Li pey pakrewanên rû bi ken

Nûçeyên Nurhaq GULBAHAR

Duşem 23 Kanûn 2024 - 07:30

  • Kirasguhertina her du rojnamevanên li ser rêya eşqa heqîqetê yê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn jî mînakên herî dawî yê vê rastiyê ne.

NURHAQ GULBAHAR

‘Kesayetekî/a ku baweriya xwe, edalet û rastiya xwe ji dest daye, ji xwe pêrgî cezaya herî mezin hatiye.’ dibêje Epîktetos. Ew kesên ku li pey bawerîya xwe, edalet û rastiya xwe ne jî ferqa herî mezin didin ava kirin. Hevgirtîne ew kes û li gor cîh û demê hîmên xwe yên kesayetî ji dest nadin, nagûherin û weke remza herî bi nirx a di nav reş û tarîtiyê de diparêzin. Nasnameya mirovbûnê bi awayê herî bedew li xwe dipêçin û di her kêliya jiyana xwe de li gorî wê tevdigerin. Çawa ku di tevahiya jiyana xwe de li gorî vê yekê tevdigerin, rengê kiras guhertina wan jî bi heman awayî cuda, taybet û karîger e. Mirin, weke baweriya qedîm a gelê me yê li ser baweriya Êzdatiyê tenê guhertina kirase û rengên herî bedew ê vê kiras guhertinê di kesayeta van xweragiran de kur û bi bandore. 

Kirasguhertina her du rojnamevanên li ser rêya eşqa heqîqetê yê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn jî mînakên herî dawî yê vê rastiyê ne. Ziman û dil, aqil û bawerî, hêvî û keda avakirina hêviyê, havênê rastiya van her du kesên qedirbûha bû ku ji hêla kesên ku wan nas dikin an jî yên nas nakin, ev rastiya wan ji dil hate pêşwazîkirin. Ew bûn yê herî xweşik dikeniyan û kenê li ser rûyê wan di hişmendiya me de cihê xwe yên herî bedew girtin. Ne tenê di hişmendiya ew kesên ku wan nas dikirin de, di hişmendiya tevahî gelekî de, di hişmendiya tevahî mirovahiyê de cihê herî bedew bû para wan. Ev ne di wateya xemilandina mirinê de tê gotin, rastiya ku bi tu awayî nayê vemirandin, nayê reşkirin û berovajîkirin de tê gotin. Bi xebata xwe xwebûna xwe ava dikirin û heta kêliya dawî jî li pey vê avakirinê bûn. Hilbijardeya wan diyar bû; xemxwirên gelê xwe bûn û vê weke mîrateya xwe ya herî bi wate ji heval û hogirên xwe re peşkêş kirin. Xemxwirên jêrdestan bûn. Yên mazlûman ên ku gotina wan di qirika wan de dihate fetisandîn û her wiha xemxwirên gelê xwe bûn. Gelê xwe yê ku xwedî dijminekî sondxwarî bû. Dijminekî ku ji sînorên dijminahiyê jî derbas kiriye û li tevahî dinê tevna xwe ya reş bi armanca tunekirinê dirêse. 

Lê yê ku vê tevna reş û bixwîn xera dike yên weke Nazimê xwedî gewriya ji Serheda serhildêr û Cîhana ku xwedî dilê bi qasî cîhanekê bûn. Di her kêliyeke jiyana xwe de ji vê helwêsta xwe nehatine xwarê. Ev rastî jî li dîroka me zêde bû, di hişmendiya me de hate kewandin û li karwanên şehîdên rû biken zêde bû. Emê nebêjin bixatirê we, emê bejin kerem bikin û hun bi xêr hatin vî cihê pîroz.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.