Kî perê petrolê dixwe û nade kê?

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 10 Hezîran 2021 - 04:46

Di nava çend salên dawî de PDK bi siyaset û kirinên xwe ketiye pozîsyona dijberiya Kurdan. Berê jî gelek caran rexne li ser hebûn, lê vê carê ji rexneyan zêdetir, helwêsta wê êdî nema tê qebûlkirin. Heman rewş îro li Tirkiyê jî heye. Dewleta Tirk,  Erdogan û partiya wî sedema hemû pirsgirêkan bi hebûna PKK'ê re têkildar dikin. Her carê, Erdogan gefê li PKK'ê û destketiyên Kurdan dixwe. Wekî ku li Tirkiyê her tişt xweş û geş be, diaxive. Siyaseta li Başûrê Kurdistanê jî ketiye vê rewşê. Rayedarên PDK'ê her carê di axaftina xwe de bela xwe li PKK'ê dixin. Wekî ku PKK mûçeyan nade mamosteyên li Başûr. Yan jî PKK li ser petrola Başûr rûniştiye û perê wê dixwe.

Îro li Başûrê welatê me qeyraneke cidî heye. Ev yek ji aliyê aborî, siyasî û civakî ve xwe dide der. Lê rêveberiya li wir li şûna ku li ser van meseleyan bisekine, berê xwe dide PKK'ê. Bi vî rengî hewl dide rojevê biguherîne. Niha jî vê yekê dike. Beriya bi demekê PDK'ê çekdarên xwe şandin herêma Zînî Wertê. Bi vî rengî hewl da qadên gerîla dorpêç bikin. Vê pirsgirêkê çend mehan dewam kir û hindik mabû şer di navbera PKK û PDK'ê de derketiba. Piştî Zînî Wertê, çend carên din alozî di navbera herdu aliyan de çêbû. Bûyera herî dawî jî li Metîna pêk hat. Ew devera ku gerîla li dijî dagirkeran li ber xwe didin, PDK'ê çekdarên xwe şandin wir. Li wê derê jî teqînek di wesayîta çekdarên PDK'ê de pêk hat û 5 kesan jiyana xwe ji dest da. HPG'ê û fermandarên wê ragihandin ku êriş ji aliyê wan ve çênebûye. Her wiha daxwaza lêkolînkirina bûyerê kirin. Şahidên bûyerê, malbatên çekdarên PDK'ê û fermandarên pêşmergeyan jî eşkere kirin ku êriş ji hewayê ve pêk hatiye. Yanî yan balafireke F-16 yan jî balafireke din. Tevî ku bûyer ewqasî zelal e jî rayedarên PDK'ê û çapemeniya wê çima bela xwe li PKK'ê dixin gelo?

Dewleta Tirk di nava çend salên dawî de gelek deverên Başûrê Kurdistanê dagir kirin. Yekane hêza ku li dijî vê dagirkeriyê li ber xwe dide gerîlayên Kurdistanê ne. Qaşo ewqas partî û hêz li ser wê axê hene, lê kes ji wan li dijî dagirkeriyê şer nake. Dev ji şerkirinê berdin, îca yên şer dikin jî sûcdar dikin. Îro li Zê, Avaşîn û Metînayê tevgereke dagirkeriyê ya dewleta Tirk heye. Tam di wextekî wilo de PDK'ê jî çekdarên xwe şandin Metînayê. Li şûna ku bêje, ez vê dagirkeriyê qebûl nakim, li cem dagirkeran disekine. Gelo mirov çawa bi destê xwe axa xwe radestî dagirkeran dike? Dewleta Tirk her carê eşkere dike ka bê çawa Başûr xistine bin kontrola xwe û ewqas qereqol lê ava kirine. Lê tevî vê yekê jî rayedarek yan jî partiyeke ji Başûr li ber ranabe. Tenê bi hin daxuyaniyan sînordar dimînin. Yan ev yek li hesabê wan tê yan jî naxwazin li dijî dagirkeran xwedî helwêst bin.

Xuya ye ku dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê wê berfireh û mayînde be. Eger em PKK'ê deynin aliyekî û hincetan ji holê rakin, kî wê li ber dagirkeriyê rabe? Ew kesên dibêjin, dewleta Tirk ji bo PKK'ê li vir e, wê heta kengî rastiyan veşêrin? Ma heger PKK tinebe, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk wê tiştekî bikin? Ma ne navê Kurdistanê li xwe kirine û çima ji bo Kurdistanê tiştekî nakin? Erdogan û rayedarên dewleta Tirk her carê dibêjin, em ê Kurdan tine bikin û koka wan biqelînin û tevî vê yekê jî PDK bi wan re dimeşe. Îro tişta ji PDK'ê tê xwestin ew e ku li cem dagirkeran cih negire. Her kes dizane ku PDK nikare li ber dagirkeriyê rabe, lê qet nebe li cem wan nesekiniya. Heger bi vî rengî dewam bike, sibe Hewlêr û Silêmanî jî wê ji dest biçin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.