• Zorêkî tir le nûseran û rûnakbîran û şa'îran cige le bilawkrawey xoyan, babetyan le zimanî bêyaninyewe werdegêra û bilawyan dekirdewe. 

Hesen Qazî
hsghazi@gmail.com

Seretay durustbûnî Komeley Rencderanî Kurdistan

[Rizgarî] 15 jimarey lê derçû, hendê lew kesaney ke babetyan têda denûsî û be çep nasrawbûn: Newşêrwan Mistefa, Şazad Sayîb, Fuad Qeredaxî, Fehmî Qeredaxî, Heme Emîn [Polla], Fazîlî Mela Mehmud {Nebez}, Celalî Mîrza Kerîm, bawkî Dilsoz {nawî xwazraw}, Bekir Hisên hendêk car be nawî Cemal Şarbajêrî, Şakir Fetah....htd. Hendêk carîş babetî komelayetî û hunerî têda bilaw dekrayewe. Zorêkî tir le nûseran û rûnakbîran û şa'îran cige le bilawkrawey xoyan, babetyan le zimanî bêyaninyewe werdegêra û bilawyan dekirdewe. Herweha Dr. Îbrahîm ke nawî rasteqîney 'Elî Sadiqî bû, be Farsî babetî denûsî û kak Newşîrwan Mistefa werîdegêra bo Kurdî.
Sêyem: Hokarêkî tir ke karîgerî hebû, ew xuley Mam Celal bû ke le nawerastî 1969 le Bexda bo komelêk gencî naw balî mektebî siyasî kirdewe. Bende (Nermîn 'Usman), yekêk bûm le beşdarbûwan. Lew xule da Mam Celal zor babetî girîngî wurûjand. Yekêk le wane; kitêbekey xoy bû (alcebhel wetenîye almutehîde). Herweha leser bizûtnewey rizgarîxwazî Kurdistan û bîrubawerî marksîzm - lênînîzm û endêşey Mawî bû, basî le taqî kirdnewekanî siyasetî Mao Tsêtung {sikirtêrî Hîzbî Şîw'î Çîn} dekird le wulatî Çîn û mam sersam bû be ezmûnî Çîn. Herweha basî ezmûnî Yekêtî Sovyetî ta serdemî Sitalînî dekird. Lew teweraney zor cextî leser dekirdewe; şorişî roşinbîrî Çîn bû ke le salî 1966 destî pêkird bû. Herweha şorişî le ladêwe berew şar, mam hanî dedayn bo xwêndnewe û helbijardinî corî kitêbekan, wek kitêbekanî: Mao, Hoşî Mîne {damezrênerî Hîzbî Şîw'î Vêtnam} Xesan Kenefanî {endamî mektebî siyasî berey mîlîy rizgarkirdnî Felestîn - El-Cibhe el-Ş’biye lî tehrîr Felestîn}, Munîr Şefîq ke ewkat kesêkî çep bû, bîrewerîyekanî Corc Hebeş û Nayif Hewatime û ew xule çend hefteyekî xayand. Heftey yek roj bû, le baregay mektebî siyasî {Partî şorişgêran} balî mektebî siyasî Partî Dêmukratî Kurdistan le şeqamî Felestîn û hendêk carîş le nûsîngey parêzerayetî Kemal Mihêdîn le şeqamî mutenebî berêwe deçû. Lew kesaney ke beşdarî ew xule bûn, ewendey min û kak Şemal Cemal û Nerîman Mehmûd ke her sêkman beşdarbûyn û bîrman dêtewe, em berêzane bûn: Daro Şêx Nûrî, Şaswar Celal {şehîd Aram}, Nermîn 'Usman, Şemal Cemal Reşîd, Nerîman Mehmûd, 'Ezîz Mehmûd, Yasîn Enwer, Azad Necmedîn, Fazîl Teyib, Fazîlî Mela Mehmûd, Hisên Teyib, Dr. Cemîl 'Elî, Bekir Hisên, Şehîd Ehmed Ablaxî, Şukir Zengene, Hemîd Bilbas, Rostem Mihêdîn, Emîr Bekir Qesab, Mecîd, Ehmed Şakelî,  Dilêr Sidîq, Samî Şoriş, Erselan Bayiz, Fehmî Qeredaxî, Dr. Heme Ceza, Ehmed Heme Salih {Ehmed Debabe}, Heme Cûce, Teyib Berwarî,  Serbest Bamernî, Enîs Şakir, Fazîl Qezaz, Heme Qeredaxî, Cemîl Rencder, Cemîl 'Îsa Dilşad....htd {renge kesanî tirî lêbûbê û bîrman çûbêtewe} nawbenaw hendê kiçîş dehatin belam berdewam nebûn.
Le katî xulekeda, serdanî balyozxane û nawendî roşinbîrî Çînîman kird û lewê hendê le kitêbekanî Mao Tsêtung û Marks û Êngêlsyan daynê. Nimayişêkî balêyan pêşkeş kird û dawetî nanî nîweroyan kirdîn. Herweha serdanî nawendî roşnibîrî Koryay Bakûrman kird û lewê hendê kitêbî Kîm Îl Song (sikirtêrî Hîzbî Kirêkaranî Şîw'î Korya) man wergirt.

