Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (178)
Bew pêye bizûtnewe le maweyekî kurt da teqrîben hemû fermandekanî xoy le dest da. Duwayîn kesêk ke direngtir le hemwan legel bizûtneweke dekewê û fermandeyiyekey be destewe degrê, Qadir Şerîf bû. Qadir Şerîf bew xîlafatey ke legel rêberanî dîkey bizûtneweke heybû le Iraq mabûwewe û duway kûjranî yek be yekî ewan deçête Iran, belam duway çend şer ke têyanda serkewtin be partîzanekan bûwe (belam le heman katda hêzyan deswê û, çek û çol û azuqeyan namênê), le ber guşarî zorî hêzî dewletî le layekewe û nebûnî kesayetîyek ke bitwanê rêberayetî bizûtneweke be çakî be destewe bigrê, le akamî peydabûnî xîlaf û kêşey zor û her weha bekarhênanî taktîkî ser îşkane û siyasetî aloz û şipirze jimareyek le pêşmergekan heldên bo lay Mela Mistefa. Rîzî partîzanekan kem kem leber yek deçê û Qadir Şerîf xoy legel 6 kesî dîke dîsan degerêtewe Iraq û le mawey çend mang da, jimareyekî zor lew partîzananey mabûnewe xoyan degeyêne wênderê. Be taybetî ewey ke Mela Mistefa ew kesaney ke be naçarî yan be dilxwazî xoyan penayan bo birdbû çek deka û jimareyekîş radestî rêjîmî Iran dekatewe ke ê'dam dekrên. (Penaberî naçarî bew şêweye ke Mela Mistefa hemû hêlî sinûrî Iran û Iraq kontirol deka u ew kesaney le Iranewe ra deken be naçar debê be nawçey wî da têperin). Bew pêye kem kem beşî serekî ew partîzananey mabûnewe dîsan le dewrî yek ko debnewe.
Leşkir kêşanî "gemaro dan û lenawbirdin" le layen dewletewe ew car be serkewtûyiyewe tewaw debê û serubendêk le têrorî siyasî dest pê deka. Le sê mangî kotayî 1968 û sê mangî seretay 1969 ziyatir le sê hezar kes le Kurdistan zîndanî dekrên yan dûr dexrênewe. Lew maweye da jimareyekî zor le nîştmanperweran eşkence dekrên û çendîn kes ke le xebatî çekdaraneş da beşdar nebibûn ê'dam dekrên. Zincîrey ê'dam degate nawxoy erteşîş û çend derecedar û efser be tawanî hawkarî legel raperîwan tîrebaran dekrên.
Le dewr û berî ew dêyaney ke goya "hêlaney raperîn" bûn kempî jandam û serbazan saz dekrên, û le layekî dîkeşewe çalakî teblîxatî "îslahat" dest pê deka. Şandêk bo "pişkinînî erzî" dête Kurdistan. Fereh seferî ewê deka. Çend karbedestî dewlet le wane berpirsî "îslahatî erzî" le ser kar la dedrên û rêjîm be hemû hêzî xoy tê dekoşê be rêgay sazkirdinî fezay tirs û toqandin le layekewe û derbirînî "merhemet" le layekî dîkewe nufûz û deselatî xoy le Kurdistan seqam pê bida. Le her cêgayek zordarî hebê xoragrîş heye. Rast le cengey bigre û bibrey rêjîm da, xoragirî komelanî xelkîş ziyad deka. Cemawer heta dê ziyatir le xesletî koneperistaney rêjîm û 'adilane bûnî xebatî çekdarane tê degen. Be şêwey berdewam werzêran be têperîn le kosp û tegere û wexokirdinî dijwarî zor xoyan degeyênne lay pêşmergekan le Iraq û le gelyan dekewin. Dewlet çendîn car çirîke desnêjekanî xoy çek kird û dîsan çekî lê şetek danewe. Tewaw gêj bûwe û tenanet katêk ke serkewtinî katî nîzamîşî wedest hênawe natuwanê wez'î xoy seqam pê bida. Şepolekanî duwatirî dûr xistnewe û zîndanî kirdinekan be başî ew meseleye pîşan deda, her êsta jimareyekî zor le kesayetîye nîştimanperewe kurdekan, azadîxwazan û xebatgêranî siyasî bo Xorasan, Kirman, Mazenderan û şwênî dîke dûr xirawnetewe. Xoragrî û xebatî xelik têk naşkê.
