Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (38)

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 18 Tîrmeh 2020 - 12:55

Goşeyek le Mêjûy Bizûtnewey Çepî Êran
Le Qalbî Beserhatêk da
Beşêk le kitêbî Siyaweş Parsanejad
Neşrî Nîma , Êsên – Elman çapî ewel – Jûyiyey 2002

Duway ew neberdane Talebanî û erteşekey bo serdanî nawçekanî jêr deselatî xoy û dilgermî layengiranî destyan kird be rêpêwanêkî dirêj. Min u Xatemîş [mebest Muhsîn Xatemî ye, H.Q.] legel pêşmergekanî ‘Ebas bûyn. Lew leşkirkêşîye da hemû piyade bûyn cige le Talebanî xoy ke le ber cestey gewre û qelewî xoy ney detuwanî bo mawey dirêj be pêyan birrwa. Be rojan berêwe bûyn û nîweroyan û şewane bo nan xwardin û mandûyî der kirdin le dêyekanî ser rê laman deda. Resim awa bû ke kesêk pêşmergekanî be gurûpî çuwar ta pênc kesî dabeş dekird û her gurûpey deçuwe malêk û xawen maleke erkî ewe bû, be nabedilîş bê, mîwandarîyan lê bika. (Coreyek malîyat) ewe resmêk bû ke le salanî dûr û dirêjewe le Kurdistan hebû.
Katêk ke quşûn geyişte bendawî Derbendîxan û deryaçekey pişt ew sede. Emin lew germa taqet pirûkêne da bê ewey bo xom bizanim rût bûmewe û le awim da û çûme nawerast deryaçeke û melem kird. Ew kirdeweye ke le Urûpa zor asayî û bawe, le ruwangey Kurdekan ewende qaremanane bû ke le gêranewe naye. Katêk hoyekeym pirsî şîyan kirdewe ke Kurdekan zor le aw detirsin û kesanêk ke le neberd da awa merdane şer deken û çi bakyan le gule nîye, eger le rêpêwan da bigene çomêk nawêrin lêy bipernewe û hênde deron ta bigene pirdêk.
Nuxteyekî çawrakêşî dîke eweye ke Kurdekan bakyan le yektirî nebû û qet boçûn û bîruray xoyan nedeşardewe. Azadane legel yekdî gengeşe û giftugoyan dekird bê ewey ewe leber çaw bigrin ke le şwêneke da hêz be dest kêye. Hîçkes ewanî le ber derbirînî bîruray dijberane rawedû nedena. Dêmokrasîyekî xo ruwaw le dilî komelêkî nîwe ‘eşîretî – nîwe fêodalî da.
Duway tewawbûnî neberdekan û geranewey Talebanî bo Bekreco, legel Kurde Êranîyekan û hêzekanî jêr fermandeyî Qadir Kokoyî û her weha hêzêkî çend sed kesî le jêr fermandeyî kak “Hamîd” [debê mebestî le Hamîdî Hacî Xalî bê, H.Q.] geraynewe bo Helebce. Kak Hamîd yekêk le fermande gewrekanî Talebanîyekan bû û be nîsbet ewanîdî piley fermandeyî hebû. Lew tarîxewe be duwawe hêzekanî Talebanî îdî bergirîyan nedekird, belkû destyan kird be pelamar bo ser hêzekanî Barzanî û lenaw birdinyan.
Pole dersîyekanî min bo gurûpî Êbas dîsan destî pê kirdewe u Kurde Êraqîyekanîş meylyan derbirî bo beşdarî lew klasane da. Kak Hamîd însanêkî behoş bû û hewlî deda le bûnî ême ewperî kelik werbigrê. Çak deyzanî ke le derse siyasîyekan giftugo sebaret be zanyarî giştî ke cêy serincî rûnakbîranî Kurd bû çî dest nakewê. Hewlî wî ziyatir bo fêrbûnî fenne nîzamîyekan bû be taybetî şere partîzanîyekan. Rojêk basî metelî pênc engustî Maom bo kird ke