- Dema ku Nisêbîn tê gotin, yekser serhildan tê bîra min. Ew serhildana ku di Newroza 1992'an de pêk hat.
Dema ku Nisêbîn tê gotin, yekser serhildan tê bîra min. Ew serhildana ku di Newroza 1992'an de pêk hat. Çend serhildanên din jî beriya wê hene. Mesela di Adara 1990'î de jî li navçeya Mêrdînê Stewrê 13 gerîlayên ARGK'ê şehîd bûn û dema ku cenazeyên gelekan ji wan anîn Nisêbînê, xelk rabû serhildanê. Mirov dikare bibêje, piştre pêvajoya serhildanên li Kurdistanê dest pê kir. Dema ku cenazeyê Kamûran Dundar birin Nisêbînê, gel rabû serhildanê. Zêdetirî 10 hezar kesî daketin qadan û cenaze pêşwazî kirin. Polêsên dewleta Tirk di dema meşê de gule reşandin ser gel û ciwanê 19 salî Şemsettîn Çîftçî qetil kirin. Vê yekê hêrsa gel a li dijî dewletê zêdetir kir. Li aliyê din ê sînor xelkê Qamişloyê jî ji bo Nisêbînê rabû serhildanê û çû ber têlan. Li Cizîr, Hezex û Silopiyayê jî serhildanên gel çêbûn. Xwendekarên li zanîngehan jî amadekariya bibîranîna salvegera komkujiya li Helebceyê dikir û ev çalakî jî veguherîn serhildanê. Xwendekara zanîngeha Dîcleyê, Zekiye Alkan jî di 21'ê Adarê de li bircên Amedê bedena xwe da ber agir û bû meşaleya Newrozê. Tevahiya hefteyekê li Kurdistanê dikan nehatin vekirin û xwendekaran zanîngeh boykot kirin. Cara pêşî bû ku Kurdistan bi vî rengî rabûbû serhildanê û dewlet ketibû tengasiyê.
Newroza 1990'î veguherîbû Newroza serhildanê. Newrozên di pey re jî bi ruhê serhildanê hatin pêşwazîkirin. Dewletê hêza gel dît û nema karîbû dest li pîrozbahiyan werde. Di Newroza 1991´ê de jî li Nisêbînê û li gelek navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê di êrişa hêzên dewleta Tirk de 31 kes şehîd bûn. Lê Newroza pey wê re ango Newroza 1992'an Dewletê komkujî kirin. Li Cizîra Botan hêzên Dewletê gule reşandin ser pîrozbahiya Newrozê ya gel û bi dehan kes qetil kirin. Heman rojê pîrozbahiyek li Nisêbînê hebû û bê pirsgirêk derbas bû. Lê çawa ku xelkê Nisêbînê bi komkujiya Cizîrê hesiya, roja din daket meydanan. Polês û tîmên taybet li ser pira şehîdan rê li ber gel girtin û gule reşandin. Panzerên polêsan bi ser gel de meşiyan û xelkê li wan kirin. Di encama vê komkujiyê de jî 21 kes li Nisêbînê hatin qetilkirin.
Li Şirnex û navçeya wê Hezexê jî bi heman rengî komkujiyên Dewletê çêbûn. Di encama van komkujiyan de zêdetirî 100 kesî şehîd bûn.
Newroza 1992'an bi vî rengî bû Newroza şehîdan. Piştî wê rojê agirê Newrozê bi serhildanên Nisêbîn û Cizîrê geş bû.
Piştî wan serhildanan tevlîbûna nava refên gerîla zêde bû. Êdî her kesî cesaret kir ku li dijî dewletê rabe. Di sala 2015'an de jî Nisêbînê û Cizîra Botan bi ragihandina rêveberiyên xweser re careke din serhildêriya xwe nîşan da. Bi derfetên kêm li dijî tank û topên dewletê li ber xwe dan. Canê xwe feda kirin, lê rûmeta xwe wenda nekirin.
Heger em careke din li Nisêbînê vegerin, ew jî rengîniya wê ye. Lewma jê re tê gotin Nisêbîna rengîn. Vî bajarê qedîm gelek leheng xwedî kirin. Dîrokeke wê ya kevnar heye. Çendê salan gelek qewm tê re derbas bûn. Ji Ereban heta Suryaniyan, ji Ermeniyan heta Êzîdiyan gelek kes hewandin. Lê aliyekî wê her tim bi kul bû. Ew jî sînorê navbera wê û Qamişloyê bû. Wî sînorî gelek êş û keder pê dan kişandin. Ew sînorê çêkirî yê dagirkeran bû. Li aliyekî malbat parçe kiribûn, li aliyekî jî welatê wan. Di salên 1990'î de kontrayên dewletê bi sedan kes li vî bajarî qetil kirin. Ew rojên reş û tarî jî ji bîra kesî naçin. Tevî ewqas êşên giran jî wî bajarî serî netewand. Ji roja pêşî ve bi doza Kurdî re bû. Bajarekî ku zanista wê di asta herî jor de bû. Ji ber ku li ser Riya Hevrîşm bû, li her kesî û li her tiştî vekirî bû. Lewma jî gelek dewlemendî hewandin. Çawa ku bajarekî serhildanê ye, wilo jî bajarê çandê ye. Ew bajar e ku Newroz lê te. Ew bajar e ku mizgefta Zeynel Abîdîn û dêra Mar Yaqûp li kêleka hev bin. Ji hezarê salan ve û îro jî gelek leheng, zanyar û rewşenbîr di ser wê axê re derbas bûn. Ji şervanên wê heta berxwedêrên wê, bi hezaran leheng hatin û çûn. Her tişt ji bo parastina Nisêbînê bû. Ew leheng wê ti carî neyên jibîrkirin û bi saya wan Nisêbîn wê her tim rengîn bimîne.