Newroz destpêka biharê û mizgîniya biharê ye. Her wiha destpêkeke nû û rûpelekî nû destnîşan dike. Sal bi sal newroz xweştir dibe. Îsal jî Newroza 2023’yan bi tevlîbûna milyonan kesî pêk hat. Ev çend roj in her der bi rengê Newrozê xemiliye. Ji Kurdistanê heta Tirkiye û Ewrûpayê her der bûye rengê newrozê. Beriya Newrozê bi çend hefteyan li Kurdistanê erdhej çêbû û di encamê de sed hezaran kesî jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê karesatê kes ne li bendê bû ku ewqas kes beşdarî pîrozbahiyan bibin. Lê berovajî wê, tevlîbûn zêdetir bû. Ewqas tevlîbûna zêde jî hêrsa gel nîşan dide. Bi taybetî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hêrsa gel li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê di asta herî jor de ye.
Êdî ti kes nema dikare bi vê desthilatdariyê re bimeşe. Peyama vê yekê jî ji qadên Newrozê xuya kir. Ji Amedê heta herêma serhed û botanê û bajarên Tirkiyê yek peyam û helwest hebû. Ew jî têkbirina faşîzmê bû. Jixwe Newroz jî vî rihê berxwedanê nîşan dide. Newroz jî bû wesîleya vê rojê. Xelkê li qadan hesab ji faşîzmê pirsî. Beşdaran diyar kir ku ewê di 14'ê gulanê de bi heman rihî biçin ser sindoqan û faşîzmê têk bibin. Ji qadên Newrozê peyama têkbirina faşîzmê bilind bû.
Newroza îsal rengîntir û bêhtir bi kelecan bû. Cil û bergên Kurdî li pêş bûn. Heman ruhê Newrozê li Ewrûpayê, li derveyî welat jî hebû. Ev çend hefte bûn xelkê kincên xwe amade dikirin. Ji bo Kurdan Newroz rojeke nû îfade dike. Çawa ku Ewrûpî berê xwe didin karnaval û festîvalan, Kurd jî bi heman rengî çend hefte bûn amadekarî dikirin. Êvara Newrozê bi meşaleyan meşiyan. Li gorî salên berê êdî Newrozê li meydanan pîroz dikin. Berê li salonan pîroz dikirin. Lê êdî derketin derveyî salonan û li meydanan agirê newrozê pêdixin. Îsal jî ev yek li pêş bû.
Li Rojavayê Kurdistanê jî bi sed hezaran kes li meydanan bûn. Bi ruhê şoreşê Newroz pêşwazî kirin. Ji Şehbayê heta Helebê, ji Reqayê heta Şamê Newroz pîroz kirin. Lê Newroza li Reqayê jî bi heybet bû. Ew bajarê ku DAIŞ'ê ji xwe re kiribû paytext û xelk lê dişewitandin, êdî agirê Newrozê lê bilind dibû. Ew agirê azadiyê ye ku li Reqayê bilind dibû. Piştî bi çend salan, ew agirê zilmê bi dawî bûbû. Ew agir êdî ji bo azadiyê geş dibe.
Dîsa li bajarên Tirkiyê jî Newroz bi heybet hat pêşwazîkirin. Bi sed hezaran kesî peyama li dijî faşîzmê da. Êdî hêviyeke nû li benda xelkê Tirkiyê ye. Ew hêviya têkbirina faşîzmê ye. Her kes li benda 14'ê Gulanê ye ku ev desthilatdarî têk biçe. Di Newrozê de ev yek hat nîşandan. Ji meydanên Newrozê peyama jiyaneke nû derket pêş. Kurdistana ku bûye cih û warê dagirkeran, êdî jiyaneke nû lê şîn dibe. Êdî dagirkerî têk diçe û Kawayên hemdem doza vê yekê dikin. Wan ev yek di Newrozê de nîşan da, di 14'ê Gulanê de jî ew ê vê nîşan bidin. Êdî kes nikare pêşî li doza azadiyê bigre. Yê ku karibe azadiyê bîne, Kurd in. Lewma jî kî jiyaneke azad bixwaze, divê bi Kurdan re bimeşe.
Êdî li pêşiya me pêvajoya hilbijartinê heye. Tenê çend hefte mane û rojev jî hilbijartin e. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bo ku têk neçe, wê gelek dek û dolaban bigerîne. Ji bo ku nekeve, ew ê her rê û rêbazê biceribîne. Tifaqa gelan jî ji bo serketinê wê li ber xwe bide. Yanî ji hilbijartin wê zêdetir wekî pêşbaziyê bi rêve biçe. Ev hilbijartin wê qedera gelan diyar bike. Yan wê di bin koledariya dîktatoriyê de bimeşin yan jî wê jiyaneke azad ava bikin. Gelên Tirkiyê wê hilbijartina vê yekê bikin. Êdî her kesî fêm kiriye ku dawiya Erdogan hatiye. Bi rengekî, divê were têkbirin. Ji bo vê yekê jî pêdivî bi tifaqa gelan heye. Heger civak bibe yek, rojên xweş û geş wê bi xwe re bînin. Newroza îsal jî mizgîniya wê bû.
parvê bike
Nivîsên Aslan ASLAN
Divê Elmanya gava pêşî bavêje
23 teşrînê
Navê xwe li me dikin
16 teşrînê
Sonda bi Kurdî Jiyana bi Tirkî
9 teşrînê
Bi berxwedanê tecrîd wê bişike
2 teşrînê
Di salvegerê de komployeke din
26 cotmeh
Dewleta Tirk û Însanetî
19 cotmeh
Encama Komploya 9'ê Cotmehê
12 cotmeh
Erdheja li Enqerê
5 cotmeh