Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (177)
hsghazi@gmail.com
Be asayî pêşmergekan zûtir le cûley dujmin û nizîk bûneweyan le layen cemawerewe agadar dekran. Lew nawe da cewanan û jinan her wek piyawan yarmetîyan deda. Komelanî xelik le beranber erteş û çirîke destnêjekan qaremanane xebatî siyasîşyan dekird. Le dêy "Sîsêr" katêk desteyekî nîzamî û çirîkî destnêj hatbûne ewê, jinêk çuwe serbanî û le wêwe cinêwî pê dan û bergirî le pêşmergekan kird. Ewan jinekeyan le serbanîyewe berdawe û destyan şikand. Ew katey pêşmergekan birîndar debûn erteşî dujmin gişt ew şaraney gemaro deda ke derfetî ewe hebû le wanewe derman bihêndirê û gişt ew kesaneyan depişkinî ke le şar derdekewtin. Sereray ew astengîyane cemawer û be taybetî jinan dermanyan le şaranewe der dexist deyangeyande pêşmergekan.
Werzêran azuqe û şwênî hawaneweyan bo pêşmergekan dabîn dekird. Ewan hemîşe be dilxwazî xoyan ew kataney ke pêşmergekan le naw dê da pişû deden û dehesênewe le dewr u berî dê pas deden. Birîndarekan û nexoşan le malî werzêran radegîran. Le beranber ewe da erteşî şaş destî le hîç sitem û dirindeyiyek le ast cemawer neparast. Ewan le dêyek bira û xuşkêkyan ke le malî xoyan da agadarîyan le birîndaran kird bû, be setlî awî kulîw pê dakirdin eşkence kird. Belam cemawer legel ew hemûwe sextîyaneş piştîwanîyan le bizûtnewe dekird. Nîweşewêk legel pêşmergekan çûyne malî werzêrêkî hejar, daway lê burdinman lê kirdin ke direng wexit carizman kirdûn û ew û xêzanekeyman wexeber hênawe. Ew wulamî dawe: “Xwênî min le xwênî êwe rengîntir nîye, êwe şer deken û giyanî xotan fîda deken, êmeş debê lanî kem ewey le destman dê le pênaw êwe da bîkeyn.” Komelanî xelik xawenî boçûnî siyasî û qûl bûn. Rojêk nûserî em guzarîşte le kêwêk zor be zehmet rêy dekird û her çend hengawêk ke deçû debû pişû bida, le katêkda ew werzêraney ke bo yarmetî pêşmergekan hatbûn sindûqî pirî cibexaneyan be kolewe bû, û be çust û çalakî le kêwî ser dekewtin. Kure şwanêkî cewan ew wez'e karî tê kirdbû rûy tê kirdim û gutî: “Birya destim şikaba, bo awa zû zû mandû debî.” Werzêrêk le katêkda sindûqêkî gewrey be kolewe bû le wulamî da gutî: “Ew le şar gewre bûwe û be sextî ranehatûwe. Ême debê sipasî bikeyn ke le pênaw azadî ême da hatûwete êre û legel sextî û naxoşîyekan der deba. Ewe însanêkî siyasî ye.” Boçûnî awa cuwamêrane û durustî cemawer, be tundî kartêkerî hebû le ser nûserî em guzarîşte ke rûnakbîre û xesletî çînayetîyekey wurde burjiwazî ye. Komelanî xelik bew şêweye ême perwerde deken. Bem pêye dekrê le rehende cemawerîyekanî ew bizûtneweye tê bigeyn. Ewan herçend hîşta destyan nekirdbû be wegerxistinî bê tirsî komelanî xelik, belam le layekewe le ber guşar û sitemî rêjîm û le layekî dîkewe le ber nerîtekanî xebat û astî be rêje le serewey wuşyarî werzêran, xebatî çekdarane awa piştîwanî ewanî legel bû.
