Pêwendî girtin legel  Hukûmetî Êraq

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (61)


Beşêk le hevpeyvînî  Hemîd Şewket legel Îrec Keşkolî
Awirêk le Bizûtnewey Çepî Êran le nawewe 
Giftugo legel Îrec Keşkolî 
Neşirî Baztab. Hawînî 1378 (1999), 567 lapere

Şewket: Ey paşmawey kateketan çon tê deperand?
Keşkolî: Kitêbman dexwêndewe. Grûpî Talebanî kitêbxaneyekî gewrey hebû ke têyda be zimane urûpayekan, Farsî û Kurdî kitêb hebû, Talebanî car car êmey bangihêştin dekird bo mîwanî û car car êmeş mîwandarîman dekird, bazarî demeteqey siyasîş dax bû û hemwan, be taybetî Kurdekan pêyan xoş bû sebaret be mesele siyasîyekan qiseubas biken.

Şewket: Hîç se'atî diyarîtan hebû bo le xew hestan û bo xewtin?
Keşkolî: Belê heman bû, beyanyan se'at 6 hemûman le xew heldestayn û werzişman dekird. Dû kes erkî durustkirdnî cêştyan we esto degirt û ewanîdîş xerîkî xanû sazkirdin debûn. Le werzî hawîn da çalakî ziyatirman hebû, belam le payîz û zistanî Kurdistan da ke zû da dehat, îtir hemû şit be kundî deçuwe pêşê û kirukaş kemtir bû, zemanî xanû sazkirdin îdî werzişman nedekird, çunke xanû durustkirdin karêkî dijwar bû ke hemû roj pêwey gîrman kirdbû. Lew serdemey da ke xerîkî xanû sazî bûyn, nîweroyan nedegeraynewe meqerî hawînane û her lewê demaynewe û ew kesaney ke berpirsî amadekirdnî xorak bûn, xorakyan bo dehênayn.

Şewket: Xanweketan le şwênêkî dîke durust kirdbû?
Keşkolî: Le meqerî hawînan da ke le berzayekan û nawçeyekî xoş aw hewa helkewtibû, hawînan hewa ke gerim debû ziyatir le jêr sêberî daran û qerax kanî yan le dawênî çiya bûyn û xanuwekan le beşekanî berewey kêw bûn ke befr kemtir deygirt. Duway nan xuwardin birêk qiseman dekird û hêndêkan wenewzêkyan deda û le duway pişûdan dirêjeman deda be karî xanûsazî. Êwaran mandû û mirdû dehatînewe, çira newtîyekanman hel dekird, şîwêkman dexuward û denûstîn. Duwatir wekû gurûpekanî dîke motorêkî karebaşman peyda kird û şewane karebaman hebû.

Şewket: Rabwardintan çi bû?
Keşkolî: Rabwardinêkî ewtoman nebû. Car car deçûyne şaxewanî û yan gwêman deda radyo.

Şewket: Ca kuwa mirov eger le çiya bijî şaxewanî debê be rabwardin? 
Keşkolî: Çi rabwardinêk nebû. Rawîş nebû ke bilêm deçûyne raw. Ehlî wereqbazî û nerdênîş nebûyn û heman rûhîyey konman parastibû. Tenê katêk deçûyne lay Kurde 'Êraqîyekan îstîwaneyekyan dexiste ser û gwêman le musîqa degirt. Ewe rabwardinî rasteqîney ême bû.

Şewket: Ciyawazî grûpekanî dîke, legel êwe lew baranewe le çî dabû?
Keşkolî: Ewanîş wek ême bû, beyanyan zû heldestan, werzişyan dekird, berçayekyan dexward, qedemêkyan lê deda, bew dûrbînaney be destyanewe bû, temaşay dûryan dekird, deçûne bazarî Qasmereş û lewane bû kebabêk bixon û emey duwayî rabwardinêkî gewre bû.

