katey ke wek serokkomar serî Parîsî da bû
Şewket: Aya ew wulame le ber ew sîyasetey bû ke Hîzbî Rencberan le rabirdû da le ast rêjîmî Cimhûrî Îslamî weberî girtibû?
Keşkolî: Ewe dû meseley cîyawaze. Hîzbî Rencberan le sîyasetekanî xoy da be nîsbet rêjîm heley kirdbû. Belam lew hekewtey ke êmey têda bûyn, takuteraman de metirsî dabûn. Rîzwanî daway hawkarî sîyasî le Muhtedî nekirdbû û ew meselane debê le yektirî cwê bikrênewe. Waq'îyet ewe bû ke ême rast le ber ewey xoman deretanî ragwastinî hawrêyanman nebû, zoryanman le dest da û ew îmkane hebû ke ta radeyek pêşî ewe bigîrê. Komele le Kurdistan û be taybetî le Sine û Seqiz nifûzî hebû.
Helsukewtî Hîzbî Dêmokratî Kurdistan legel ême birêk cîyawaz bû bo wêne payekanî hîzb û pêşmergekan le Nexede zoryan yarmetî ême da. Ew yarmetîyane xalbe xocoş bûn û şayed rêberayetî hîzb lêy agadar nedebû.
Şewket: Yanî le rêberanî hîzbyan deşardewe?
Keşkolî: Neyan deşardewe. Belam ew yarmetî dane le layan ewende asayî û xoriskî bû ke renge guzarişyan nedekird. Bo payekanî Hîzbî Dêmokratî Kurdistan, ew core yarmetîye, şitêkî kem û însanî bû.
Dirêjey heye…