- Amajeyekîşî be Dr. musedîq kird bû ke tenanet le naw zîndanîş da le fêr bûn xafil nebû û hemîşe deyxwêndewe.
Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (111)
Pêwendî nameyî legel Siyasmek Muyîdzade (Kak Sefa)
Amajeyekîşî be Dr. musedîq kird bû ke tenanet le naw zîndanîş da le fêr bûn xafil nebû û hemîşe deyxwêndewe. Katêk ew înşayem le poleke da xwêndewe, amojgarî berêz bew tawaney kirdbûm ke polî xwêndin cêgay kayey siyaset nîye, le pol wederî nam, ke min nemzanî bo û ewe yekem serkut kirdinim bû le jiyanim da. Ew dû şê'rem duway 65 sal hêşta le bîr neçuwetewe, û ewe yekem dersî çînayetî bû bo min ke bewey le dewruberî xom le jiyanî xelik da dem dî, heta dehat ziyatir û ziyatir le manay tê degeyiştim.
Le katî kitêb xwêndnewe da legel hêndêk dost aşnayîm peyda kird ke legel yekdî kitêbman degorîyewe û yek le wan ke bawkî Tûdeyî bû, kitêbî zor çakî le ber dest denam wekû kitêbî Dayk, Polla çon xoy girt, Degeryênewe bo gul çinînê, le jêrdarî bêdad, çîrokî însanêkî rasteqîne û ... Û îdî bere bere emin çûme naw dinyayekî dîkewe û zor şit lew kitêbane fêr bûm û dwatir grûpekeman saz bû û hawrêyekî kadrî hîzbî Tûde bû be berpirsî barhênanî ême (yadî bexêr bê Mihemed 'Elî Mehmîd) ke dekirdewe da narastewxo ême wek dirêjederanî sazmanî lawanî helweşawey Hîzbî Tûde nasrayn (le wutarêk da le paltlak basî ew hawrêyem kirduwe). Karêkî ke be pêşnyarî ew hawrêye kirdim, ziyadkirdinî 50 nusxey destnûsî bergirînamey Xusrewî Rûzbêh bû be yarmetî kaxezî kopî (karbon) le mawey sê mangan da ke diyare çendîn mangî pê çû ta bere bere ewanman geyande dest kesanî cêy bawer. Perwerdey resmî Markisîstîm lewêwe destî pê kird ke ew hawrêye kitêbî Manîfêstî Komonîstî be zimanî Feranseyî lapere be lapere legel xoy dehêna şax û boy werdegêrayn û boy şî dekirdînewe û duwatir hêndêk berhemî dîkey Marks, Êngêls, Lênîn û Stalîn le dersekanman ziyad kran.
Le salî axrî Huneristanî Sen'etî da mangirtinêkman kird be dijî bernamey banekî fêrkarî û fenî berpirsan û serperistanî Almanî û be dem ewewe encumenêkman saz kird le nwêneranî her kam le polekan be beşdarî yek nefer be bê helbjardinî serok û rêber û ... Tenya dû qisewêj helbijêrdiran ke yekyan Se'îd Kelanterî (Meş'ûf Nezerî) bû. [Se'îd Kelanterî Nezerî le yaranî nizîk û xalî Bîjenî Cezenî bû ke le êwarey 18-î Awrîlî 1975 legel Cezenî û 7 kesî dîke zor nacwamêrane le tepolkekanî Ewîn le Taran tîrebaran kran, le katêkda goya le zîndanêkewe rayandegwêstin bo zîndanêkî dîke; H.Q.] wek qisewêjî nawxo û yekîşyan min wek qisewêjî derewe bo pêwendî legel îdarekan û çapemenî ...
