Beriya bi 42 salan Partiya Karkerên Kurdistanê PKK hat avakirin. Damezirandina PKK'ê bi rewşa Kurd û Kurdistanê re têkildar bû. Eger em li beriya bi 42 salan vegerin, di wê demê de navê Kurd û Kurdistanê li meydanê tine bû. Bi dehan raperîn û serhildanên Kurdan bi komkujiyan hatibûn tepisandin. Ji bo ku Kurdan tine bikin gelek komkujî hatin kirin. Li Dêrsim, Qoçgirî, Geliyê Zîlan, Newala Qesaba, Helebce, Roboskî û bi dehan bûyerên bi vî rengî. Kurd bi awayekî komî hatin qetilkirin. Pêşeng û Rêberên Kurdan hatin darvekirin û tirbên wan jî hatin tinekirin. Ji bo ku navê Kurd û Kurdistanê ji meydanê rakin, bi dehan peymanên navneteweyî çêkirin. Piştî ewqas êş û azaran, kesî nema karîbû navê Kurd û Kurdistanê anîba ziman. Tam jî di wextekî wiha de PKK daket meydanê. Çend şoreşger li Enqerê hatin cem hev û ji wê derê jî berê xwe dan Kurdistanê. Pêşengê vê koma ciwanan jî Rêber Apo bû. Rêber Apo û hevalên wî yên xwendekar rewşa Kurd û Kurdistanê baş fêm kiribûn û ji bo vê qederê biguherînin zend û bend vemalîn.
Pêşî bi navê Apociyan hatin naskirin. Lê bi demê re navê PKK'ê jî li dîroka Kurdan zêde bû. Bi derketina PKK'ê re lembeyek ji Kurdan re vebû. Kurdên ku di bîr û baweriya Kurdistanê de bûn, xwe nêzî PKK'ê kirin û xebitîn. Bi taybetî tevlîbûna xwendekaran zêde bû. Xwendekar, mamoste û rewşenbîran xwe nêzî PKK'ê kir. Ji ber ku gotin û kirinên PKK'ê hev digirtin, vê yekê baweriya xelkê bi tevgerê zêdetir kir. Çend ciwanên ku temenên wan 20-25 salî bû ji bo Kurdistanê ketibûn ser rê û hêviyeke mezin didan gel.
Dewleta Tirk ji bo ku PKK'ê tine bike, kadroyên wê avêtin zindanê. Li zindanan ew qetil kirin û êşkenceyên hovanê bi serê wan de anîn. Lê wan ciwanên ku hêviyên wan ji temenê wan mezintir bû, baweriyeke mezin da gel. Li zindanê serî netewandin û li çiyayan dest bi şerê çekdarî kirin. Ji bo ku heyfa dehan komkujiyan hilînin, dest bi çalakiyan kirin. Kurdên ku heta wê demê nekarîbûn li dijî dewleta Tirk dengê xwe bikin û ji xwe direviyan, vê carê jî li dijî dewletê şer dikirin. Ji 15'ê Tebaxa 1984'an bi şûn ve gerîla ketin nav gund û bajaran. Bi vê yekê re tevlîbûna nav refên gerîla zêde bû. Ji bo gerîlayên di şerê li dijî dagirkeriyê de şehîd dibûn, serhildan çêbûn. Di van serhildanan de jî keç û xortên Kurd berê xwe didan çiyayên Kurdistanê.
Êdî çiyayên Kurdistanê bûbû xilasiya ji zilma dewletê. Ew çiyayên ku ji destpêka dîrokê ve bûbûn stargeha Kurdan. Li deşt û zozanan, li çiya û bajaran navê PKK'ê hilat. Ji bo doza Kurd û Kurdistanê şoreşgerên ku ketibûn ser rê, hejmara wan gihîşt milyonan. Ji Amedê heta Qamişloyê, ji Mehabadê heta Hewlêrê navê PKK'ê û hebûna wê hat bihîstin. Dewleta Tirk dît ku vê tevgera azadiya Kurdistanê nikare tine bike, hewara xwe gihand Ewrûpa û Emerîkayê. Ji bo ku PKK'ê tine bikin, li Ewrûpayê li dijî xebatkarên wan dest bi komployan kirin û PKK xistin lîsteya rêxistinên terorê. Elmanyayê di sala 1993'an de xebatên PKK'ê li welatê xwe qedexe kirin. Dewleta Tirk jî bi tankên Elman li Kurdistanê komkujî kirin. 4 hezar gundên Kurdan şewitandin, vala kirin û 17 hezar welatparêzên Kurd revandin û qetil kirin. Ev yek bi hevkariya Ewrûpa û Emerîkayê çêbû. Ewrûpiyan sîleh firotin dewleta Tirk ji bo ku Kurdan qetil bike. Ev yek hê jî dewam dike. Yek ji sebebên ku dewleta Tirk Kurdan qetil dike ew bi xwe ne. Ji ber ku xwe li qetilkirin û girtina Kurdan kerr û kor dikin. Rê didin dewleta Tirk ji bo ku bajarên Kurdan dagir bike.
Dewleta Tirk û hevkarên wê rê û rêbazek nema ku li dijî PKK'ê û Kurdan neceribandin. Ew li bendê bûn ku piştî dehan raperîn û serhildanên din ên Kurdan, PKK jî tine bibe. Rêber Apo girtin, çênebû. Bi sed hezaran Kurd avêtin zindanan, lê dîsa jî çênebû. 50 hezar şehîdên vê dozê çêbûn, lê dîsa jî têk neçû û bi dawî nebû. Rêber Apo ji bo PKK'ê digot, çîrokek bê dawî ye.
Îca em li niha vegerin. Wê bê dîtin ka PKK'ê çawa ruhekî şoreşgerî da Kurdan. Bi PKK'ê re Kurd fêrî berxwedanê bûn. Jin bûn îradeya esasî û Kurd jî bûn hêzeke diyarker. Di nava 42 salan de gelek kes hatin û çûn, kesên digotin, em ê PKK'ê biqedînin ew bi xwe qediyan. Di encamê de hat dîtin ku PKK naqede û pîr nabe. Îro jî li cîhanê tenê PKK maye ku şoreşger û înternasyonalîst xwe lê digirin û têdikoşin. Ne tenê ji bo doza Kurd û Kurdistanê, çi kesên ku doza azadiyê dikin îro li cem PKK'ê ne.