Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (55)
Beşêk le hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Îrec Keşkolî
Awirêk le Bizûtnewey Çepî Êran le nawewe
Giftugo legel Îrec Keşkolî
Neşirî Baztab. Hawînî 1378 (1999), 567 lapere
Şewket: Aya ew bîret ta ew cêyey ke helumerc deyhêla legel
"hawrêyanî Taran" hêna gorê?
Keşkolî: Herçî kirdim pêmil nebûn û biyanûyan hênawe. Ewey ke
"Kurdistanîş derewey wulate û lewêwe nakrê karêk bikrê." Yekêk îdî'ay kird ke "xebatî çekdarane avantûrîzme" û ewîtir peyamî nard "bo hatin bo Kurdistan rêgakan hêmin nîn." Belam hêndey pê neçû xoy û hawserî le rêgay Kurdistanewe çûne 'Êraq û lewêwe çûne Feranse. Ewîş be têper bûn be nizîk meqerî Hîzbî Rencberan da le Kurdistan û bê ewey kemtirîn pêwendîyek legel ême biken ke xerîkî tedarekî kobûnewey herawî kadrekan û rêberanî hîzb bûyn.
Şewket: Meseley danîştinî mangî Reşeme çi bû?
Keşkolî: Lew danîştine da ke le kotayiyekanî Reşemey salî 1360
[Marsî 1982] le Taran pêk hat, çuwar endamî komîtey daîmî hîzb, wate Bêhrûz Rad, Hûşeng Emîrpûr, Mecîd Zerbexiş û 'Elî Sadiqî beşdar bûn. Muhsîn Rîzwanî ke sikritêrî yekem û endamî komîtey daîmî bû lew danîştine da beşdar nebû. Ew şeş mang ber le pêkhatinî ew danîştine le kobûneweyek da ke le Farsanî "Şehrê Kord" kira, erkî diraye biçête Kurdistan û zemîney rêkxistinî konfiransî herawî kadrekan û rêberanî hîzb amade bika. Ew konfiransey ke debû be şêwey hemûlayene be sîyasetekanî hîzb da biçêtewe û rêbazî dadêy dîyarî bika.
Şewket: Bo Kurdistan?
Keşkolî: Çunke Kurdistan taqe nawçey hêmin bû ke hêndêk şwênî be dest hêzekanî opozîsyonewe bû û jimareyek le girûpe çepekan, bo ewey le wezendî dujmin le eman dabin lewê damezrabûn. Muhsîn her weha erkî ewe bû le derfetî lemer xebatî çekdarane le Kurdistan bikolêtewe û helumerc bo ragwastinî ew hawrêyane birexsênê ke nasrabûn û giyanyan de metirsî da bû. Ew le Kurdistanewe nameyek bo Hûşeng Emîrpûr denûsê û têyda delê ke "min le Taran hîzbim be to espard, debê agadar bî." Eweş wate ewey ke îtir bawerî be hêndêk le endamanî boroy daîmî nebû û reşbîn bû lemer dahatûy ew rewtaney ke rêk kewtibûn û Hîzbî Rencberanyan damezrandbû.
Şewket: Meseley çûnit bo Kurdistan çî lêhat?
Keşkolî: Hûşeng [mebest şehîd Hûşeng Emîrpûr e, H.Q.] hawrêyekî pê nasandim be nawî Xurem ke erkî birdinî minî bo Kurdistan pê espêrdrabû. Xurem le berewpêşçûnî kareke narazî bû û deygut hawrêy dîkeş hen ke debê rabgwêzrên bo şwênî cor be cor. Belam berpirsekanî [hîzb] le Taran hawkarî legel naken bo amadekirdnî diraw û şwên û le doxêkî dijwar daye, Xurem duwacar be dem ew berêkirdin û ragwêstinane da gîra û ê'dam kira.
Şewket: Be çi rêgayek da çûy bo Kurdistan?
Keşkolî: Le têrmînalî rojaway Taran ra û be utubosî musafîrî ke berew Azerbaycan û Kurdistan deçû. Şewî ber le werê kewtnim Xurem hat û wirde rîşalî bernamekey bo şî kirdmewe, gutî dû hawrêy dîkeş le heman utûbosî da ke min suwarî debim dêne Kurdistan bo ewey le rêgayê agayan lêm bê. Emin ke ridênim hêştbuwewe û tesbêhêkim be destewe bû xom wek hacîyek lê kirdbû û bew serusekutewe suwarî utûboseke bûm. Morêk û bermalêk û pênaseyekî saxtem pê bû.
