Kongreya Gelan

Aslan ASLAN nivîsand —

Çarşem 6 Tîrmeh 2022 - 21:45

  • HDP'ê di dawiya hefteyê de kongreya xwe ya 5'an li Enqerê pêk anî. Li gorî çavdêran ev kongreya herî mezin a HDP'ê bû.

HDP'ê di dawiya hefteyê de kongreya xwe ya 5'an li Enqerê pêk anî. Li gorî çavdêran ev kongreya herî mezin a HDP'ê bû. Bi deh hezaran kes ji bakurê Kurdistan û Tirkiyê beşdarî kongreyê bûn. Her wiha ji welatên Rojhilata Navîn û Ewrûpayê jî mêvanên HDP'ê hebûn. Nûnerên partiyên siyasî û siyasetvanan peyamên xwe pêşkêş kirin. Di peyaman de qala hêza HDP'ê ya guhertinê kirin. Wekî din gelek kesayet û partiyan jî peyamên xwe ji kongreyê re şandin. Wê rojê ez ne li wir bûm, lê bi awayekî zindî min li kongreyê temaşe kir. Kongreyeke ew çend girseyî û zindî bû. Kongreya HDP'ê wekî şoreşeke gelan bû. Ji ber ku her kes li wê derê bû.

Kongreya HDP'ê bûbû ya her kesî.

Dema mirov li pêvajoya 7 salên derbasbûyî dinêre, tiştek nema ku bi serê HDP'ê de neanîn. Bi hezaran endam, rêveber û alîgirên wê hatin binçavkirin û girtin. Hevserok, parlementer û hevşaredar hatin girtin. Şaredariyên wê hatin dagirkirin û avahiyên partiyê hatin şewitandin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê her carê hedef nîşan da û êriş li dijî HDP'ê çêbûn. Ji êrişên nijadperestiyê heta bi qetilkirina endamên wê çêbûn. Ev yek hemû ji bo tesfîyekirina HDP'ê bû. Lê dîsa jî nekarîn wê hêza HDP'ê têk bibin. Îradeyek ji pola bi HDP'ê re hebû û her carê xwe li ser piyan girt. Nîşaneya wê jî kongreya dawî ye. Kesî bawer nedikir ku HDP ewqasî girseyî kongreyê pêk bîne. Li salona kongreyê cih nema û ewqas jî li derveyî salonê bûn.

Ji bo ku beşdarî kongreyê bibin ji herêma Serhedê heta Botanê, ji bajarên Tirkiyê beriya bi rojekê xelkê da ser rê. Bi otobusan ketin ser rêyan û coşa kongreyê beriya bi rojekê dest pê kir. Ev coşa xelkên bakurê Kurdistan û Tirkiyê bû. Li salona kongreyê jî heman coş û heyecan hebû. Li vê derê peyamek hebû. Xelkê ji HDP'ê re digot, netirse em bi te re ne. Çiqas êriş hebin jî gel bi HDP'ê re ye. Roj tineye ku endamên partiyê neyên binçavkirin û girtin. Lê dîsa jî şûna wan vala namîne. Ji roja ku partiyên Kurdan ava bûne heta niha êrişên li dijî wan nesekinîne. Di salên 1990'î de parlementerê DEP'ê Mehmet Sîncar li Batmanê qetil kirin. Gelek partiyên Kurdan girtin û her tim rêya siyasetê li Kurdan asê kirin. Lê dîsa jî Kurdan dev ji siyaseta demokratîk bernedan. Ji bo ku li qada siyasetê bimînin her tim zor li dewletê kirin.

Di kongreya HDP'ê de peyamek jî ji dewletê re hebû. Ev dewlet beyî HDP'ê û siyaseta Kurd wê nikaribe hesabê xwe bike. HDP hêzeke guhertinê ye li Tirkiyê û qedera wî welatî diyar dike. Nêzî 10 milyon hilbijêrên wê hene û kes nikare xwe li vê yekê kerr û kor bike.

Jixwe ku hesabê wê nekiribana ewqasî êriş nedikirin. Dewlet jî dizane ku bêyî HDP'ê nikare hesabê xwe bike. Ew partiyên ku nû ava bûne û tifaqan çêdikin jî li dijî HDP'ê ne. Ji bo ku hêza HDP'ê qels bikin û parçe bikin, ava bûne. Ti derdê wan bi desthilatdariya faşîst re tineye. Heger wilo bûya, wê çûbana cem HDP'ê û li rêyekê çareseriyê geriyabana. Lê ew çi bikin jî pûç e, vala ye. Hilbijêr û alîgirên HDP'ê diyar in. Li dijî ewqas êrişên giran û faşîzan jî HDP li ser rêyeke rast dimeşe. Ji bo ku bibe partiya tevahiya gelan, vê carê desteyeke şêwirmendiyê jî ava bû. Di vê desteyê de akademîsyen, hunermend, rojnamevan, civaknas û lîstikvanan cihê xwe girt. Ew kes wê karibin rexne û pêşniyarên xwe li HDP'ê bikin. Bi vî rengî HDP'ê nîşan da ku ew partiya her kesî ye. Tevahiya reng û nasnameyên li Tirkiyê li cem HDP'ê ne. Çi kesê li dijî faşîzmê be cihê wî li cem HDP'ê ye. Yekane partiya ku tiliya xwe dixe çavê faşîzmê, HDP ye. Ji bilî wê partiyeke din tineye ku vê bike. Partiyên din yan bi dewletê re hevkariyê dikin yan jî li gorî siyaseta dewletê dimeşin. Partiya ku karibe demokrasî û azadiyê ji xelkên Tirkiyê re bîne HDP ye. Bi saya HDP'ê îro li Tirkiyê ruhê têkoşînê heye. Bi HDP'ê re xelk pê dihese ku faşîzm wê têk biçe. Kongreya HDP'ê û kombûna deh hezaran, ev yek nîşanî me da.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.