• Dewleta Tirk di van salên dawî de êrişên li dijî cenazeyên şehîdan zêde kirin. Şerê ku li dijî Kurdan dimeşîne, heman şerî li dijî şehîdan jî êdî dimeşîne.

Dewleta Tirk di van salên dawî de êrişên li dijî cenazeyên şehîdan zêde kirin. Şerê ku li dijî Kurdan dimeşîne, heman şerî li dijî şehîdan jî êdî dimeşîne. Li aliyekî gorên şehîdan xera kirin, şehîdgeh bombe kirin. Li aliyê din cenazeyên şehîdan revandin û nedan malbatên wan. Bi vê yekê re êşkence li malbatên wan jî kirin.

Sala 2017'an 261 cenaze ji goristana Xerzanê revandin û birin Stenbolê. Bi vî rengî malbatên jî xistin pêvajoya êşkenceyê. Piraniya cenazeyan hê jî li wê derê ne û nadin malbatên wan. Yên didin jî dixin kîsekî an jî qutiyekî radestî wan dikin. Bi vî rengî bêrûmetiyê li Kurdan ferz dikin û nirxê wan biçûk dikin. Dewleteke ewqas barbar û hov li ti devera cîhanê nehatiye dîtin. Piştî sala 2015'an jî pêvajoyeke nû li Kurdistanê dest pê kir. Mafê veşartina cenazeyan qedexe kirin. Cenazeyê yadê Taybet hefteyekê li naverastê hiştin. Cenazeyê Cemîle Cagirga ya 10 salî ku di sarincê de hate hiştin mînakek din e. Hestiyên bi dehan mirovên li jêrzemînên Cizîrê hatin şewitandin, xistin kîsên naylon û radestî malbatên wan kirin. Li Şirnexê qetilkirina Haci Lokman Bîrlîk ku cenazeyê wî li pişt wesayita zirxî ve girê dan jî mînakek din bû.

Di sala 2015'an de dewleta Tirk şerekî qirêj û hovane li dijî Kurdan da destpêkirin. Di vî şerî de li dijî miriyên Kurdan jî şer kirin. Bi dehan şehîdgehên li Kurdistanê bombe kirin. Goristan û gorên şehîdan xera kirin. Herî kêm 1644 gor bi temamî hatin xerakirin û zerar li 2926 goran hate kirin. Bi taybetî salên 2015-2016'an di dema qedexeya derketina derve de li dijî mirovahiyê sûc hate kirin û Kurd bi rengekî komî hatin cezakirin.
 
Ka hinekî ji xwe re bisekinin û bifikirin. Zarokek we heye û mezin dibe. Piştre ew zarok dibe gerîla û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şer dike. Di dema şer de şehîd dibe û dewlet jî êşkence li wî cenazeyî dike. Cenaze nade malbatê. Sal derbas dibin û piştre di nava qutiyekî de hestiyê wî şehîdî dide malbatê. Ev tişt bi serê we were hunê çi bikin gelo ? Dewletek bi vî rengî heye û van tiştan bi serê Kurdan de dike.

Sala 2020'an cenazeyê şehîd Egîd Îpek bi riya kargoyê ango di nava qutiyekî de ji malbata wî re şandin. Hestiyê Egîd xistibûn wê qutiyê û dan destê dayika wî. Dayîka Egîd, Halîse Aksoy ji bo ku cenazeyê kurê xwe bigre, 2 sal û 3 mehan di navbera Dersim, Meletî û Stenbolê de hat û çû.

Piştî wê cenazeyê şehîd Mahsûn Aslan bi qutiya kargo sala 2021'ê şandin Erxeniyê.

Cenazeyê şehîd Hakan Arslan jî beriya bi çend rojan di nav kîsekî de radestî bavê wî kirin. Ev tişta ku dewleta tirk dike ti mînakê wê çênebûne. Tenê li Tirkiyeyê heye. Hakan Arslan di dema qedexeya derketina derve de 2’ê kanûna 2015’an li navçeya Sûrê ya Amedê di şer de şehîd bû. Piştî wê pêvajoyê bi 7 salan cenazeyê wî di tûrikekî de radestî bavê wî hate kirin. 

Bi vî rengî radestkirina cenazeyan tê dîtin. Tişta ku dewleta Tirk layiqî Kurdan dibîne ev e. Heta ji wan tê Kurdan biçûk dixin û rûmeta wan dişkînin. Ev yek di ti ol û baweriyê de tineye. Tenê dewleta Tirk dikare ewqasî xerabiyê bike. Li pêşberî vê rewşê mirin jî ji xwe fedî dike. Vê desthilatdariya faşîst rewşa mirinê jî guhert. Heqaret û êşkenceya li cenazeyan êrişek li dijî tevahî baweriyan e. Ne tenê misilman, divê her kes karibe li dijî vê hovîtiyê nerazîbûna xwe bîne ziman.

Dewletek ewqas barbar, hov û bê exlaq e. Em bi dewleteke wilo re rû bi rûne. Li dijî vê dewleta qirker û dagirker jî berxwedan lazim e. Eger tu serî bitewîne, wê her roja te bi zilmê derbas bibe. Lewma berxwedan, serîrakirin û raperîn lazim e. Ev dewlete ku dibêje ma çi ferqa Kurd û Tirkan heye. Belê ferqa me heye. Hun me qir dikin, em jî li ber xwe didin.