Lehengên Garê

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 25 Sibat 2021 - 03:20

  • Erdogan ji bo guhertina rojevê, wê destevala nesekine. Dibe ku di nava çend rojan de xerabiyeke din bike û rojevê biguherîne. Lê çi dike bila bike, dîrokê navê Garê û lehengên wê bi serbilindî qeyd kir. Dewleta Tirk nikare bi PKK'ê. Neçar e ku hesabê PKK'ê bike. Eger li ser ya xwe bimeşe, wê her roja wê bibe Garê.

Têkçûna Artêşa Tirk a li Garê hê jî di rojevê de ye û xuyaye ku wê demek dirêj jî di rojevê de bimîne. Tişta ku Erdogan û berdestikên wî xeyal dikirin, pêk nehat. Bi hezaran esker şandin Garê û ewqasî qiyamet rakirin, lê têk çûn. Gerîlayên Kurdistanê careke din nîşan dan ka çiqas teknîka Dewleta Tirk hebe jî wê nikaribe hêza gerîla têk bibe. 15 gerîlayan bi canê xwe ev yek îspat kirin. Bi saya wan gerîlayan îro em behsa wê berxwedanê dikin. Ew gerîla bûn nasnameya Garê. Her yek ji wan li dijî Artêşekê şer kirin. Yek ji wan gerîlayan jî Şoreş bû. Gerîla Şoreş di bin 6 balafirên keşfê, balafirên şer û helîkopterên Kobra de diçe ser girekî û dagirkeran têk dibe. Eger em behsa Garê bikin, divê her dem em wan lehengan bi bîr bînin. Şerê li Garê bi serê xwe efsane û destanek e. Ew şer dikare bibe film û pirtûk. Heq dike ku her tişt ji bo Garê were kirin. Ew şerê ku 4 rojan dewam kir, kêlî bi kêlî divê were vegotin. Di sedsala 21'ê de gerîlayên ku teknîka herî pêşketî bi erdê re kirin yek, divê were gotin û nivîsandin.

Dewleta Tirk li ser Garê gelek hesab kiribûn. Li aliyekî êsîran bi dest bixin, li aliyê din li Garê bi cih bibin ango dagir bikin. Ji bo wê jî yekîneyên xwe yên taybet şandin herêmê. Lê ji bîr kiribûn ku hêza li hemberî wan PKK ye û ne tevgereke ji rêzê ye. Îro PKK li rojhilata navîn bûye hevsengiyek. Beyî PKK'ê kes nikare hesaban bike. Îca di rewşeke wiha de Dewleta Tirk çawa difikirî ku biçe êsîrên xwe yên şer ji destê PKK'ê derxîne. Ma gelo PKK wê çawa destûra wê bide.

Xuya ye ku kesên ev operasyon plan kirine, gelekî li filman temaşe kirine. Li ser nexşeyekê planên xwe çêkirine û bi vî rengî tevgeriyane. Çîrokek heye û dibêjin di dema şer de rayedarekî hukûmeta Fransayê li ser nexşeyê ji Napolyon re gotiye divê pêşî we ev der girtiba piştre hûn çûbana wê derê. Yeko yeko behsa şer dike û vê yekê jî li ser nexşeyê dike. Napolyon di dawiyê de bersivê dide û dibêje, ew dever wekî ku tu li ser nexşeyê nîşan dide, nayê bidestxistin. Eger wilo ba, jixwe min ê girtibaya. Yanî ya Dewleta Tirk jî şibiyaye wê operasyonê. Ji xwe re li ser nexşeyê xweş kirine û berê xwe dane Garê.

Eger meqseda wan bi rastî jî bidestxistina êsîran bûya, gelek riyên wê hebûn. Ji ber ku PKK'ê ew êsîr ji bo fîdye yan jî bazarekê li cem xwe nehiştibûn. PKK'ê gelek caran êsîrên şer li cem xwe hiştin û bi riya hevdîtinan ew radest dikirin. Ev yek di dema AKP'ê de jî çend caran hate kirin û Erdogan jî bi vê yekê dizane. Lê xuya ye vê carê meqseda wan cuda bû. Mesele ne xelaskirina wan êsîran bû, mesele xwe ji êsîran xelaskirin bû. Ev yek di axaftinên Mûrat Karayilan de jî xuya dike.

Karayilan dibêje, "6 sal in ev êsîr di destê me de bûn, lê heta niha ti kes ji bo berdana wan nehatiye cem me." Kesekî daxwaziyeke bi vî rengî ji wan nekiriye. Karayilan di axaftinên xwe de gelek pirsên li ser Garê zelal dike. Ew galgalên ku dibêjin, êsîrên şer ji aliyê PKK'ê hatine kuştin jî li hewayê dimînin. Ji ber ku Karayilan bang li heyetan dike û dibêje werin lêkolînê bikin.

Dewleta Tirk rojekê jî qala wan êsîrên şer nekir. Piştî 6 salan behs kir û ew jî kuştin. Îro di destê PKK'ê de çend êsîrên din ên Dewleta Tirk hene. Eger Erdogan dixwaze û derdê wan êsîrên şer bin bila ji bo yên mayî têkeve nava tevgerê. PKK´ê ne fidye dixwaze û ne jî bazarê dike.

Her kesî dît ku li Garê hatin xezebê. Niha jî heyfa xwe ji HDP'ê û Kurdan hiltînin. Erdogan ji bo guhertina rojevê, wê destevala nesekine. Dibe ku di nava çend rojan de xerabiyeke din bike û rojevê biguherîne. Lê çi dike bila bike, dîrokê navê Garê û lehengên wê bi serbilindî qeyd kir. Di encamê de hat dîtin ku Dewleta Tirk nikare bi PKK'ê. Neçar e ku hesabê PKK'ê bike. Eger li ser ya xwe bimeşe, wê her roja wê bibe Garê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.