Xebatî çekdarane, tenanet komelanî xelkî lew nawçe dûraneş ke hîç pêwendîyekyan pêyewe nebû wexeber hênabû. Bo wêne le dewru berî Pawe nizîk Kirmaşan. Hêndêk grûp seryan helda ke legel nebûnî rêberayetî siyasîş, çekyan wedest hêna û destyan kird be xebat.
Komelanî zehmetkêşî şarinşîn, rûnakbîran û wurde burjiwazî şarîş piştîwanyan lew xebate dekird. Le Mehabad sazmanî eminyet destûrî dabû gişt ew tazehatuwane bigrin ke cilubergî taybetî kurdîyan ke be "rank û çoxe" be nawbange deber kirdûwe. Çunke pêşmergekanîş ew clubergeyan deber dekird ke sûke û bo rê pêwan le Kurdistan lebare. Xelkî şar destyan daye xebatêkî destpêşxerane. Êwarey ew roje hemûyan rank û çoxeyan deber kird û hatne xeyabanan. Îtir ewe bo memûranî Sazmanî Eminyet zor zehmet bû ke werzêrêkî tazehatû le şarinşînan bikenewe. Xelik çûne lay polîs û gutyan: “Ewe cilubergî neteweyî êmeye êwe natuwanin leber deber kirdnî ew ciluberge kes bigrin. Eger em ciluberge qedexeye êmeş bigrin” û polîs naçar bû dest lew kare helgirê. Le Bokan duway şehîdbûnî Simayil Şerîfzade hemû dûkanekan dû roj daxiran. Bew pêye tesîrî xebatî çekdarane le ser ew nawçaney ke rastewrast pêwendî pêyanewe nebû be rûnî derdekewê.
‘Emelîyatî "gemaro û serkut"î dujmin û xoragrî gel
"Xebat, şikan, dîsan xebat , dîsan şikan, dîsan xebat, ... Û duwacar serkewtin ---- emeye mentiqî gel ... Û gel qet be pêçewaney em mentiqe nacûlêtewe. " (Maotsê Tung – xeyalî pûç tûr helden û xotan bo xebat amade biken)
Le kotayiyekanî salî 1967-we dewletî Iran destî kird be ko kirdnewe û çir kirdnewey hêzekanî le nawçey raperîn, le heman katda ke nexşey kurt xayenî goya "tehbîb” î berêwe debird. Be nexşey "tehbîb" tenê tuwanî jimareyekî kem le pêşmergekan û yek dû kes le serdestekan berew dewlet rabikêşê û be giştî ew hewle tûşî şikan hat. (Çend kes lewaney ke xoyan teslîmî dewlet kirdbû, naçar kiran wek çirîk dijî partîzanekan şer biken û kûjran). Le beharî salî 1968 da jimarey pêşmergekan nek her kemî nekirdbû belkû ziyadîş bibû û diyare dewletîş dirêjey deda be hêz ko kirdnewe û le tedarekî leşkir kêşan da bû bo “gemaro dan û le naw birdin". Le nawerast beharewe "hêze rawnerekan" ke ta ew demî xoyan le têkhelçûn dedzîyewe, be simîtanîyekî ziyatirewe destyan kird be rawedû nan. Rûdawêk ke bûwe hoy şehîdbûnî Şerîfzade û hawkat legel ewe gîranî 'Fayiq' [mebest şehîd Suleyman Mu'înî ye. Hesen Qazî] le layen Mela Mistefa le Iraq û şehîdbûnî karlêkerîyekî zorî hebû le ser bizûtneweke. Leşkirkêşanî "gemarodan û lenawbirdin" hêşta negeyiştbûwe nuxtey lûtke ke 'Ebdula Mu'înî û Mirad şîrêj dû fermandey dîkey partîzanekan le şer da şehîd debin û Mela Aware le katêkda le pêşmergekanî xoy dûr kewtbûwewe, legel sê kesî dîke le dêyek be yexsîr degîrên û ê'dam dekrên.
Dirêjey heye…