Ew ezmûnem û çalakîyekanim le derewey Huneristan wekû qisewêjî derewe buwe hoy ewe ke le Meş'ûf û dostekanî zor nizîk bimewe ke xoyan rêkxistibû û bawerîyekî zoryan be min kird û legel xoyan birdyanim bo bername şaxewanîyekanyan ke duwatir zanîm grûpî şaxewanî û xilîskênî Kawen û emnîş bûme endamyan û berpirsayetî malî grûpekeyan da be min.
Meş'ûf cige le Huneristan, şewaneş deçuwe fêrge bo wergirtnî dîplomî riyazî, belam leber ewey xalbe kirêkaranîş deçûne ew core fêrgane, lew derefete kelkî werdegirt û legel kirêkarêkî zor pêwendî da demezrand debuwe dostyan û hêndêkyan peywest debûn be grûpî şaxewanî.
Emin zor car qerarim legel dadena û eger polekey tewaw debû deçûme ber dergay fêrgeke û be se'atan le xiyabanan degerayn û ew basî çawdêrîyekanî rojane û qisekirdnî xoy bo dekirdim legel kirêkarekan û wek berendamêk ezmûnekanî xoy legel beş dekirdim û bekirdewe be şêwey zîndû dersî karubarî komelayetî pê dedam û ewe yarmetîyekî zorî be min kird û emin qerizdarî ew şitanem fêrî kirdim û hemîşe yadî bo min zînduwe (duwatir bo bîrewerî wî le bilawkrawey "Stareyê Sorx" da babetêkim bilaw kirdewe).
.... Bo hemîşe le Danîşseray Sen'etî der kiram. Basî wez'î xom kird bo hawrêyanî grûpî Kawe û hawrê Tûdeyiyeke, be pêy ra u tegbîrî wan ke bibir bibir degîrêy û sizay qursit bo debirnewe, biryarim da wulat becê bêlim û biçme henderan, cige leweş hîç deretanî xwêndnim le Iran bo nemabuwewe, eweş engêzeyekî dîke bû bo ewey le wulat derkewim. Awatim ewe bû be pêwendî kirdin legel rêberanî hîzb bituwanim biçme Meskew û le zankoy nêwneteweyî Lomomba da dirêje be xwêndin bidem. Bew mebeste legel bawkî ew dostey ke kitêbî Markisîstî pê dedayn rawêjim kird û ewîş dû nawnîşanî damê yek le Almanî Rojawa û yek le şarî Laypzîk [Leipzig] ke nawnîşanî karbedistanî balay Hîzbî Tûde bûn ke biçme layan û ewan hemû core yarmetîyek deken. Emnîş xeberyan pê dedem û toyan pê denasênim.
Duwacar duway mangêk xo amadekirdin û peydakirdnî birêk pare ke her beşî xercîy rêyey dekird, le pêşda be utubos xom geyande Tewrêz û lewêwe çûme Turkya û le Turkyawe be trên çûme Alman.
Le mangî pûşperî 1342 [mey 1963] (hawkat legel dûrxistnewey Xumeynî bo Kuweyt!) hatme Alman. Le seretawe le şarî Mannheim çûme soraxî hawrîyek ke le Iran nawnîşanî wîyan pê dabûm. Duway bas û qise û planî hatnim bo henderan û çûn bo Meskew, ew minî be dostêkî dîke nasand le Gutîngin [Gottingen] ke pêwendkarî Hîzbî Tûde bû legel Almanî Rojhellat. Duway ewey maweyek le lay ew mamewe, duwacar be pêy qerarêk çûyne Bêrlînî Rojhellat bo dîdar legel berpirsanî hîzbî. Lew maweye da legel 'Ebbas Sexayî endamî rawêjkarî komîtey nawendî Hîzbî Tûde (le Iranewe hêndêk le hawrêyan nawnîşanî wîyan pê dabûm) ke danîştûy Laypzîk bû pêwendîm kirdbû û ber le çûnî Bêrlîn be pêşniyarî berêzyan qerarêkman dana ke le rêsturanî Buxarêst le Bêrlînî Rojhelat çawim bewîş bikewê.
Dirêjey heye…