Şewket: Çi werzêkî sal bû?
Keşkolî: Hawîn bû û mangî Remezan bû. Debû bew utûbose le Taranewe biçme Nexede û nemdezanî rêga çone. Tenê nawnîşanêkim pê bû ke le Nexede debû biçme ewê.
Şewket: Le rêga kontirolîş hebû?
Keşkolî: Belê kontiroll hebû. Xalbe çend pasdar le utûboseke ser dekewtin û çawêkyan le rêbwarekan dekird. Car carîş utûboseke bo nwêj le tenîşt cade radewesta û emîş dadebezîm û legel xelkeke nwêjm dekird. Ke geyiştîne Nexede çûme ew nîşaney ke hembû û lewêwe legel dû hawrêyan kewtim. Leber ewey kurdîm dezanî peydakirdnî şwêneke bê wexran cê be cê bû.
Şewket: Nexede ew demî le jêr kontirolî Cimhûrî Îslamî da bû?
Keşkolî: Nexede le dest rêjîm da bû, belam ke le Nexede tê deperî, nawçey Begim Qela helkewtibû û îdî lewê bewlawe le dest hêzî pêşmerge da bû. Ew şwêney ke biryar bû biçîn defterî şîrketêk bû ke be mînîbûs musafîrî debird. Zorbey musafîrekan ladêyanî dêyekanî dewr u ber bûn ke bo şit kirîn hatbûne Nexede û degeranewe. Bernamey werêkewtinî mînîbûseke awa rêk xira bû ke debû serî se'at 12 be berdem pasgayek ke le derewey Nexede bû tê biperîn.
Şewket: Helbijardinî ew se'ate hoyekî taybetî hebû?
Keşkolî: Ewe katêk bû ke pasdarekan nwêjyan dekird û le ber dergay pasgake kes pasî nededa. De deqîqe diwatir geyiştîne Begim Qela û lewêwe çûyne dêyek ke pir bû le pêşmergekanî Hîzbî Dêmokratî Kurdistan. Yekêk le hawrêyanî ême ke pêman degut Dr. Hesen û xelkî Luristan bû lew dêye dejya û erkî ewe bû ew hawrêyaney ke le şwênî cor be corewe dên werbigrê û wesîley pêwendîyan le tek ew hawrêyaney ke le Kurdistan bûn pêk bênê
Şewket: Ew pizîşk bû?
Keşkolî: Le kurekanî Emrîka bû xwêndinî xoy be nîweçil becê hêştibû. Belam dezanim lewê kare seretayîyekanî pizişkî dekird, derzî lê deda û birînî depêçawe û agadarî le birîndarekan dekird. Lewê hemû kes be nawî Dr. Hesen deyannasî. Be kurtî neman dozîyewe, belam xelkî dêyeke deyanzanî bo çi karêk hatûyn. Çunke ber le êmeş hêndêk kesî dî hatbûn. Xelkî dêyeke rênwênyan kirdîn û pêyan nîşan dayn be çi rêgayek da biroyn.
Şewket: Lewêwe îdî be pêyan deçûn?
Keşkolî: Na be tiraktor. Tiraktorêkman be kirê girt û şofêrî tiraktoreke êmey birde lay berpirsî nawçeyî Hîzbî Dêmokratî Kurdistanî Êran. Cewanêk bû be nawî Kak Husên ke minî nedenasî û debû çawerê bîn ta yekêk le berpirsanî Hîzbî Dêmokratî Kurdistan bê û xoman binasênîn. Se'atêk duwatir, yekêk le berpirsanî Hîzbî Dêmokrat be nawî Mela Resûl ke le rabirduwewe le serubendî manewe le 'Êraq demnasî hat bo dîdenîman. Mela Rusûl be germî pêşwazî lê kirdîn û xorakî bo amadekirdîn û tiraktorêkî amade kird bo ewey paşmawey rêgake bew tiraktore biçîn.
Dirêjey heye….