• Ji sala 2016'an ve dewleta Tirk şaredariyên Kurdan kirine armanca êrişên xwe. Dewleta Tirk sala 2016'an dest bi dagirkirina şaredariyan kir. 

Ji sala 2016'an ve dewleta Tirk şaredariyên Kurdan kirine armanca êrişên xwe. Dewleta Tirk sala 2016'an dest bi dagirkirina şaredariyan kir. Wê demê, hevserok, parlamenter û hevşaredarên HDP'ê jî hatin girtin. Piştî wê pêvajoyê, rejîmeke qeyûman hat dîtin. Di hilbijartinê de şaredarî dikevin destê gel, lê dewlet wan dagir dike.

Beriya bi 3 salan tam di vî wextî de dîsa şaredariyên bajarên mezin ên Mêrdîn, Wan û Amedê hatin dagirkirin.

Dewletê dest danî ser şaredariyê û darbe li dijî îradeya gel pêk anî. Piştre jî vê siyaseta desteserkirinê berfireh kir. Hema bêje tevahiya şaredariyên HDP'ê dagir kirin. Dagirkirin jî ne bes bû, vê carê hilbijartiyên gel jî avêtin zindanan. Hê jî ew hilbijartî ango hevşaredar di girtîgehan de ne. Yên hatin berdan jî ceza li wan hate birrîn.

Dewletê, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi vê yekê hilbijartin jî bêmane kir. Heger tu yê dest deynî ser îradeya gel, wê demê çima tu hilbijartinê çêdikî. Bi milyonan kes çûne ser sindoqan û îradeya xwe hilbijartine.

Bi vî rengî baweriya xelkê bi hilbijartinê jî nehiştin. Îradeya 5 milyon hilbijêrî desteser kirin.

Bi rejîma qeyûman re polîtîkaya înkar û asîmîlasyonê ya dewleta Tirk ku bi sedan sal in didome, gihîşt asteke bilind. Karê destpêkê yê qeyûman jî daxistina tabelayên bi Kurdî yên li ser avahiyên şaredariyan bû. Piştre navên Kurdî ji her derê birin. Navendên çandê û yên jinan girtin. Bi hezaran xebatkarên şaredariyê ji kar derxistin. Li şûna wan jî kadroyên AKP'ê bi cih kirin. Qeyûmên dagirker deynekî mezin ji şaredariyan re hiştin.

Ango şaredarî di bin deynan de hiştin. Bi vî rengî talaneke mezin dan destpêkirin. Şaredarî wekî ku mal û milkê AKP'yiyan bin, tevgeriyan û her tişt berba kirin. Şaredariyên ku yên gel bûn, talan kirin. Çiqas dizî û gendelî hebe, di şaredariyan de kirin. Ev yek jî fermiyeta dagirkeriyê bû.

Qeyûmên talanker ên dewleta Tirk piştî ku dest danîn ser şaredariyan, sazî û navendên girêdayî wan girtin.

Çiqas navendên jinan hebûn, hemû girtin. Bi vî rengî destpêkê jin kirin hedef. Yek ji hedefa qeyûmên dagirker jî zimanê Kurdî û nirxên Kurdan bûn. Qeyûmên AKP'ê zimanê Kurdî ji ser tabelayên rakirin, li şûna wan tabeleyên yek zimanî û alên Tirk hildan. Qeyûman her wiha navên taxan ên bi Kurdî rakirin û navên Tirkî li wan kirin.

Qeyûmên dagirker bîrdarî û peykerên Kurdî jî rakirin. Dijminatî li hunerî jî kirin. Bi sedan xebatkarên çand û hunerî ji kar avêtin. Bi dehan festîval qedexe kirin. Çalakiyên wekî pêşangeh, perwerde, nîşandana film û şanoyan qedexe kirin. Bi vî rengî li Kurdistanê her tişt qedexe kirin. Qeyûmên dagirker şaredarî veguherandin qereqolan. Li baxçeyên şaredariyan her tim wesayîtên şer, TOMA û wesayîtên zirxî hene. Li ber deriyên şaredariyan û di hundirê avahiyan de polêsên tîmên taybet hene. AKP´ê tiştê dixwest, bi hilbijartinan bi dest nexist; wê hewl da bi zorê û bi tayînkirina qeyûman wê bi dest bixe.

Çiqas xerabî û dizî hebe, li wan şaredariyan kirin. Yên ev yek kirin jî qeyûmên AKP'ê ne. HDP'ê her carê bi rapor û belgeyan ev yek eşkere kir. Mufetîşên dewletê jî cih dan vê rastiyê, lê tevî vê yekê jî vê siyaseta qeyûman didomînin. Li hesabê wan nayê ku şaredarî bikevin destê gel û gel xwe bi rê ve bibe. Lewma jî ji şaredariyan dest pê kirin û rejîma qeyûman li tevahiya Tirkiyê belav kirin. Îro li Tirkiyê rejîmeke qeyûman heye.

Bi qeyûman rektoran tayîn dike, bi qeyûman pergala xwe dimeşîne. Yên doh bêdeng mabûn îro êşa wê dikişînin, yên îro bêdeng dimînin jî wê sibê êşa wê bikişînin. Ev roj li pêşiya wan e jî. Ji bo vê yekê bêdengiya li rejîma qeyûman rê li ber faşîzmê vedike. Ji bo bidawîkirina faşîzmê jî helwêsteke cidî lazim e.