Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan(51)
Beşêk le hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Îrec Keşkolî
Awirêk le Bizûtnewey Çepî Êran le nawewe
Giftugo legel Îrec Keşkolî
Neşirî Baztab. Hawînî 1378 (1999), 567 lapere
Keşkolî: Radmenîş le Urûpawe bo pêwendî û giftugo legel Bextiyar hate Bexda. Ew sefere bew mebeste kira bû ke zemîney hawkarî le nêwan Hîzbî Tûde û Bextiyar bo serewnixûn kirdnewey rêjîmî şa helbisengêndirê. Le bîrim çû bilêm ke ême duway zanînî bûnî nwênerî Hîzbî Tûde le 'Êraq ke bo muzakere legell Bextiyar hatbû, ew xebereman da be Sazmanî Înqîlabî le Urûpa. Helbet ew demî hêşta neman dezanî ke ew kese 'Ebbas Şehiryarî ye. Her ewende zanyarî wirdman hebû ke nwênerî Hîzbî Tûde, le Êranewe bo muzakere legel Bextiyar hatuwete Bexda û le hotêlêk dejî le Bexda ke le nawendî şar helkewtûwe. Tenanet rojêk 'Ebbas Sabîrî ke le kurekanî destey Felestîn bû û le Êranewe hatbû, emnî birde nizîkî Hotêl Bexda ta ew katey Şehiryarî le hotêl dête derê bîbînim.
Şewket: Meseley pêwendî û hawkarî Hîzbî Tûde legel Teymûr Bextiyar gurzêkî gewre bû bo ser ew hîzbe. Teymûr Bextyar wek fermandarî 'eskerî taran, le duway kudetay 28-î Gelawêjî salî 1332 [19-î ûtî 1953-î zayînî, amadekar] dewrêkî girîngî gêra bû le têkdan û şipirze kirdnî Hîzbî Tûde. Zîndan, eşkence û kuştarî tûdeyîyekan û jimareyek le endamanî rêkxistinî efseranî Hîzbî Tûdeş, hemûy be hîsabî wî dandira bû. Boye, aşkra bûnî xeberî pêwendî Radmenîş legel Bextîyar le 'Êraq, bo zor layenan ratlekêner bû. Ta ew cêyey ke buwe hoy ewey Radmenîş naçar bê le piley skirtêrî hewelî Hîzbî Tûdey Êran dest bikêşêtewe.
Keşkolî: Bextyar gişt ewmaweye pêwendî hebû legel Êran. Le naw ew kesaney da ke le Êranewe hatbûn û legelî kewtin, jimareyekî zorî takuteray Sawak hebûn. Ew kesane duwacar le yekem derfet kelkyan wergirt û Bextyaryan kuşt.
Şewket: Be dem çûne rawewe.
Keşkolî: Bextiyar raw û be taybetî rawe mirawî zor pê xoş bû. Le yekêk lew rojane da ke bo rawe mirawî çû buwe durge mecnûnekan, têroryan kird. Le naw heresekan û hawrêyanî Bextiyar da, hem kesanî Êranî û hem takuteray 'Êraqî hebûn. Yekêk le memûrekanî Sawak ke ew roje legel Bextiyar bû, le derfetêkî lebar kelkî wergirt û weber muselselî da û duwaye be maşênî cîp berew sinûrî Êran ray kird. Herese 'Êraqîyekan û yaranî Bextiyar, we duway kabra kewtin û le nizîk sinûrî Êran girtyan. Dewlletî 'Êraq ew kesaney ke le kuştinî Bextiyar da beşdarîyan hebû, mhakeme kird û wek delên hemûyanî ê'dam kird.
Şewket: Goya Bextiyaryan bo mudawa birde Bexda.
