• Qesra Îshaq Paşa di dîroka me ya devkî û nivîsandî de hê jî bi hemû payeberziya xwe ve zindî ye, mina ku bêje; „zimanê kurdî ez im!“. Her dem roleke bingehîn lîstîye.

Qesra Îshaq Paşa di dîroka me ya devkî û nivîsandî de hê jî bi hemû payeberziya xwe ve zindî ye, mina ku bêje; „zimanê kurdî ez im!“. Her dem roleke bingehîn lîstîye. Deme mirov li wêneyê wê jî dinêre, xweber hîs dike ku hê jî bi dengê helbestên Ehmedê Xanî û stranên Evdalê Zeynikê û Şêx Silê Êzdî olan dide. Ev qibleya wêje û dengbêjiya Kurd ya zindî ye. Hekarî, Serhed û Amed di razê xwe de gihandiye hev, Îhsan Nûrî Paşa kiriye mêvan û bûye bingehê bîra me. Wê nasîn xaleke xwenasînê ye. Em îro bi agahiyên kurt wê bidin nasîn.

Qesra Îshaq Paşa li Bazîda pişta xwe daye çiyayê Şêresurka berê xwe daye berziya xwedayî çiyayê Agirîyê ku li cihane weke „Araratê“ olan daye. Qesr bi qasê 7 kilometre li başûrrojhilatê Bazîda nû û li ser gire şaxekî rêzeçiyayê Şêresûrka û li palpişta Bazîda kevn hatiye avakirin.

Qesr sala 1785’an di bin serweriya Îshaq Paşa de tê lêkirin. Kurdbûna Îshaq Paşa, di her warî de xurtbûna vê serweriya heremî, lêkirina qesreke wiha mezin, pêşwazîkirina şandeyên welatan, Osmanî tirsandibû, ji wê navbera wan gelek aloz bû, lê hêza wî nedigîhîşt Osmaniyan.

Padîşahê Osmanî yê demê bi darê zorê ew ji bo demeke sirgûnê Hesenqelê kiribû. Ew li wir çû ser dilovaniya xwe. Piştê wî neviyê wî Surmelî Mehmet paşa serweriya heremê û qesrê bi dest dixe. Di şerê Kozanê de jî, li dijê Kozaniyan piştgiriya Osmaniyan dike. Hêjayê gotinê ye ku mirov bêje, serweriya Kozanê ku di dîroka Tirkan de wek Kozanogullari derbas dibe, di destê yekitiya eşîrên Kurdan bû, li dij Osmaniyan serî hildabûn û serkeftî bûn. Lê Kurd li dijê Kurdan. Ev şer bi sitrana Evdalê Zeynikê „Wer Xozanê“ di nava gelê me de nav û dengê veda.

Qesr gelek mezin e li ser zemîneke 7600 metre kareyî bi mezinahiya 50,00 x 115,00 metreyî hatiye avakirin. Di mimariya avakirina qesrê de awayê avahîsaziya wê serdemê li tevahiya Rojhilata Navîn serdest bû hatiye bikaranîn. Tirk vê ji avahîsaziya Selçîkiyan re dike mal, lê ev rik ne rast e, tenê avahîsaziya wê serdemê ye. Mînak hunera di çêkirina dergaha qesrê de hatiye bikaranîn wek hunera Ampîrî tê nasîn ku li Ewropayê ev huner sedest bû. Tevahiya ornament, çîn û nexşên li dora çengên dergaha qesrê yê aliyê der di bin wê bandorê de ye. Di şerê Osmanî-Rusan ya di salên 1877-1878 Rûsan derîyê dergahê yê zêrîn birine, ew derî niha di Muzeya S. Petersburgê de ye.

Aliyê hundur jî bi heman awayî hatiye nexşandin û lê jûreke çavdêrî û kontrolê heye. Hima li pey dergahê odeyeke çarnîşk heye, di dîwar de jî bi heman awayî kaniyekê hatiye çêkirin. Di bodruma bin wê odeyê de jî odeyên dergahvan û lewendên parastinê hene. Hawîrdora hewliya dudayan jî, ji lîvanên mêvan pêşwazîkirinê bigire ta daîreya Mabeynî, hetanê cihê malê, herem û cihên civata mêran heye. Her wiha mizgeft, pirtûkxane û xwendegeh jî heye. Bi gotareke wiha kurt qesreke wiha mezin û di dîrokê de tê nasîn venivîsandin ne destdayî ye. Ev agahiyên kurt yê di derbarê avasaziya wê de bes e. Em vegerin ser dek û dolabên Osmaniyan û rastiya malbata Îshak Paşa.

