PDK û çekên kîmyewî

Aslan ASLAN nivîsand —

Çarşem 11 Gulan 2022 - 22:12

  • Di vê dema dawî de PDK bi siyaset û çapemeniya xwe yekser xizmeta dagirkeriyê dike.

Di vê dema dawî de PDK bi siyaset û çapemeniya xwe yekser xizmeta dagirkeriyê dike. Nûçeyên ku çêdikin û daxuyaniyên didin bi zimanê Kurdî ne, lê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine amadekirin. Tenê bi Kurdî ye. Dewleta Tirk jî heman tiştî ji bo Kurdan û tevgerên Kurdî tîne ziman.

PDK jî wergera wan dike û xizmeta wan dike. Ev rêbaza ku PDK û çapemeniya wê bi kar tîne, ev 40 sal in dewleta Tirk diceribîne. 

Mesela nûçe û daxuyaniya li ser girtina çek û cebilxaneyên PKK'ê hebû. PDK dibêje, sîlehên ku PKK wê li dijî dewleta Tirk kar anîba, girtine. Ne tenê sîleh, maskeyên ku gerîla xwe ji çekên kîmyewî jî biparêzin girtine. Bi vê yekê, PDK eşkere dike ku li dijî gerîla çekên kîmyewî tên bikaranîn. Heger ne wilo bûya, ma PDK'ê wê gotiba çi karê van maskeyan li Başûr heye? Ji ber ku çekên kîmyewî tên bikaranîn, dixwaze rojevê biguherîne. 

Lê çawa dibe ku rê li ber komkujiyeke wiha veke. Ma ne li ser axa Başûr Sedam Huseyin çekên kîmyewî bi kar anîn û rê li ber Enfal û Helebce vekir. Wê demê mirov difikire, gelo di Helebce û Enfalê de jî heman tişt kirin ? Siyaset û çapemeniyeke ewqasî qirêj bi rê ve dibin. Bi awayekî eşkere dijminatiyê li vî gelî dike û rê li ber komkujiyan vedike. 

Li herêma Kanîmasî di kuştina tûrîstên Danîmarkî de jî me ev yek dît. PDK bi zanebûn tûrîstan dişîne qadên qedexe û bi vî rengî kuştina wan dixe stûyê PKK'ê. Ma gelo PKK wan tûrîstan bikuje wê çi fêde bike? Bi vî rengî ne zerarê dide PDK'ê û ne jî dewleta Tirk. Berevajî wê, heger PDK wan bikuje û têxe stûyê PKK'ê, wê karibe siyaseteke qirêj bimeşîne. Bi vî rengî kir, û têra xwe jî bi kar anî.

Ji împaratoriya Osmaniyan, heta bi dewleta Tirk, wan dehê caran komkujî bi serê Kurdan de anîne. Em li dîroka sed salên dawî jî binihêrin, ev yek heye. Yanî ji avakirina komara Tirkan heta niha ji bo tinekirina Kurdan rê û rêbazek nemaye bi kar neanîne. Yek ji wan riyan jî Kurdan dikin şirîkê van komkujiyan. Yanî bi xayînên Kurdan re vê yekê dikin. Her carê partiyek, komek, eşîrek yan jî tevgerek dîtine û li dijî serhildanan bi kar anîne. Dewletên dagirker û mêtinger dema ku nekarîne li hemberî serhildanan tiştekî bikin, xiyaneta navxweyî pêk anîne. Yek ji sedemên esasî yên ku serhildan bi ser neketiye, xiyaneta navxweyî ye. Êrişên li Zapê jî bi êrişa xiyanetê re tê kirin. 

PDK piştgiriyê dide êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê; ew ji sala 2019'an û vir ve bi hêzên xwe yên taybet dorê li herêmên gerîla digire. Di çarçoveya vê konseptê de dewleta Tirk, PDK û hikûmeta Kazimî dixwazin Şengal, Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê dorpêç bikin. Ev siyaseta ku PDK dimeşînel, tenê bi kêra dagirkeriyê tê. Bi destê xwe rê li ber dagirkeriyê vedike. Rê vedike ku Artêşa Tirk ji bo dagirkeriyê bi dehan qereqol û baregehan çêke. Ew bi xwe jî qereqolan çêdike, lê ji bo çi û ji bo kê? 

Em niha pirs bikin, PDKê çiqasî axa Kurdistanê parastiye û rê li ber dagirkeriyê girtiye? Nexêr... Ji serî heta binî bûye şirîkê dagirkeriyê û Kurdistan firotiye. PDK qadên gerîla dorpêç dike û dixwaze gerîlayan bi vê mijûl bike, li aliyê din jî ji dewleta Tirk re dibêje, bi rehetî tevbigere.

Hevkariya PDK'ê bi îstîxbarata dewleta Tirk re jî mijareke sereke ye. MÎT û îstîxbarata PDK'ê Parastin, bi hev re tevdigerin. Yek ji karên ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê giraniyê dide ser, karê îstîxbaratê ye. Li dehan deveran navendên îstîxbaratê yên dewleta Tirk hene.

Navendên îstîxbaratê yên dewleta Tirk bi giranî li bajarên Hewlêr, Duhok û Zaxoyê ne. Di çapemeniya PDK'ê de jî endamên MÎT'ê hene û li ser fermanên wan tevdigerin. Îstîxbarata Tirk di bin navê 'şirketên taybet' de li Silêmanî, Helebce, Germiyanê jî hin sazî ava kirine. Çekeke din a dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê jî, fîrmayên Tirk in. Zêdeyî 1350 fîrmayên Tirk li Başûrê Kurdistanê dixebitin û pirraniya van di sektora înşaetê de ne. Hin ji van fîrmayan paravan in û yekser ji MÎT'ê re dixebitin. Yê ku bingehê wê çêdike jî PDK ye û çapemaniya wê jî reklama wan dike. Çawa ku dewleta Tirk bûye cendermeyê NATO'yê, PDK jî bûye cerdevanê dewleta Tirk.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.