Nirxandinêk sebaret be hokare nawxoyiyekanî damirkanî katî xebatî çekdarane
Şikanî qonaxî yekemî xebatî çekdarane xawen hoy konkirêtî nawxoyî ye ke debê be şêweyekî konkirêt rave bikrê. Debê le çuwarçêwey derfetekanî ew xebate da be dûy ew hoyane da bigerêyn. Yanî ew pêwananey ke bo ta u twêkirdinî konkirêtî ew hoyane dekaryan dekeyn ew pêwanane nîn ke bo hîzbêkî Markisîstî – Lênînîstî dekrên. Ewey ke be şêwey giştî eger rêberayetî ew xebate le dest markisîst – lênîstekan da bûba û yan eger hîzbî pêşrewî prolêtarya rêberayetî kirdba, xebat corêkî dîke perey desend hîç qisey têda nîye belam katêk şikanî xebatêkî konkirêt rave dekeyn û şîtelî dekeynewe debê be duway kemukurrîyekanî her ew xebate da bigerêyn ke dekrê nehêldirên û cê be cê bikrên. Rûne le dirêj xayen da têhelênanewey ew kemukûrîyane, hîç xebatêkî negeyandûwete serkewtinî yekcarekî, meger eweyke be dem xebatewe, rêberayetî û teşkîlatekey pere bistênê û bibin be rêberayetî û teşkîlatêkî Markisîstî – Lênînîstî. Ew pêwajoyey le Zufar berêweye û le waneye le Felestînîş be zûyî her away lê bê.
Ber le hemû şit debê bigutrê ke ew xebate çekdaraneyey ew duwayiyane be pêy pêwîst amadekarî bo nekirabû. Zor lepir û le jêr guşarî Mela Mistefa da, kakilî serekî ew raperîne naçar debê dest bika be xebatêkî çekdarane ke xoy be pêy pêwîst bo amade nekirdibû.
Yekem kemukurrî le amadekirdinî xebatî çekdarane da nebûnî rêbazêkî rûnî siyasî pêwîst sebaret be meseley corawcore. Rêberayetî xebat ne tenê bernameyekî kar û rêbazêkî rêkupêkî nenûsî û bilaw nekirdewe, belkû hîç helsengandinêkî le rabirdûy Hîzbî Dêmokratî Kurdistan le karî rabirdûy dûr û nizîk, xîlafekan û hoyekanyan, kurte mêjû û hoyekanî pêkhatinî Komîtey Şorişgêr, helumerc û ruwangey xebatî çekdarane, siyasetî konkirêt sebaret be hîzbe corbecorekan û be taybetî le mer Mela Mistefa û htad nehêna gorê, be şêweyek ke bituwanê lanî kem le naw rêberayetî xoy da yekêtîyekî be rêje qûl damezrênê.
Le layekî dîkewe rêkxirawêkî siyasî nebû ke xebat bituwanê piştî wêda. Ewe raste ke "Komîtey Şorişgêr" piştî debest be beşêk le teşkîlatî konî Hîzbî Dêmokrrat, belam hêşta tenanet ew teşkîlate be tewawî mana koneş be durustî rêk nexirabû û ranehêzandirabû. Be taybetî eweyke teşkîlat le ser binemay rêbazêkî rûnî siyasî rêk nexirabû û kadrekanî xawenî yekgirtûyî rêbazî siyasî nebûn, ew corey ke le rêkixrawêkî siyasî çak da pêwîste. Hîzbî Dêmokratî Kurdistanî Iran xoy wekû giştêk let let bibû û le sazdanewey "teşkîlat" key - kongirey duwem - beşêkî lew rêberayetîyeyş ke hellbijêrdirabû le lay Mela Mistefa mabûwewe.
Dirêjey heye...