Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (63)



Beşêk le hevpeyvînî  Hemîd Şewket legel Îrec Keşkolî
Awirêk le Bizûtnewey Çepî Êran le nawewe 
Giftugo legel Îrec Keşkolî 
Neşirî Baztab. Hawînî 1378 (1999), 567 lapere

 

Şewket: Kerkûk şarêkî çone?
Keşkolî: Şarêkî gewreye û danîştuwekanî le Kurdekan, 'Erebekan û Turkekan pêk dê. Jimarey Turkekan zore û pêyan delên Turkuman. Belam Turkemen nîn, belkû Turkî ewton ke le konewe lewê nîştecê bûn. Burjuwazî Kerkûk ziyatir le Turkekan pêk dê ke pêwendî nizîkîşyan heye legel Turkya. Zehmetkêşan û kirêkaran Kurdekanin û burukrasî dewletîş le dest 'Erebekan daye. Le Kerkûk bew lawe îdî kêwekanî Kurdistan tewaw debin. Kerkûk nawendî newtî 'Êraqe û lewêwe newt henarde dekrê bo Turkya û rojawa.

Şewket: Ber le çûnî Bexda aya dîsan çawtan be Ebû Êhsan kewtewe?
Keşkolî: Carêkî dîkeş dîtmanewe, ew care le ofîsî karekey êmey bangihêştin kird bo nanî nîwero û dîsan be dem nan xuwardnewe giftugoyekî kurtman hebû û pêy rageyandîn ke rojî duwatir debê biçîne Bexda. Le Kerkûkewe, be utombîlêk ke efserêk be cilkî medenîyewe le tenîşt ajor danîştibû, êmeyan birde Bexda û le hotêlêkî razawe be nawî Hotêl Sehra cêyan bo girtîn. Hotêl Sehra le nizîk koşkî serokkomarî helkewtuwe ke ziyatir şwênî dîplomat û mîwananî bêganeye. Ber le werêkewtin Talebanî gutbûy ke lew core hotêlane da, xalbe kirêkaran û karmendanî hotêl, memûranî îstîxbaratin û debê le wetaxekan da qise zor nekrê û legel xelkî nenasraw dimeteqe nekeyn.

Şewket: Muşterîyekanî hotêleke çi core takuterayek bûn?
Keşkolî: Ziyatir Êranî bûn, Urûpayekanîşî lê bû. Hotêlêkî razawe bû ke hemû core amrazî hawanewey têda bû. Pêm waye her ew roje yan dû roj duwatir dû kes  be cilkî medenîyewe hatne lay ême û gutyan le îdarey îstîxbaratewe hatûn. Ewan legel derbirînî xoşhalî le bûnî ême le Bexda, gutyan çend rojî dîke dîsan pêwendîman pêwe deken.
Çend rojêk le hotêl çaweruwan bûyn takû ewey dîsan ew dû nefere, ew car le nakaw hatne hotêl û gutyan şitekanman ko keynewe bo ewey lewê biroyn. Pirsyarman kird bo kwê ke wulamêkî wîşîkan daynewe û gutyan nazanîn. Lew helsukewtyan hêndêk tirsman rê nîşt, belam hîç çareyek nebû. We duwayan kewtîn û be utumbîlêkî medenî çend kîlomîtrêk le şwênî cor be corî şar da gerayn û le ber wîlayek dabezîn.

Şewket: Tirstan lewe bû ke neka bitan grin?
Keşkolî: Hemû şit zor naasayî weber çaw dehat. Webîr qisekanî Ebû Êhsan kewtînewe ke deygut, "zor direng hatûn". Be lêbirawî mebestî ewe bû ke bo mawey dûr û dirêj hawkarîtan kirduwe legel Cumhûrî Îslamî û eweş mebestêk nebû ke le berjewendî ême dabê. Talebanîş be cext  kirdnewe le ser em meseleye, ber le werêkewtin pêy gutbûyn: "Êwe 'Êraq baş denasn. Karekanî em memlekete çi hîsab û kîtabî nîye û mirov debê pêş bînî hemû şit bka. Helbet egerêkî zor kem heye xiraptan legel bibzûnewe, belam dewletî 'Êraq hemû şitêkî le dest dê."
Herçonêk bê, legel ewan çûyne naw wîlake. Saxtumanêkî gewre bû be pêşxizmetêk û dû neferî dîkewe ke deşya le memûranî îstîxbarat bin. Ber le hemû şit wetaxekanyan be ême nîşan da. Dû wetax, holêkî gewre û wetaxêkî berdestanî ke radiyo u têlêvîzyonî têda bû. Be dîtnî ew şitane teqrîben dilnya bûyn ke de metrisî da nîn. Ewan pêyan gutîn: "Êwe çend rojêk lêre mîwanî êmen û her karêkî bitan bê, pêşxizmet û dû nefereke le xizmettan dan. Debê lêre bimênnewe ta pêwendîtan pêwe dekeynewe."