Keşkolî: Bextiyaryan ke birîndar bibû destbecê birde Bexda û le nexoşxaney 'eskerî Elreşîd ke nexoşxaney be nawbangî 'Êraq bû, xistyane jêr mudawa. Kemal Husên ke le erteşî 'Êraq da piley sertîpî hebû û çend pisporî dîke mu'alecey wîyan we esto girt. Bextiyar çend se'at le duway geyiştin be nexoşxane le ber ew gulaney we zig û cergî kewtibû, dekûjrê. Min ew babetem le Celal Talebanî bîst ke dostî duktur Kemall Uusên bû.
Şewket: Duway geranewe le Hîndûstan çit kird?
Keşkolî: Maweyek le Bexda bûm. Duwaye çûme Dîmîşq û pêwendîm kird legel Talebanî ke duway teslîmbûnî hêzekanî be Barzanî le Dîmîşq dejya. Talebanî karêkî ewtoy kird çawim be Felestînîyekan, lewane Corc Hebeş, rêberî Cebhey Azadîbexiş bo Azadîy Felestîn bikewê. Lew dîdare da, meseley Êran û Sazmanî Înqilabîm rûn kirdewe u Hebeş belênî da her yarmetîyekî bimanewê pêman deka. Helbet girûpekanî dîkey opozîsyonîş pêwendîyan hebû legel Felestînîyekan û Hebeş û ew amade bû yarmetî bika be hemû hêzekanî dijî hukûmetî Êran. Duway ew çawpêkewtine çûme Beyrût û le pêwendî legel girûpe Felestînîyekanda, dawam lê kirdin helumercêk birexsênin ke hawrêyanî ême lewê perwerdey nîzamî bibînin.
Şewket: Aya Sazmanî Înqîlabî kesî le Beyrût hebû?
Keşkolî: Yekêk le endamanî konî sazman ke le seferî Kûbaş da beşdarî kirdbû, hatbuwe Beyrût. Hoy bûnî wî le Beyrût ewe bû ke çend kes le endamanî Sazmanî Înqîlabî, lewane Gersîwez Burûmend, be destî hêze emnîyetîyekanî rêjîmî şa kûjran. Duway kûjranî endamanî Sazmanî Înqîlabî, tuwanîbûy ra bika bo henderan. Sazmanî Înqîlabî nardye Beyrûtê û biryar dira ew kesaney ke bo perwerdey nîzamî deçin bo Felestîn pêwendîyan legelî hebê.
Şewket: Xelkî dîkeştan nard bo Felestîn
Keşkolî: Yek le hawrîyanî Sazmanî Înqîlabî ke le duway şorişî îslamî Êran bû be berpirsî nîzamî ême, bo perwerdey nîzamî nardmane Beyrût. Hawrêyekî dîkeş be nawî Beşîr Xusrewî ke duwatir le Kurdistan kûjra ewîş le layen sazmanewe çûwe Beyût. Çend neferîş le Almanewe nardirane Beyrût.Le Dîmîşq duway pêwendî legel Felestînîyekan û muzakere legel kirdinyan, biryarî sazman ewe bû maweyek biçme Kuweyt bo ewey bizanim karkirdin le naw kirêkaranî Êranî da çon deçête pêşê û her weha pêwendî legel ew kesaney ke le layen Sazmanî Înqîlabîyewe çûbûne ewê. Meselekem legel Talebanî hêna gorê û ew le mawey rojêk da pasportî Sûryayî û pênase û îznî ajotinî paye yekî bo amade kirdim.
Şewket: 'Erebît dezanî?
Keşkolî: 'Eebîm nedezanî. Belam girîng nebû, çunke pasporteke be nawî Kurdêkî Sûryayî der kira bû. Çûne Kuweyt ew demî bew şêweye bû debû lewêwe kesêk bangihêştinit ka. Talebanî ew kareşî bo cê be cê kirdim. Ew le layen yekêk le dostekanîyewe ke le Kuweyt nwênerî parliman bû namey bangihêştinî bo nardim.
Dirêjey heye…