Pêwendî legel îdarey Îstîxbarat


Hesen QAZÎ nivîsand —

În 5 Sibat 2021 - 23:43

Pêwendî legel îdarey Îstîxbarat

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (64)



Beşêk le hevpeyvînî  Hemîd Şewket legel Îrec Keşkolî
Awirêk le Bizûtnewey Çepî Êran le nawewe 
Giftugo legel Îrec Keşkolî 
Neşirî Baztab. Hawînî  1378 (1999), 567 lapere

Şewket: Boçî?
Keşkolî: Hîçman ehlî sîxar û meşrûb nebûyn. Helbet eger le helumercêkî dîke da bûbayn reng bû car u bar meşrûbman xuwardbayewe, belam lew wez'îyete da pêman be selah nebû, çunke neman dewîst serxoş bîn û neka şitêk bilêyn û yan karêk bikeyn ke be zererman tewaw bê.
Êsta ke basî meşrûb xuwardenewe hate gorê, xirap nîye amaje be tecrubeyek bikem. Her lew wîlaye da le duway maweyek legel heresekan bûyene dost û car car qiseman legel dekirdin. Şewêk yekêk lewan gutî gurûpêkî Kurdî Êranî le yekêk le wîlakanî dewr û ber da serxoş bûn û karyan kêşawyete dimeqale û tenanet lêdanîş. Emin katêk ke geramewe Kurdistan û ew dastanem bo dostekanim gêrawe. Ewan xeberyan hebû lew rûdawe û gutyan lew kore da 'Elî Qazî, kurî Qazî Mihemedîş amade buwe [*Qazî Mihemed le salî 1325-î hetawî serokî dewletî xudmuxtarî Kurdistan bû û be helweşanî cumhûrî Mehabad ê'dam kra, Hemîd Şewket]. 'Elî Qazî be salan le Urûpa dejya û dengoy ewe hebû ke legel Sawak hawkarî deka.
Demewê bilêm le wulatêkî wek 'Êraq, însan hemîşe debê wuşyar bê. Le xanwekan da rêkordir dadenên û helumerc be tewawî polîsî ye. Her hengawêkî ke helî dehênîyewe debê wuşyarane bê.

Şewket: Ew wez'îyete key tewaw bû?
Keşkolî: Duwacar serdemî seber û çaweruwanî be kota hat. Rojêk çend kes hatin û dîsan êmeyan suwarî utumbîl kird û bê ewey ke şitêk bilên êmeyan birde şwênêk ke her le heman tax bû. Utumbîl le ber dergay xanûyek rawesta û êmeyan rênwênî kird bo wetaxêkî gewre ke sê çuwar kesî lê danîştibûn. Ewan be xêr hatinyan kirdîn û daway çayî û şerbetyan bo kirdîn.

Şewket: Le memûranî îstîxbaratî 'Êraq bûn?
Keşkolî: Serokî gurûpeke xoy wekû cêgrî giştî serokî îstîxbaratî 'Êraq nasand. Ew car dîlmancêkî Farsî zimanîş amade bû. Le qisekanyan ra diyar bû sebaret be  ême zanyarî zoryan dest xistuwe.

Şewket: Çi zanyarîyek?

Keşkolî: Ewey ke le şerî djî 'Êraq da beşdarîman kirduwe û ziyatir le gurûpe opozîsyonekanî dîke bergirîman le Cumhûrî Îslamî kirduwe. Duway ew qsane, bê dengyan lê kird. Detgut çaweruwanî wulamdanewey ême bûn. 

Şewket: Wulamî êwe çi bû?
Keşkolî: Le dûy qisekanî ewanim da û gutim hîzbî ême Cumhûrî Îslamî be cereyanêkî pozîtîv û le berjewendî xelik dezanî û lew helsengandney xoman da tûşî hele bûyn. Sebaret be şerîş gutim, hemû Êranîyekan le şer da beşdar bûn. Ême dijî 'Êraq şerman nedekird, belkû bergirîman dekird le nîştmanman.

