Qirkirina jinan

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 2 Îlon 2021 - 04:23

Li seranserê cîhanê qirkirina jinan pêk tê. Îro li dijî jinan şer hatiye ragihandin û li her derê jin têne qirkirin. Dema ku em li ajansên nûçeyan dinihêrin, bi dehan bûyerên li ser jinan hene. Yan tecawuz, yan tacîz, yan jî qetilkirin. Her roj ev nûçe hene. Ev nûçe, tenê ew in ku em bi wan dihesin. Lê ji bilî wan jî bi dehan nûçe hene û em bi wan nehesiyane.

Dema ku em li rewşa Tirkiyê binihêrin, ev yek wê baştir were dîtin. Ji ber ku roj tineye li wî welatî jin neyên qetilkirin. Pergalek heye ku li ser kuştin û wêrankirinê hatiye avakirin. Yê ku li ser desthilatdariyê ne, dijminatiyê li jinan dikin. Lewma jî endamên wê dewletê li gorî rêveberên xwe tevdigerin. Yên jinan dikujin jî cesaretê ji desthilatdariyê digrin. Ew dizanin ku nayên girtin. Eger werin girtin jî nayên cezakirin. Li dijî jinan bi awayekî eşkere şer tê meşandin. Di vî şerî de jî tevahiya dewleta Tirk kirin û gotina wî yek in. Ji çapemeniya wê heta rayedarên wê, bi heman zêhniyetê tevdigerin. Di çapemeniya Tirkiyê de ev yek bêhtir tê dîtin. Lewma ev jî rûyê dewletê nîşan dide. Ji filmên Tirkan heta bernameyên wan, tişta ku layiqî jinan dibînin, yan hevjînê mêrê xwe ye, yan jî xulamtiyê ji hevjînê xwe re dike. Bi vî rengî filman çêdikin û civakê dixin heman pozîsyonê. Rojname û ajansên wan jî bi heman rengî tevdigerin.

Zêhniyeta ku jinan kole dibîne, ne tenê li Tirkiyê ye. Îro li gelek welatên cîhanê jî heman tişt heye. Pergala mêtinger û kapîtalîst vê zêhniyetê li her derê belav dike. Welatên Ewrûpayê ku xwe wekî paytextên demokrasiyê bi nav dikin jî heman tiştî dikin. Îro li Ewrûpayê jin û mêr di şert û mercên wekhev de kar nakin. Heqdestê jinan û yên mêran ne wekî hev in. Heger li Ewrûpayê rewş bi vî rengî be, îca li Tirkiyê û welatên Rojhilata Navîn li rewşa jinan bifikirin.

Niha li Efxanistanê rewşa jinan hê bêtir li pêş çavên cîhanê ye. Talîbana ku dijminê jinan e, bûye desthilatdar. Li pêş çavên cîhanê pergaleke ku dijminatiyê li jinan dike, dimeşîne. DAIŞ'ê jî beriya bi çend salan ev yek kir. Li Şengalê û gelek deveran berê xwe dan jinan. Jin revandin, qetil kirin, li bazaran firotin û hewl dan rûmeta jinê bişkînin. Tişta ku DAIŞ'ê kir li hesabê mêtîingeran jî dihat. Lê DAIŞ têk çû. Îro jî Talîban heye û li Efxanistanê li pêş çavên dinyayê zilmê li jinan dike. Yê ku rê li ber Talîbanê vekir jî hêzên kapîtalîst û mêtinger in. Emerîka û Ewrûpa ku xwe wekî demokrat didin nîşan, destûra vê yekê didin. Rewşa jinên li Efxanistanê parçeyek ji şerê taybet ê dagirkeran nîşan dide.

Îro li her dera cîhanê jin di nava şer de ne. Ev şer jî zêde nakeve rojevê. Li her derê em nûçe û agahiyan dibihîsin. Lê dema ku em van agahiyan kom dikin, tê dîtin ku komkujiyên li dijî jinan hene. Jin tên qirkirin. Çapemenî û ragihandin li ser vê mijarê nasekinin. Wekî nûçe û bûyerên ji rêzê û rojane pêşkêş dikin. Heger em qala şerê cîhanê yê sêyemîn dikin, yên herî zêde mexdûr dibin, jin in. Jin li her derê dibin hedefa êrişan. Li mal û kolanan tên qetilkirin. Wêneyê ku pergalê ji bo jinê xêz kiriye, ev e. Ew dixwazin jin di bin fermana mêran de bin û li gorî wan tevbigerin. Ji bo vê yekê ye, îro Erdogan û desthilatdariya wî dikarin hespê xwe bibezînin. Hêzên dagirker û mêtinger dîktatorekî wekî Erdogan dixwazin.

Bêguman li dijî vî şerî, jin li ber xwe didin, lê têrê nake. Pêdivî bi eniyeke hevpar heye. Çawa ku êriş pirralî ne, divê têkoşîn jî pirralî û berfireh be. Jinên Azad îro pêşengiyê li vê têkoşînê dikin. Ji Rojava heta Şengalê û gelek deverên Kurdistanê, jinan hêza xwe nîşan daye. Ji aliyê eskerî, siyasî û aborî rêxistinbûneke jinan heye. Ev eniya rêxistinbûyînê çiqas berfireh bibe, ewqasî qirkirina jinan wê kêm bibe. Çawa ku bi pêşengiya jinan dawî li DAIŞ'ê hat, îro jî ev hêz heye û dikare dawî li pergala qirker bîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.