• Li her welat û bajarî hin taybetmendî hene û ew dever bi wan taybetmendiyan tên naskirin.

Li her welat û bajarî hin taybetmendî hene û ew dever bi wan taybetmendiyan tên naskirin. Hin bajar bi xwarinên xwe, hin bajar bi tûrîzma xwe û hin jî bi dîroka xwe tên naskirin. Çawa ku li Parîs bi Eifela xwe tê naskirin, Tirkiye jî bi zilma xwe tê naskirin. Her sal, qederê 6 milyon kesan diçin Parîsê, ji bo ku birca Eifelê bibînin. Lê ji bo Tirkiyê heman tişt nikare bê gotin. Ji ber ku li Tirkiyê zilm heye û faşîzm heye. Her sal li Tirkiyê deh hezaran kes tên girtin û binçavkirin.

Îro halî hazir li Tirkiyê 355 girtîgeh hene û li van girtîgehan 314 hezar û 502 girtî tên ragirtin. Ev hejmar her roja ku diçe jî zêde dibe. Bi taybetî di serdema AKP'ê de ev hejmar qat bi qat zêde bû. AKP'ê bi rêya darbeyan û rewşa awarte her tim zindan tije kirine. Dema ku AKP bû desthilatdar li zindanên Tirkiyê 52 hezar girtî hebûn. Lê ev hejmar sal bi sal û qat bi qat zêde bû. Îro hejmara girtiyên li Tirkiyê ji 300 hezarî bihuriye. AKP'ê di dema desthilatdariya xwe de zêdetirî 200 girtîgeh ava kirin. Ji van hejmaran mirov fêm dike ku mejiyê xwe li ser girtina mirovan êşandine. Yanî wê çawa karibin xelkê têxin bin kontrola xwe. Konseya Ewrûpayê jî di raporeke xwe de eşkere kir ku li gorî hejmara nifûsê, herî zêde girtî li Tirkiyê hene.

Dewleta Tirk her der kiriye zindan. Jixwe, êdî ti ferqa derve û hundir nemaye. AKP û MHP'ê faşîzma xwe gihandine her derê. Herî zêde jî li girtîgehan faşîzma xwe dimeşînin. Girtiyên ku di destê wan de ne, çi dixwazin wê bi serê wan dikin. Tam pêvajoyeke darbeya 12'ê Îlonê ye û ji wê jî xerabtir e. Di pêvajoya 12'ê Îlonê de ewqasî girtîgeh û girtî tinebûn. Tenê li çend zindanan zilm hebû. Lê niha em dibînin, tevahiya girtîgehên li Tirkiyê û tevahiya girtiyan hedefa vê faşîzmê ne. Bi taybetî jî girtiyên nexweş. Ew girtiyên nexweş, ne ku nexweş bûn û hatine girtin. Çi hatibe serê wan, li girtîgehê hatiye serê wan.

Her sal, derdora 50 cenazeyan ji girtîgehan derdikevin. Ev jî hejmara ku tê dîtine. Dibe ku bi sedan cenaze derdikevin û çapemenî nabîne. Dewleta Tirk zilmeke nemayî tîne serê girtiyan. Kî li girtîgehê be di bin wê faşîzmê de ye, lê rewşa girtiyên nexweş hê xerabtir e. Mirovên ku sipî saxlem in, girtîgeh ji wan re dibe dojeh.

Îca dema ku tu nexweş bikevî, ev yek nayê kişandin. Bi hezaran girtiyên nexweş hene û dewleta Tirk ew li mirinê berdane. Ne wan derman dike û ne jî berdide. Tenê bi şiklekî berdide, ew jî cenazeyên wan e. Heta ku girtiyan nekuje jî wan dernaxîne derve. Hin girtî hene, nexweş in û ev nêzî 30 salan e ku di girtîgehê de ne. Temenê wan di ser 60-70 û 80'yî re ye û wan bernade. Ji dewleta Tirk re ferq nake, jin be, ciwan be, kal û pîr be ferq nake.

Li zindanan qirkirin, komkujî û siyaseta tinekirinê heye. Di serdema AKP'ê de kuştina girtiyan zêde bû. Erê tê gotin jiyana xwe ji dest dane. Lê di esasê xwe de girtî têne qetilkirin. Ew şehîdên berxwedana li zindanan in. Ji roja ku AKP bûye desthilatdar heta niha nêzî hezar girtiyî li zindanan hatin qetilkirin. Jixwe, zindan bi serê xwe cihên êşkence û zilmê ne. Lê dewleta Tirk di wê rewşê de jî nasekine. Girtiyan tavêje hucreyên yekkesî, avê nade wan, xwarinê nade wan û wan nabe nexweşxaneyan. Têkiliya wan bi derve re qut dike. Ji serî heta binî, îzolasyon û tecrîd heye. Piştî ku AKP bû desthilatdar tîpên T, F û gelek herfên din bi vî rengî zêde bûn. Armanca wan jî tesfiyekirin bû. Lê ew çi dikin bila bikin, girtî dev ji berxwedana xwe bernadin. Ew hevreyên Mazlûm, Kemal û Xeyrî ne. Çandeke berxwedanê îro li zindanan ava bûye. Ew serê xwe natewînin. 30 salan jî di zindanê de bimînin, dîsa teslîmiyetê qebûl nakin. Dewlet jî ji vê berxwedan û îradeyê aciz e, lewma ewqasî faşîzma xwe dijwar kiriye.

Bingehê êşkence û faşîzma li zindanan ji Îmraliyê dest pê kir. Dewleta Tirk Rêber Apo tecrîd kiriye; vê siyasetê li zindanên din jî tetbîq dike. Dewleta Tirk qanûn, hiqûq û edalet daniye aliyekî û siyaseteke qirkirinê dimeşîne.

Berê destûra hevdîtinan nedidan û digotin, rewşa hewayê ne baş e, yan jî keştî xerabe ye. Lê êdî vê jî nabêjin.

Destûra hevdîtinan nadin û qanûnan jî nas nakin. Dewleta Tirk ji bo ku Rêber Apo bernede qanûnên taybet derdixe û Konseya Ewrûpayê jî dengê xwe lê nake. Konsepteke hevkar a êşkenceyê heye. Qaşo Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê heye, lê li êşkenceyê temaşe dikin. Zilma ku îro li Îmraliyê heye, li tevahiya girtîgehan belav bûye. Heger ew tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe, wê li tevahiya girtîgehan jî bi dawî bibe. Ji bo vê yekê, divê Kurd li ber tecrîdê rabin û destûra wê zilmê nedin.