Qedera Tirkiyê û Başûr

Aslan ASLAN nivîsand —

Çarşem 24 Mijdar 2021 - 23:34

  • Li Tirkiyê ev çend roj in, nerazîbûna li dijî krîza aborî heye. Vê nerazîbûnê bi çalakiyan xwe daye der. Lê krîz ne ya niha ye.

Li Tirkiyê ev çend roj in, nerazîbûna li dijî krîza aborî heye. Vê nerazîbûnê bi çalakiyan xwe daye der. Lê krîz ne ya niha ye. Ji roja ku desthilatdariya faşîst a Erdogan û Bahçelî dest bi şer kirine ev krîz heye. Wan digot, di nava demeke kin de tevgera azadiyê ya Kurdistanê wê tine bibe, HDP tesfiye bibe û qaşo muxalefet jî bêdeng bibe. 

Lê encam ne wilo bû. Ji sala 2015'an û vir ve li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berdêlên giran hatin dayîn. Gelek bûyer qewimîn.

Bi dehan komkujî çêbûn, parlamenter û hevserokên HDP'ê hatin girtin. Şaredariyên Kurdan hatin dagirkirin û goristanên şehîdan hatin bombekirin. Bajar û navçeyên Kurdan bi erdê re kirin yek û girtîgeh tijî kirin. Lê ev gel netirsiya û nesekinî.

Gerîla jî tesfiye nebûn û derban li dagirkeran dixin.

Di encama vî şerê giran de îro krîz derketiye. Yanî ne ku dolar firiyaye, şer giran bûye. Artêşa Dewleta Tirk û çeteyên wê ji Garê heta Heftenîn, Zap, Avaşîn û Metîna xwe ceribandin û ti encam bi dest nexistin. Li gorî hesabê Erdogan, îsal wê derbeke giran li PKK'ê ketibûya û di encama wê de jî hilbijartin bikira. Lê hesabê wî li hev derneket. Îro jî berdêla vî şerê giran xelkên Tirkiyê didin. Rayedarên dewletê her tişt buha kirine û dixwazin di encama wê de xwe ji buhabûna dolar û euro bifilitînin. Lê ew çi dikin jî çênabe. Ji ber ku pereyekî zêde li şer xerc kirine. Roj û saet tineye ku balafirên şer ranabin û Kurdistanê bombe nakin. Ewqas çete û cebilxane hemû ji bêrîka xelkê derdikeve. Bi bacên xelkê ev şer tê meşandin. Lê encama vî şerî tineye. Ti feyde ji xelkên Tirkiyê re neaniye.

Erdogan kir û nekir, nekarî li qadên gerîla encamê bistîne. Ewqas çekên kîmyewî, gazên jahrê û sîlehên qedexekirî jî bi kar anîn, lê dîsa jî encam tineye. Ji ber vê yekê berê xwe dan Rojava. Erdogan hesab dikir ku îsal jî li dijî Rojava tevgereke dagirkeriyê bide destpêkirin. Lê xuya ye ku destûra wî nedan. Heger çûbaya Rojava wê li wir jî heman encam dîtiba. Ji ber ku vî gelî û şervanên gel biryara jiyaneke azad daye. Encam çi dibe bila bibe, paşve gav wê neyê avêtin.

Em îro dibînin ku yên herî zêde li ber xwe didin, Kurd in û her wiha yên bi wan re dimeşin. Ev çend roj in li bajarên Tirkiyê jî nerazîbûna gel dest pê kiriye. Daxwaza wan çalakgeran jî ew e ku hikûmet îstîfa bike. Her kes dizane ku ev hikûmet ti carî îstîfa nake û bi hilbijartinê jî naçe. Erdogan û ekîba wî ya şer heta dawî di şer de israr dikin. Tifaqeke faşîzmê ava kirine û armanca wan jî destpêkê tinekirina Kurdan e. Eger xelkên Tirkiyê vê rastiyê bibînin, dikarin dawî li vê ekîba faşîst bînin. Yanî divê sedema vê krîzê baş bixwînin û fêm bikin. Krîza heyî ji ber şerê li dijî Kurdan derketiye. Heger ew çalakger vê yekê nebînin, wê di nava çend rojan de dîsa li cihê xwe rûnin.

Encama krîza heyî bandora xwe li Başûrê Kurdistanê jî nîşan daye. Çawa ku rêveberiya li Başûr dest da milê faşîzmê, qedera wan jî bûye yek. Eger rêveberiya li Başûr bi Erdoganê faşîst û dagirker re hevkarî nekiribûya îro xelk ranedibû. Îro gelek deverên başûr bûne parçeyek ji Tirkiyê. Îsal ewqas çekên kîmyewî li ser wê axê hatin bikaranîn. Lê dîsa jî wê rêveberiyê dengê xwe nekir. Ewqas dizî û talanê dikin û xelkê birçî dihêlin. Li Tirkiyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê çi dike, li Başûr jî heman tişt heye. Li wir jî xelk tê girtin û cezakirin. Heger rê û rêbaz yek bin wê encama wê jî yek be. Rêveberiya Başûr dijminatiyê li Kurdan û welatiyên xwe dike. Lewma jî ew xelk nabe ku bêdeng be. Yên faşîst û zalim heta hetayê wê li ser desthilatdariyê nemînin. Wexteke hindik maye ji bo çûyîna wan. Niha jî wexta wê ye ku her kes li dijî faşîzmê bibe yek û vê qederê nas neke. Erdogan jî û hevkarên wî jî wê zû neçin, şandina wan di destê gelan de ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.