Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (179)

Şikanî ew xebate le rastîda be manay kûjranî rêberekanêtî. Eger rêkxirawî siyasî ke le serewe da basman kird hebaye, deytuwanî be başî dirêje be xebat bida. Her wek ewey ke hêndêk le kadrekan destyan le xebat neşuşt û duway girdbûnewey dûbarey pêşmergekan destyan kirdewe be çalakî siyasî û teşkîlatî bo amadekirdinî xebatî dahatû. Rêberayetî raperîn be şêwey giştî le rûy têorîyewe lawaz bû û ewe le astî sitratêjî û taktîkî nîzamî da kardanewey hebû. Hoy rastewrast û bê emlaw ewlay şikan, wate kujranî rêberekanî, heley nîzamî buwe. Girîngitirînî ew helane yekyan sitratêjî bergirî pasîv û ewî dîkeyan tê negeyiştin le girîngî kokirdnewey hêz  bû. Simayîl Şerîfzade le desteyekî heşt kesî da ke dû xayîn yan de naw dabû, ke taze legel kewtibûn, le layen hêzêkî 300 kesîyewe gemaro dira. Mela Aware tenê legel sê kes le gurûpî xoy cuwê bûwewe û hêzî dujmin gemaroy da. 'Ebdula Mu'înî legel gurûpêkî teqrîben 10 kesî gemaro dira û şehîd bû. Suleyman Mu'înî legel kadrêkî hîzbî (Xelîl Şewbaş) le geranewe le seferî nihênî xoy le Iraq le layen Mela Mistefa we gîra, her dûkyan kewtne ber eşkencey dujmin û şehîd bûn [lêre nûserî em raporte Laşayî basî radest kirdnewey termî pîrozî Suleyman Mu'înî be rêjîmî Iran naka. Amadekar].
Debê bigutrê ke rêberayetî xebat kem ta zor agay lew kemukûryane hebû belam hîwadar bû be webergirtinî siyasetî xoladan le têkhelçûn bituwanê le derfet kelik werbigirê rêkxistinî siyasî xoy seqam pê bida, legel rêkxirawekanî dîkey Iran pêwendî damezrênê û meseley rêbazî rêberayetîş çareser bika. Aşkiraye ke be carêk nakrê ew meselane hemû be yekewe rabiperêndirên. Çunke bo wêne xo ladan le têkhelçûn legel hêze dewletîyekan û nebûnî rêbazî çînayetî le layekewe hêze çekdarekan naçar deka be bergirî pasîv (ke wek xo kuştin waye) û le layekî dîkewe pêşî dengdan û wegerxistinî cemawer be şêwey durust degrê û nayelê rêbazî siyasî û îdêolojî rûn derkewê û eweş be norey xoy hewildanekanî dîke berperç dedatewe û le rastîda alqeyekî îblîsî zîndanî kirawe. Be leber çawgirtinî xalekanî serewe detuwanîn hoy şikan lem pinkte serekyaney xwarewe da bibînîn:

1- Siyaset û rêbazî rêberayetî rûn nebû û  pêwendî nêwan meseley çînayetî û meseley neteweyî  nezandirabû.

2- Rêk xistnêkî siyasî çak bûnî nebû.

3- Sitratêjî û taktîkî durustî şer dekar nedekra

4- Hîzbî Dêmokrratî Kurdistanî Iran let let bibû û jimareyek le rêberan le lay Mela Mistefa mabûnewe.

5- Deretanî yarmetî danî bizûtnewe le derewe û nawçekanî dîkey Iranewe hêşta nebû.

Bew pêye bû ke be şehadetî yek le duway yekî rêberan, xebateke şika.

 

