Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan(73)
Beşêk le hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Îrec Keşkolî
Awirêk le Bizûtnewey Çepî Êran le nawewe
Giftugo legel Îrec Keşkolî
Neşirî Baztab. Hawînî 1378 ( 1999), 567 lapere
Şewket: Hîç îmkantan nebû bo pêşgîrî lew hengawey rêjîm?
Keşkolî: Hîç îmanêk nebû. Rêjîm her katêk bîwistba tepolkekan û ew berzayiye sitratêjîkaney deyanruwanîye ew dû gunde û le cêda gundekan û awedanîyekanî dîke dagîr bika, ser dekewit. Belam ew serkewtine hemîşe be kûjranî jimareyekî zor le takuteray sipay pasdaran, komîtekan û besîc tewaw debû. Wa weberçaw dehat ke ew meseleye bo Cumhûrî Îslamî hênde biryarder nîye. Be ruwalet ewey bo ewan biryarder bû, biryardan bû û eger biryaryan daba, ew demî be be kuştdanî jimareyekî zor ke le rûy însanî û nîzamîyewe pasaw nededra, degeyiştine amancî xoyan.
Be pelamare bê pisanewekanî rêjîm, paşekşey pêşmergekan berew 'Êraq xêratir bû. Hêzekanî Hîzbî Dêmokratî Kurdistan le nawçeyek be nawî Gelale le naw 'Êraq, le nizîk şarêk be nawî Mawet damezran. Ew şare de dest hêzekanî Talebanî da bû û be geyiştinî pêşmergekan destbecê Bazarêkêş werê kewit.
Şewket: Her lew core bazarey ke le Qasme Reş hebû?
Keşkolî: Her le heman cor. Be malî qaçax û nanewayî û qesabî û kebabî çeşnî Qasme Reş. Wate legel pêşmergekan, tacre xocêyiyekan, kasbkaran û qaçaxçîyekanîş le cûle da bûn. Kemêk pêştir lew şwêne, meqerî Şêx 'Êzedîn Husênî lê bû û le nizîk ew meqerî Komele helkewtibû. Duwatir Mucahîdîn bûn ke geyiştbane her cêgayek, alayekyan heldekird, xiyabanêkyan dekêşa û dewruberyan xetkêşî dekird û surûdî beyanyan û êwaranyan lê deda. Be dengî berz duruşmî "Êran, Recewî, Recewî, Êran" yan deda û xoyan dekirde mayey galtecarî xelik.
Şewket: Ey çirîkekan çîyan dekird?
Keşkolî: Çirîkekanî Eqelîyet (balî kemayetî) le Mawet damezrabûn û wêstgey radyoyyan hebû. Her lew nawçeye xîlafekanyan tenîyewe û geyişte lêk dan û têkhelçûn ke buwe hoy kûjranî hêndêkyan. Talebanîş bo aram kirdnewey helumerceke jimareyekyanî zîndanî kird.
Şewket: Ey gurûpekanî dî çyan dekird?
Keşkolî: Her lew nizîkane gundêk hebû be nawî 'Malûme' ke ew kesaney ke le gurûpî Eşref Dêhqanî cwê bibûnewe lewê damezran. Hêndêkyan legel Komele kewtin û hêndêkîşyan her serbexo manewe. Zorbey ewan ber le dabiran, le xebatêkî çekdarane le bakûrî Êran be dijî rêjîm beşdarîyan kirdbû û duway şikan hatbûn bo Kurdistan, paşmawey gurûpî Eşref Dêhqanîş le nizîk gundî Malûme meqerêkî hebû.
Şewket: Hîzbî Rencberan çî kird?
Keşkolî: Ême her lew paşekşeye da hatîne naw xakî 'Êraq û le gundêk be nawî Çoxmax meqerî xoman damezrand.
Şewket: Boçî çûne ewê?
Keşkolî: Be pêşniyazî Celal Talebanî. Ew hemîşe nîwanî legel ême baş bû û lew bawere da bû ew awedanîye le hemû cêgayekî dîke bo ême lebartre, çunke kadrekanî Yekêtî Nîştimanîş lewê bûn.
Şewket: Serdemî manewey êwe le Kurdistanî Êran çendî xayand?
Keşkolî: Katêk hatîne Kurdistan hawîn bû, gişt ew saleman tê perand û le seretakanî payîzî salî duwatir çûyne naw xakî ‘Êraq. Hêndêk le hawrêyan ber le min hatbûn bo ew nawçeye.
Şewket: Aya hêşta de fikrî pêk hênanî ew kobûnewe hîzbîye da bûn?
Keşkolî: Her wa be hîwa bûyn ke ew kobûneweye pêk bênîn, be hatinman bo Kurdistanî 'Êraq, dîsan bo ême û bo gurûpekanî dî heman wez' hate pêşê ke le Kurdistanî Êran têyda bûyn. Bew ferqewe ke ew car derfetî beşdarî le şerî çekdarane be dijî Komarî Îslamî kemtir bibû û zyatir le doxî çaweruwanî da bûyn.
Şewket: Lewê çitan kird?
Keşkolî: Le dêy Çoxmax gurûpekeman be dû deste dabeş kird. Yekyan ke wek defter û meqerî Hîzbî Rencberan wehîsab dehat û Muhsîn Rîzwanî, 'Elî Sadiqî û çend neferî dîke lewê xerîk bûn û yekî tir cereyanî nîzamî bû ke birîtî bû le pêşmergekanî gurûpekeman û emin fermandeyan bûm.
Şewket: Aya hîç bas û qiseyektan kird sebaret be helkewtêkî ke têy kewtibûn? Ewe hemû salane tê perîbûn û duwacar le gurûpêkî piçûk da penatan birdbû bo xakî 'Êraq. Ew wez'îyete şwênî çi bû le ser rûhîye û bîruray êwe?
Keşkolî: Rastit biwê bo yekemîn car destim kird be pêdahatneweyekî cîdî sebaret be rabirdû. Yanî le salî 1343 [1964] ta 1363 [1984] bo mawey bîst sal û şêwey cor be cor, belam le rêbazêk da têperîbû. Be taybetî bîrewerîyekanî rabridûy Kurdistanî 'Êraqim webîr xom hênawe, ew katey ke be salan legel gurûpêk le kadrekanî Sazmanî Îbqîlabî le Kurdistan jiyam û xebatim kird û êsta bîst sal duwatir dîsan le Kurdistan bûm. Tenya ferqêk hebû ke ew serubendî lew berî Silêmanî û em care lemberey Silêmanî bûyn.
Emin le gişt mawey bîst sal xebat le naw Sazmanî Înqîlabî û Hîzbî Rencberan da lew kesane bûm ke zorim gwê nededa be meseley têorî û sebaret be rêbazî siyasî basêkî ewtom nedekird û zorî le ser nederoyiştim. Xalbe be îhtîcac û qisey hawrêyan pêmil debûm û ehlî kirdewe bûm. Belam em care îtir dirêjedanî ew wez'e bom dijwar bibû.
Şewket: Cige le meseley siyasî, le rûy ferdîyewe hestit çi bû? Hîç bîrit dekirdewe le gîranî hawser û mindaleket?
Keşkolî: Eger ew demî sebaret bew core şitane qiset kirdiba be galtecarî weber çaw dehat. Belam gîranî Bilqîs û Perwîz bom zor dijwar bû, helbet ew demî nedekra ew qisane bigutrê û eger sebaret bew meselane qise kiraba deyangut: " Îrec ew meseleyey kirduwete byanû".
Dirêjey heye…