Şewket: Ew şitanet repurû be 'Êraqîyekan gut?
Keşkolî: Belê repurû. Gutim ême bergirîman le nîştmanman dekird, belam le nirxandinî Cumhûrî Îslamî de hele da bûyn.

Şewket: Pêt wa nebû gutinî ew qiseye lewane bû be zerertan tewaw bê?
Keşkolî: Ew qisane rast bûn, leweş ziyatir, eger ew qisaneman nekirdba, şitêkî dîkeman pê nebû bilêyn. Eweşim lê ziyad kird ke lemêje le Cumhûrî Îslamî helbirrawîn, belam deretanî pêwendîman nebû legel 'Êraq û demanzanî ke ew wulate yarmetî deka be hemû hêze opozîsyonekanî Êran.

Şewket: Çawerowanî 'Êraqîyekan le êwe çi bû?
Keşkolî: Serokî ew şande lêy pirsîn ke çi karêkman le dest dê bo 'Êraqî bikeyn? Le rastîda deywîst bizanê be dijî Cumhûrî Îslamî çi detuwanîn bikeyn?


Şewket: Mebestî hengawî siyasî yan kirdewey têrorîstî yan her dûkyan bû?
Keşkolî: 'Êraqîyekan le seretawe deçne ser karî têrorîstî. Bo wêne teqandnewey borî newt û dekelî kareba yan teqandnewey rêgay asin. Ew deywîst bizanê ême lew zemîneye da çi îmkanatman heye? Emin le wulam da pêm gut, demanewê dest bikeyn be xebatî çekdarane. Tebî'î ye ke be dem şerewe her karêk ke sedeme bigeyênê be Cumhûrî Îslamî deykeyn. Belam ême cereyanêkî têrorîstî nîn û le tuwanayîman da nîye bo teqandnewey borîyey newt yan dekelî kareba û xetî asin bername dabirêjîn.

Şewket: Le tuwanayîtan da nebû yan be karêkî nadurusttan da dena?
Keşkolî: Le tuwanayî ême da nebû, belam lecêda leber ewey be nadurustman dezanî, amade nebûyn sebaret bew babete qise bikeyn.

Şewket: Ey kardanewey ew çon bû?
Keşkolî: Birêk helbezîyewe, belam neşemza û gutî mebestî be konkirêtî borîyey newt u yan rêgay asin nîye, belkû be şêwey giştî mebestî karî têkderaneye. Emnîş le wulam da pêm gut, ême legel Cumhûrî Îslamî le doxî şer dayn û le şer da dekrê hemû şit bête pêşê. Meseley ême eweye ke bîstûmane 'Êraq yarmetî ew kesane deda ke be dijî Cumhûrî Îslamî şer biken. Ew le dûy qisekanî minî da û gutî bê sê û dû yarmetî deken. 'Êraq hemîşe amadeye yarmetî bika be înqlabîyekanî Êran û ewan be dostî xoy dadenê.  

Şewket: Her ew peyvey "Înqîlabyanî Êran" î be kar hêna?
Keşkolî: Hîzbî Be'sî 'Êraq hemîşe xoy be înqîlabî zanîwe. Ewey ke berpirsî îstîxbarat cextî le ser dekirdewe, meseley yarmetî dulaye bû û deygut, hêze şorişgêrrekanî Êranîş debê karî ewto biken ke be qazancî 'Êraq tewaw bê.

Şewket: Zor aşkra û rûn?
Keşkolî: Be şêwey dîplomatîk û bîlê û nêwî mehêne qisey dekird. Qise ke geyişte êre, le minî pirsî, "Başe hawrêyan dawxwazyan çîye?" Gutim, bo şer be dijî Cumhûrî Îslamî hewcêman be çeke û hewcêman be yarmetî malî dewletî 'Êraqe.

Dirêjey heye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.