Nasnameya Îshaq Paşa

Dagirkerên Tirk bi fend û fûtan her kesî berê dike nizanim çi boyû (êl), dû re jî bi Tirkan ve girê didin. Lê ji sedî 99‘ê wan derew in. Di mijara Îshaq Paşa de jî vê dikin. Dewleta Tirk, nivîskar û lêkolînerê wan bi her awayî hewl didin ku Îshaq Paşa bi rêya Çildir û eşîra Ahîska bibe bi Tirkan ve girêbide. Ahîska ne Tirk in, gelekî Kafkasî ne, navê wan yê rast „Meşete“ ye. Yê bi Rûsî, Gurcî, Daxistanî (Tete) û yên bi Tirkî diaxivin jî hene. Ev mijar li aliyekê, ti têkiliya Îshaq Paşa bi ahîska mahîska re tine. Îshaq Paşa ji eşîra Kurd Bêskî (Bêsîkan) ye (lêkolînên kesayetiyên wek Sürmelî, Özmen, Sarayhanoglu û îro jî hê neviyên wan hene û bi Kurdî diaxivin). Dayîka wî jî ji eşîra Rêdkan e. Hê jî ev eşîrana xwedî lê derdikevin. Evdalê Zeynikê di strana xwe ya ji bo kurê Surmelî Mehmet Paşa Evla Beg (Mîrê Zirav) çêkiriye de behsa Gulî Gever Axa û Huseyîn Axa dike. Ev axayana jî ji eşîrên navborî ne. Vê eşîra Bêskî di avakirina „Dewleta Merwaniyan“ de jî cih girtiye. Hin eşîrên di avakirina Merwaniyan de cih girtin, ev in; Berazi, Redki, Bojiyan (Botan?), Bêski (Besiyan), Dilxêri, Banoki, Zikziyan û eşîra Hewêdî. 

Dîsa hêjayî gotinê ye ku mirov bêje. Di serdema Ehmedê Xanî li Bazîdê dijiya de kalikê Îshaq Paşa li vir serwer bû û her tişt bi Kurdî bû, Ew xwe li wir digire û xebatên xwe li wir didomîne. Yanî mîrîtiyeke xas Kurd e. Di dema neviyê Îshaq Paşa Surmelî Mehmet Paşa de jî jiyana qesrê bi Kurdî bû, hemû mîr û begên Kurdan xwe li wir digirtin û di dîwana dengbêjan de gelek dengbêjên navdar diciviyan hin ji wan ev in:

Evdalê Zeynike, Gulê, Şêx Silê û hin dengbêjên Rojhilat.

Mixabin ku Surmelî Mehmet Paşa di destpêka sedsala 1866- 1870 an de bi nexweşiya vebayê kiras diguhere. Anegorî agahiyên berdest; li heremê nexweşiya vebayê bi rengê pandemî bela dibe, ev nexweşî derbasê qesrê jî dibe û nevîyê Îshaq Paşa Surmelî Mehmet Paşa jî bi wê nexweşiyê cihana xwe diguherîne. 

Strana Evdalê Zeynikê ya li ser mezinên eşîra Bêskî û Rêdkan:

Ey mîr
Hayde bavo...Axayo de siyar be
Mîrê min siyar be
Ji siyara siyarekî rindî karîbar be.

Di ser dilbijûyê Erebî hûr da xar be
Di wêrana Deveboynê da xar be
Şayol li milê teyî rastê ye, nêzîk e
Lêxe, di Sînega Êzdiya ra
Di Çemçê ra, di warê Huseyîn Axa de xar be
Li ber derê Gulî Cewar Axa
Axayê Torina Kose û Huseyîn Axayê Çongdeve peya be
Fîncanek qawe vexwe
Bira can û bedena te belav be
Bira ji bona kekê min zewq û şîfa be...