Qonaxî  paşekişê 

Le duway penabirdinî pêşmergekan bo Kurdistanî Iraq, wek le serewe da gutra jimareyekyan le nawçey jêr deselatî Mela Mistefa da demênnewe. Jimareyekî dîkeş le nawçeyekî dîke ko debnewe. Duway maweyek ew kesaney ke le nawçey jêr deselatî Mela Mistefa da bûn yek yek û deste deste lewêwe radeken û xoyan degeyênne lay dostekanî dîkeyan. Bew pêye le mawey çend mang da zorbey pêşmergekanî Iran dîsan le dewrî yektirî ko debnewe. Ewane be yarmetî sazmanî ême û dostanî Iraqî xoyan, xoyan rêk xistewe û le heman kat da derfetyan hêna û xerîkî fîr bûn û perwerde bûn. Zor xulî perwerde, xwêndnewe û nûsîn û her weha  perwerdey siyasî û nîzamyan we rê xist û astî agayî siyasî xoyan be dem gengeşe û xebatî siyasîyewe berew jûr bird. Lew kate da sazmanî ême legel partîzanekan be astêkî baş le yekgirtûyî geyiştin û fêrbûnî ême lewan û fêrbûnî ewan le ême yarmetî her dû lay da ke be ruwangeyekî rûntir û îmanêkî qayimtirewe be serkewtin, dirêje biden be xebatî şorişgêrane.

Le maweyekî ziyatir le salêk ew girûpe be şêwey nihênî hêndêk karî rêkxistinî û teblîxatî le Kurdistanî Iran encam da. Lew gurûpe da îtir hîç rûnakbîrî şarî bûnî nebû. Hemûyan werzêr bûn û rêberayetîyekeşyan be xoyan bû. Helbet ew meseleye layenî erênî û nerênî xoy hebû. Lew kate da gelî kurd qaremanane le beranber siyasetî xinkandin û têrorî rêjîm da xo ragrî dekird û zor le werzêran le Iranewe rayan kird û legel gurûpî partîzanekan kewtin. Bew pêye sereray helumercî dijwar le rûy pêwendîyewe, gurûpî partîzanî perey send.

Lew nawe da Sazmanî Emniyet dû gurzî le pêşmergekan da. Yekyan ewe bû be narincok Qadir Şerîfî têror kird. Ewey dîkeş Kawe berpirsî cewan û xebatkarî pêşmergekan be dest însankujêk ke xoy xizandbûwe nawyan, têror kira. [Be pêy belgeyekî Sazmanî Emniyet, Qadir Şerîf le 14/ 8/ 1348 ( 5 / 11 / 1969) le mizgewtî bazarî Silêmanî têror dekrê. Dew belgeye da hatûwe ke bikuj û hawkaranî hemû gîrawin û pêyan le tawanekeyan nawe. Belam aya muhakme kirawin û mehkûm bûn  yan na ewe bas nekrawe. Amadekar]. Ew rûdawe be qûlî partîzanekanî xembar kird, belam riq û kîney ewan dû çendanî lê hat. Ewan be teman ta duwayîn henase xebat biken û dilniyan ke lew pêwajoye da pê degen û duwacar serkewtinî wan debê.

Her êsta xoragirî gelî Kurd be tundî here ziyatir, dirêjey heye. Deretanî dîsan despêkirdnewey xebatî çekdarane be tewawî heye belam debê serinc bidrê ke em xebate, eger biqewmê, rêberayetîyekî nawendî nabê. Ziyatir raperînî xocoşî  werzêran debê ke dest dedene tefeng û dijî rêjîm beşer dên.

Lêre da pêwîste amaje bikrê be girîngî tesîrî wez'î Kurdistanî Iraq le ser Iran. Xelkî Kurdistanî Iran nek her le rûy hawşêweyî neteweyî pêwendî çirupiryan legel Kurdistanî Iraq heye belkû hokarî cor be corî dîke  wekû pêwendî xizmayetî, tayfey away ke nîweyan lembere û nîweyan lew ber dejîn, têkelawî siyasî û nerîtî xebatî hawbeş ewan be yekewe debestêtewe. Her dû berî sinûr hemîşe şwênyan danawe le ser wez'î yektirî û cûlanewey şorişgêraney layek, layekey dîkey be diway xoyda rakêşawe. Êsta le Iraq rûdawî taze qewmawin. Mela Mistefay Barzanî legel dewletî Iraq aşt bûwetewe. Ew aştîye be destêwerdanî rastewxoy rêvîzyonîstekanî şûrewî kirawe. Dewletî Iraq lew rewte da mafî xudmuxtarî bo Kurdekanî be resmî nasîwe. Ew rûdawe hem layenî nerênî û hem rehendî erênî heye. Layene erênîyekey eweye ke cemawerî kurd le Iran, be pesindî mafî xudmuxtarî le layen dewletî Iraqewe, pişt gerim debin û bo wedesthênanî mafî neteweyî xoyan dîsan tundtir xebat deken.


Dirêjey heye…