Şewket: Ey eger nexoş dekewtin çitan dekird?
Keşkolî: Dr. Aram, pizişkî grûpekeman legelman bû le Kurdistan. Be radey pêwîst dermanîşman hebû. Leweş derçê, grûpî Talebanî û Hîzbî Dêmokratî Kurdistanî Êran nexoşxaneyan hebû. Le nexoşxaney Hîzbî Dêmokrat da ziyatir dukturî Feranseyî ke ser be rêkxistinî "Pizişkî bê Sinûr" bûn karyan dekird. Be amrazî modêrnî neştergerî û nîzîke 30 textî xew, hemû core dermanêkyan hebû. Belam nexoşî sextyan radegwaste yekêk le şarekanî 'Êraq. Heta barudox xiraptir debû, wez'î nexoşxaneş xiraptir debû. Ta ewey ke naçar bûn raygwêzin bo Qeladzê le xakî 'Êraq da.

Şewket: Meseley çûn bo 'Êraq geyişte kwê?
Keşkolî: Rakêşanî muwafeqetî Hîzbî Dêmokratî Kurdistan bo yarmetîdanî min bo çûn bo 'Êraq şitêkî dijwar nebû û muwafeqetyan kird. Le xuwarewey nawçey Xirî Nawzeng şwênêk hebû be nawî 'Sunê' ke Hîzbî Dêmokrratî Kurdistan lewêwe nexoş yan birîndarekanî xoy radegwêst bo xakî 'Êraq û ya ew kesaney werdegrit ke le xakî 'Êraqewe dehatin. Lew şwêne yekêk le endamanî Hîzbî Dêmokratî Kurdistan çend cîpî le ber dest dabû ke hemû rojê bo cê be cê kirdinî karubarî hêzb deçuwe Qeladizê. Eger le Êranewe hîsabman kirdba, Sunê yekem awedanî Kurdî le xakî 'Êraq û tewaw le ser sinûr bû. Bernamey çûnî min bo 'Êraq awa bû ke debû ta nawçey Sunê biçim û Kurdekan minyan ta Qeladizê birdba ke nawendî nawçey Pijdere û lewê radestî memûrekanî îstîxbaratî 'Êraq, wate sazmanî casûsî û îtîla'atî ew wulateyan kirdibam. Nwênerî Hîzbî Dêmokrrat erkî ewe bû bewan bilê, ême nwêneranî Hîzbî Rencberanîn û duwaye degerawe naw xakî Êran.

Şewket: Çend kes deçûne 'Êraqê?
Keşkolî: Dû kes. Min û hawrêyek ke ewim be nawî xuwastemenî Reşîd denasî. Reşîd xelkî Îsfehan û berpirsî çapxaney hîzb bû le Taran ke rêjîm destî be ser dagirt. Reşîd her weha le komîtey nawendî hîzbî Rencberanîş da endametî hebû.

Şewket: Le Qeladzêwe çon debû xotan bigeyênne Bexda?
Keşkolî: Ewe îtir be dest 'Êraqîyekan bû, bellam min be pêy ezmûnî rabirdûy xom demzanî ke lewêwe ta geyiştin be Bexda maweyek dexayênê. Le pêşda debû biçîne Kerkûk, nawendî îstîxbaratî Kerkûk ke berpirsî raperandinî pêwendî opozîsyonî Êran legel dewletî 'Êraq bû, lew şare bû. Serokekey jeneralêk bû ke zor le Sedam Husên nizîk bû. Le Qeladizê we radegwêzrayn bo Kerkûk û lewênderê duway lêpirsînewey çend roje, deçûyne Bexda. Eger îradêkyan le kareke da dîtba, her le Kerkûkewe deyan gêraynewe, ewey girîng bû ewe bû ke le ême û le qisekanman dirdong û be guman nebin, çunke eger wa baye, diyar nebû çi çarenûsêk çaweruwanman deka. Nwênerî Hîzbî Dêmokrrat êmey birde nawendî îstîxbarat û nasandinî.

Dirêjey heye…