- Duwati, dû grûp pêk hat, yekêkyan birîtî bû le Şehabî Şêx Nûrî û Fereydûn 'Ebdulqadir û Fazîlî Mela Mehmûd, min û Dilêr Sidîq- îş bem grûpewe peywest bûyn.
Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan(138)
Hesen Qazî
hsghazi@gmail.com
Govarî Sîvîl: Le durust bûnî komele da basî çend elqeyekî roşinbîrî yan çend grûpêk dekrêt ke komele le yekgirtinî ew grûpane durusit bûbêt, aya le rastî da durustbûnî komele wekû cenabtan yekêk le damezrênerekanî ew rêkxiraweyit çon bûwe?
Qeredaxî: Egerçî jimarey grûpekan û kê u kên, girîngîyekî ewtoy nîye bo nûsînewey ew mêjûwe û, ta êsta çend carêk lew bareyewe, ewendey ew kate agadar bûbim, nûsîwme, lêreda carêkî dî, wek xoy beyanî dekemewe:
Sereta cimûcolêkî giştî le nêw roşinbîre Maoîstekanî nêw balî mektebî siyasî partî hebû bo pêkhênanî rêkxistinêkî nwê, duway ewey beyannamey 11-î adar derçûbû, hizbekey ême şikistî hênabû. Her lew seretaye da kobûnewey hawrêyan le dewrî yektirî şêweyekî rêkxiraweyî wernegirtbû, zêtir alugorî bîruraw geranbû be duway çareserkirdin da.
Duwati, dû grûp pêk hat, yekêkyan birîtî bû le Şehabî Şêx Nûrî û Fereydûn 'Ebdulqadir û Fazîlî Mela Mehmûd, min û Dilêr Sidîq- îş bem grûpewe peywest bûyn. Em grûpe peywendî be komelêk hawrêy Silêmanîyewe hebû, grûpekey dî Newşîrwan Mistefa u Mehmûdî Mela 'Îzet û çend kadrêkî liq û lêjney nawçey Silêmanî partî (balî mektebî siyasî) bûn ke duway beyannamey adarî 1970 hatbûne Bexda. Hawrêyan dawayan lê kirdim çawim be Mam Celal bikewêt û bûnî grûpekemanî le la bi dirkênim. Katêk qisem legel Mam Celal kird, ew yekser xoşhalî xoy nîşan da û pêy wutim ke grûpêkî dîkeş hen (nawî Mehmudî Mela 'Îzet û Newşîrwan Mistefay bird), hestîşim kird hemû şitêk agadar e. Mam Celal pêşnyazî ewey kird ke ême (Maoîstekanî endamî komîtey nawendî partî) grûpêk bîn û hewil bideyn ew dû grûpe yek bixeyn. Bo em mebeste qisey legel Ref'etî Mela u Bekir Husên kird û, le ser ray min qisekirdnî legel Nûredîn 'Ebdulrehman duwaxist. Em hewley bo yekxistinî ew dû grûpe, le layen Mam Celalewe dira, serkewtû nebû, boye biryarî damezrandinî rêkxirawekeman da, Bekir Husên kişayewe u amadey karkirdin nebû, Ref'etî Melaş duway dû kobûnewe nehat, ewey mabûynewe erkekeman le esto girt. Eme waqî'eke bû ke tenha dû grûp bû, grûpî sêyem pêşnyazî Mam Celal bû bo yekxistinî hewlî her dû grûpeke.
Govarî Sîvîl: Ferîdûn 'Ebdulqadir basî ewe dekat ke to û ew peyrewî nawxoy Komeletan nûsîwetewe. Aya êwe be boçûnî xotan peyrewî Komeletan nûsîwe yan rauboçûnî hawrêkanîştan wergirtûwe?
Qeredaxî: Erkî nûsînî bername u pêrewî nawxoy Komele le kobûneweyek da be min sipêrdira û le kobûnewey duwatir da le layen destey damezrêner, ke Fereydûn 'Ebdulqadir yekêkyan bû, pesendikra û, Fereydûn çapî kird u bergêkî cuwanîşî bo durust kird. Çapî yekemî ew bername u pêrewe ta êsta diyar nîye, her katêk derkewit detwanin berawurdî biken legel nûsînekanî ew kate da bo rastandinî ewey kê nûsîwyetî.
Le rastîda ême hemûman kok bûyn leser bernamey rêkxirawêkî Maoîstî û pirênsîpekanî, boye giriftêkman nebû le dariştinî bernameke da, her çende be lêkdanewey emrom karêkî bêrokratiyaney takrewman kirdiwe, bebê ewey pêşekî wek pirojeyek bîxeyne berdem hawrêyanman le şane seretayiyekan da, xoman nûsîman û xoman pesendman kird u wek destûrî karî Komele daman bezande xwarewe..
Farûq Mela Mistefa
5-î oktobrî 2017
Yekem bînînî Mam Celal
Peywendî min be Mam Celalewe her le yekem bînîn û danîştin da ke le salî 1968 da bû, asoyekî kirawe û cuwanî pêwe diyar bû. Kesêkî xwêndewar û edebdost belkû edîb û nûserêkî helkewtû, siyasîyekî xakî û bê fîz.
Mam Celal bûbûwe hawrêy nizîkî kesayetî fîkrî û siyasîy komele têkoşerêkî Iranî ke le jêr nawî rêkxistinêkî Marksî Lênînî da û bawerbûn be hêlî fîkrî û siyasî Maotsêtung da karyan ekird.
Be hoy Mam Celalewe minîş bûme dostî em hawrêyane û rêkxistinekeyan: Sazmanî Înqîlabîy Hîzbî Tûdey Iran ke Dr Celal û Dr Îbrahîm û Îsma'îl le serkirde serekîyekanyan bûn. Dr Celal ke pizîşk bû, nawî Kuriş Laşayî bû.
Rojnamekeyan nawî (Sêtarêyê Sorx) bû, radey têgeyiştin û piley berzî têgeyiştinî bîr û bawerî marksîzm – Lênînîzmî pêwe diyar bû.
Sazmanî Înqlabî zor dostî Mam Celal bûn zorîş xoşyan ewîst û supasyan ekird bo ew hemû herewez û hawkarîyaney eykirdin. Basman le çap û çapemenîyekanî xoman kird, ewan dezgay çapî çakyan hebû derheq bew zemane.
Wek bom derkewit, ew hawrêyane û paş ew kobûneweyey Kerkûk pêxoşhalbûnî xoyan bo Mam Celal derbirîbû bew nasîne herweha pêkewe basî çapxaneyekyan kirdbû bo ême.
* Le kitêbî (Bîrewerîyekanim)î Faruq Mela Mistefa wergîrawe. Laperey 277-278, bergî yekem, Şubatî 2017
Dirêjey heye...