Şewket: Çi maweyek lew wîlaye bûn?
Keşkolî: Teqrîben nizîkey mangêk lew wîlaye bûyn. Pêşxizmet hemû rojê nanî beyanî bo amade dekirdîn û le ser mêzî nanî beyanîş dû rojnamey 'Êraqî ' Elsewre' û ' Elcumhurî' dadena. Hîç kitêb yan gowarêkî dîkeman nebû bo xwêndnewe. Belam ew xanuwe textenerdêkî lê bû ke le ber bêkarî nerdênman dekird û şewaneş çawman le têlêvîzyon dekird.

Şewket: Pêt waye bo çî ew hemû maweye êweyan wexrand?
Keşkolî: Way bo deçim xerîk bûn sebaret be ême lêkollîneweyan dekird û rastî û narastî eweyan heldesengand ke pêman gutbûn. Hîç deretanêk nebû ke dawayan lê bikeyn xêratir helsûrên yan daway çawpêkewtî kake Mihêydîn Teha, cêgrî Kurdî serokkomarî 'Êraq bikeyn. Her core dawayekî ewto deytuwanî hemû şit têk da û akamî nêgatîvî lê bikewêtewe. Her boye, hîç çareman nebû cge lewey ke çaweruwan bîn, be bê ewey bizanîn ke ew çaweruwanîye çi maweyek dexayênê û çi akamêk heldexatewe? Rûdawêkî serincrakêş ke le wîlake da rûyda, ew xewney bû ke dîtim. Helbet bawerim be xewn nîye, belam xirap nîye basî bikem. Şewêk le xewnim da dîtim hawserim Bilqîs û kurekem Perwîz suwarî motorsîklêtêk bûn ke her dehat û xêratir deyajot, takû ewey motorsîklêtîke le pêçêk le cade derkewt û wergera naw terkî dolêk û her dûkyan kûjran. Serincrrakêş eweye ke her ew şewe Reşîdî hawrêşm de xewnî da dîtbûy ke Bilqîs û Perwîz gîrawin.
Bo beyenanî, le dewrî mêzî nanî beyanî Reşîd gutî, "Îrec emro birêk şemzawî, hoy çîye?" xewnekem bo gêrawe. Pêkenî û gutî, ewîş de xewnî da dîtûye ke Bilqîs û Perwîz gîrawn. Û eweş seyr nebû xewnyan pêwe bibînîn. Ewey seyr bû ewe bû her dûkman le heman şew da xewnêk bibînîn ke akamî wek yek wa bû. Katêk degeraynewe meqerekeman le Kurdistan, be bê ewey sebaret bew babete qise bikeyn, lêman sûr bû ke Bilqîs û Perwîz gîrawn. Le Kurdistan xeberyan pê dayn ewan ew katey wîstûyane helên le Nexede gîrawin.

Şewket: Lew mawye da hîç le wîlake der nekewtin?
Keşkolî: Na be hîç cor. Ew dû nefer memûreş ke be kirdewe heresî ême bûn, her lew wîlaye denûstin. Perdey wetaxekan hemîşe dadrabûnewe û diyar bû ke şwêneke, şwênêkî asayî nîye. Zor kem dengî têperînî utumbîlêk dehat û eger le dirzî perdewe çawman le derewe kird ba, utumbîlêkman dedey ke le nawewe be perdey reş dapoşra bû. Diyar bû lew naweçeye da wîlay dîkeş hen û wa weberçaw dehat taxeke nawçey qedexekraw bê ke le dewruberî xoy be rêgay postî çawedêrî cwê kirawetewe. Le dereweş ra xuwardinî cor be cor û kartonî sîxar û meşrûbî ferengî yan bo dehênayn, belam demman lê nededa.

Dirêjey heye…