Hendêkîşyan carêk serdanî senterî roşinbîrî Sovyetyan kird.
Şehîd Şehab yekêk le kitêbekanî Kîm Îl Songî bo ser zimanî Kurdî wergêra. Herweha şehîd Aram û kak Hîlmî 'Elî Şerîfîş hendêk kitêbî tiryan wergêra û kitêbekey Mao Tsêtungîş {Çepkêk le wutekanî Mao Tsê Tung - miqte'at mîn aqwal Mao tsî tunix} mamosta Brayim û kak Newşîrwan weryangêra bo ser zmanî Kurdî. Paş ew xule, rewtî Mawiyet zor bas dekra û kadîre çepekanîş berew helkişan royiştin û jimareyan ziyatir bû.
Çuwarem: Kirdnewey {kitabxaney Bîrî Nwê} ke le şeqamî Se'dûn {şar' alse'dûn} beranber utêl Mîrîdyan bû. Em kitêbxaneye be nawî Daroy Şêx Nûrîyewe bû û şehîd Şehab serperşitî dekird. Karîgerî rastewxoy hebû bo peydakirdinî serçawekanî xo perwerdekirdin be bîrî marksîzm û lênînîzm û Mawiyet û kobûnewey ew biraderaney ke helgirî ew bîre bûn. Duwa nîweroan zor qelebalix debû.
Lew kitêbxaneye, kitêbekanî Marks û Êngêls û Lênîn û Mao Tsêtung û nûsere marksîyekan defroşra û destdekewtin. Zor car birader hebûn kitêbekanyan debird û duway xwêndnewey deyangerandewe. Çunke mebest lew kitêbxaneye qazanc û pare nebû. Bo çawbestî hukûmet, hendê peraw û kelupelî nûsîn û qutabxaney têda defroşra. Hawkarî darayî berêweçûnî ew kitêbxaneye, zorbey le layen Mam Celal û şehîd Şehab û Darowe dabîn dekra.
Carêkyan birî {30} dînaryan le Nazenîn xanî xêzanî kake Şehab be qeriz wergirt bo kitêbxaneke û neyandayewe, Mam Celal deçête malî kake Şehab û Nazenîn xan şikatyan lê dekat û mamîş pêyandelê; bîdenewe min etandemewe. Ne mam eyandatewe û ne ewanîş eydenewe be Nazenîn xan.
Le salî 1973 ke malman pêkhêna le Silêmanî, le her kitêbe û numûneyek le malekeman da hebû. Bo serçawey kitêbekanî Mao Tsêtung û wergirtinî kitêb, Daro serdanî senterî roşinbîrî Çînî dekird, balyozxaney Çîn zor bayexyan bew rewte deda ke helgirî ew bîruboçûnane bûn.



Dirêjey heye...