Rengê Newroz û biharê

Aslan ASLAN nivîsand —

Çarşem 9 Adar 2022 - 22:52

  • Di 8'ê Adara îsal de jî jin bi awayekî girseyî daketin meydanan û roja xwe pîroz kirin. Çalakiyên îsal jî bi heybet bûn.

Di 8'ê Adara îsal de jî jin bi awayekî girseyî daketin meydanan û roja xwe pîroz kirin. Çalakiyên îsal jî bi heybet bûn. Ji van çalakiyan em fêm dikin ka bê wê Newroza îsal çawa derbas bibe. Yan jî bi gotineke din, rengê Newrozê eşkere bû. Bi destpêka meha Adarê re jin daketin qadan, hem rengê Newrozê hem jî rengê biharê diyar kirin. Jinan bi çalakiyên xwe rengê jiyaneke nû ya bihar û Newrozê eşkere kir. Ji her devera Kurdistanê, heta Tirkiye û navendên Ewrûpayê bi sed hezaran jin li meydanan bûn. Ev çalakî di heman demê de li dijî faşîzm û dîktatoriya serdemê bûn. Hema bêje îro li tevahiya cîhanê qeyran heye û di vê qeyranê de jî herî zêde jin mexdûr dibin. Li deverên ku şer lê hene jî heman tişt heye. Bi taybetî dema ku mirov li rewşa Tirkiyê dinihêre ev yek hê bêhtir tê dîtin.

Li Tirkiyê polîtîkayên şerê taybet li ser jinê tên meşandin. Tacîz, tecawiz, fihûş û bikaranîna madeyên hişbir parçeyek ji vî şerî ne. Bi taybetî vê yekê jî li Kurdistanê pêk tînin. Her ku jinan hêza xwe mezin kir, êrişên li ser wan jî zêde bûn. Dewleta Tirk, ji bo ku vîna jinên Kurd bişikîne polîtîkayên qirkirinê li ser bedena wan û nasnameya wan zêde kirine. Dewlet ji bo ku nirxên çandî yên Kurdistanê tine bike, êrişên qirkirina civakî bi polîtîkayên qirêj didomîne. Dema vê yekê dike jî eşkere dike. Tevahiya rayedarên dewletê di nava vî karê qirêj de cih digirin. Yên dikin, nayên girtin û nayên dadgehkirin. Bi gotineke din, dewlet li pişta wan e û cesaretê dide wan. Çend bûyerên ku di van salên dawî de qewimîn jî mînakên wê ne.

Bi hatina AKP'ê ya ser desthilatdariyê re polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk derketin asteke din. AKP'ê bi dewleta kûr û veşartî, dewleta çete û mafya re li hev kir û şerekî berfireh li dijî Kurdan destpê kir. Li navçe û bajarên Kurdistanê ji bo ku di nav civakê de dizî, fihûş û tiryakê zêde bike, derfetên dewletê hemûyan seferber dike û êrişeke gelekî bi pîlan û rêxistinkirî dike. Di van êrişan de beriya her tiştî ciwan û jinên Kurd dike hedef. Ji bo van tiştan bi milyaran lîra pere tê xerckirin, bi deh hezaran xebatkarên şerê taybet tên perwerdekirin. 

Em dibînin ku çanda faşîzmê bûye tecawiz. Rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê li Kurdistanê li dijî zarok û ciwanan polîtîkayên tecawizê bi rê ve dibe. Yên vê dikin jî karmend, esker, polîs û rayedarên dewletê ne. Dewlet polês û eskerên xwe ji bo tecawizê dişîne Kurdistanê. Li aliyekî welatê me dagir dikin, li aliyê din dest davêjin jin û zarokên Kurdan. Faşîzm û qirkirin li ser çanda tecawizê dimeşin û li ser Kurdan ev yek tê kirin. Faşîzm û qirkirin tên wateya rejîma tecawizê. Tecawiza tê kirin ne bi tenê li dijî zarok û jinan e. Di şexsê zarokan de li ser

Kurdan hemûyan û civaka Tirkiyê û mirovahiyê tecawiz tê kirin.

Bajar û navçeyên ku Kurdbûn û Kurdayetî lê zêde ye, di hedefa dewleta Tirk de ne. Ji Geverê heta Dersimê, ji Nisêbînê heta Wan, Amed û Batmanê şerekî taybet li wan heye. Li van deveran, bi destê dewletê fihûş tê kirin. Kokaîn, eroîn û hebên tiryakê tên firotin û ev yek hemû jî bi destê polêsan di nava civakê de tên belavkirin. Li bajaran hebûna malên fihûşê, li dibistanan tacîz û tecawiza li dijî xwendekaran mînakên vê siyasetê ne. Şerê taybet ê li Kurdistanê li ser du lingan tê meşandin. Yek tacîz, tecawîz û fêrkirina madeyên hişbir, ya din jî di bin navê hezkirinê de hevaltiya bi leşker û polêsên Tirk re. Mirov dipirse, ka çima jineke Kurd dikare bi leşker yan jî polêsekî Tirk re hevaltiyê bike? Malbatên Kurd çawa dihêlin zarokên wan hevaltiyê bi leşker û polêsekî Tirk re bikin? Jixwe, gelek bûyerên tecawizê di bin navê hezkirinê de qewimîn. Dewlet bi xwe dibêje, li şûna keviran diavêje, bila fihûşê bike. Ji van gotinan jî em fêm dikin, ka bê şerekî çawa li dijî jinên Kurd tê meşandin.

Bûyerên tacîz û tecawizê rê li ber xwekuştina jinê jî vedikin. Çend mînakên wê jî van salên dawiyê qewimîn. Civaka ku dewlet dixwaze ev e. Yanî civakeke tecawizkar. Întîharên jinan ên li Kurdistanê jî encama vî şerê taybet in. Li dijî vî şerê taybet jî îsal jin careke din di 8'ê Adarê de daketin meydanan û nerazîbûna xwe anîn ziman. Jina ku rengê bihar û Newrozê diyar dike, wê rengê reş û tarî yê faşîzmê jî têk bibe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.