eger çend qamkan birîndar key rojêk goştezûn debnewe û eger yekyan bibrîyewe îdî şîn nabêtewe û le hêzî dujmin kem debêtewe û gutim ke êwe lêre hemû rojê xerîkî birîndar kirdnî qamkekanî dujminin. Eger le ciyat ew kare gişt hêzekanî xotan helgirin û be şew pelamarî yekêk le dêyekanî dirawsê biden, le sayey ziyadbûnî hêzî çirî xotan detuwanin ew dêye dagîr biken û hêzî dujmin le naw berin û le rastî da qamkêkî biperênin. Her ew qiseye ke derbirînî ziyatir le pênc deqîqey nexayand, buwe hoy goranî taktîkî nîzamî kak Hamîd û ew zorbey şewan be ko kirdnewey gişt hêzekanî jêr fermandeyî xoy le qerey dujminî deda û serkewtinî zorî wedest hêna.
Ew taktîke be faydeye akamêkî nerênîşî hebû, ewîş ewey ke Kak Hamîd be pêy raspardey Talebanî le neberdekan da beşdarî be ême nedekird le akam da le şewî ewto da le Helebce be tenê demaynewe û eger bêtû desteyekî dîke pelamarî Helebcey daba, hal û rojman diyar bû çi debê. Her wek ewey ke şewêk awaş bû belam le bextî xoşî ême ‘Ebas û şeş nefer pêşmergey kurdî Êranî le şarî da mabûnewe. Muhsîn Xatemî û min bo nanî şewê le malî yekêk le gewrekanî Helebce bangihêştin kira bûyn. Hêşta katêkî ewto tê neperîbû ke dengî muselsel û teqey tifeng beriz buwewe. Ême derprrîne derê û le sengerekanî dewru berî malekeman damezrayn. Lew nawe da ‘Ebas û şeş kes le takuterakeşî hatin. Le lay rûberû ra rîzêkî agrî zor dirêj berew lay ême le halî pêşrrewî da bû. Maneweman le senger da wek xokujî wa bû. Le rawêjêkî kurt da biryarman da ke şanoy neberdeke bikêşîne deşt. ‘Ebas û hawrêyanî le dû destey piçûk da û be teqe kirdin pelamaryan kirde ser dujmin. Ewan deyan gurand û cinêwyan deda û dujminyan tîz deda. Maweyekî nekêşa ke deşt xalî bû û dengî teqey dujmin nema. Duway se’atêkîş ‘Ebas û hawrêyanî geranewe. Şew bû û tarêk bû û me’lûm nebû ke çi buwe û boçî hêrişberan kişabûnewe. Tesewrî min ewe bû ke ewan hîsabî bûnî jimareyekî zor hêzyan le Helebce kird bê û zemanêk ke pelamarî gurûpêkî piçûk û awa bê bakane debînin, be şikî ewey ke ewe taktîkêkî nîzamî ye û hêzî serekî be duway ewanda pelamar dênê, meydanyan xalî kird. Renge taktîkî dujmin eweş bûbê ke be teqe û hêriş bo ser Helebce hêzekanî Kak Hamîd naçar biken bigerênewe şar.
Şewêkî dîke dîsan le nebûnî Kak Hamîd û hêzekanî da xeber hat ke hêriş dekrête ser Helebce. Ew şewe emin be tenê bûm û Xatemîş çûbû bo Bekreco. Cewanêkî hejde saley endamî Partîy Dêmokratî ser be balî mektebî siyasî be erkî xoy dezanî parêzgarî le min bika. Ême dû kes çûyne derewey şarî û le qûlayiyek da damezrayn û heta beyanî lewê maynewe. Hîç xeberêkîş nebû le dujimnewe. Lewey duwawe le katî awa da îdî le şar nedemamewe û legel hêze çekdarekan deçûme cebhe. Dîsan minyan le pişt cebhe dadena û parêzgaryan lê dekirdim û îznyan nededa ke biçme pêşewe.

Dirêjey heye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.