Kêşey xanû saz kirdin le çîya

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (59)

Beşêk le hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Îrec Keşkolî
Awirêk le Bizûtnewey Çepî Êran le nawewe 
Giftugo legel Îrec Keşkolî 
Neşirî Baztab. Hawînî 1378 (1999), 567 lapere

Şewket: Hawrêyanî dîkeşit çekyan hebû?
Keşkolî: Na, hîç kamyan çekyan nebû. Çunke girûpekey ême direngtir le girûpekanî dîke hatbuwe Kurdistanê, hîç îmkanî nebû bo dabînkirdinî çek. Ew wez'îyete kardaneweyekî xirapî hebû le ser rûhîyey ewan, çunke xelkî dîke hemûyan çekyan pê bû û hawrêyanî ême be destî betal danîştibûn. Ew wez'îyete, ewîş le çîyakanî Kurdistan doxêkî diltawên bû û helkewtî nalebarî girûpî êmey dedirkand. Be taybetî le jêr morey çawî ewanîdî ke wek bilên: "Çawtan kwêr bê, xotan kirdtan" wa bû.

Şewket: Bew pêye çûne 'Êraq?
Keşkolî: Heta biçîne 'Êraq çend rojêkî pê çû. Talebanî debû legel berpirsanî Hîzbî Dêmokrat qise bika û muwafeqetî ewan bo yarmetî dan be ême werbigrê. Leweş zîyatir, ber le wey biçîne meqerî Talebanî, legel Rîzwanî û hawrêyanî dîke biryarman dabû helkewtî hîzb helsengênîn û le xîlafekan wurd bînewe û barudox binirxênîn.

Şewket: Ke wabê basî wez'îyetî hîzb û ew xîlafanetan kird ke le gorê da bûn.
Keşkolî: Le danîştinêk da ke bûman, Rîzwanî û ewanî dî rayangeyand jimareyek le hawrêyan muwafeqetî xoyan rageyanduwe bo hatin bo Kurdistan û hêndêkanîş dijî hatinî Kurdistanin, belam debê hewil bidrê bîr u ray muwafîqî ewanîş bo hatin bo Kurdistan rabikêşrê. Emin lew qisane giştyan wa tê degeyîştim ke temayan girtuwe be her nirxêk bê bila bibê, kobûneweyekî berîn le Kurdistan biken û bew mebeste hêndêk hazirîşyan kirdbû bo ewey ta berêweçûnî kobûneweke xanûyek durust biken.

Şewket: Êwe naçar bûn bo encamdanî kobûnewe xanû durust biken?
Keşkolî: Be zûyî zistan degeyiştê û çareyekî dîkeman nebû. Berêwebirdnî kobûneweyekî berîn hewcêy be şwênêkî lebar hebû ke le ber destman da nebû, çunke xalbe xanuwekanî ewê piçûk bûn û wek zaxe deçûn.

Şewket: Xanuwekantan çon durust dekird?
Keşkolî: Meseley serekî hebûnî dar bû bo rayelkirdinî ser mîç. Paşmawey xanuweke be berd u qur saz dekra. Hêndêk darîşyan kirîbû, yanî debû diraw biden be ladêyîyekan ta kû hêndêk le darekanî cengilman bo bibirnewe, ew kareş pêştir kira bû û hemû şit amade bû. Yekêk le hawrêyanî Azerbaycan ke be nawî xuwastemenî Beşîr le nawmanda bû, aşnayî hebû legel karî bennayî û lew bareyewe gîrugriftêkman nebû. Duwatir ew xanûweman saz kird be holêkî gewrewe bo berêwebirdinî ew kobûneweyey ke biryar bû  berêwe biçê.

Şewket: Aya meseley dapoşînî xanuwekeş girîng bû?
Keşkolî: Bo sazkirdinî ew xanûwe debû çend şit leber çaw bigrîn. Yekyan meseley nîzamî û metirsî bombaran le rêy hewawe bû. Çunke her wek pêştiriş basim kird, lew nawçeye da zorbey girûpe opozîsyonekanî Êran û 'Êraq ko bibûnewe û metirsî hêrşî hewayî le hemû layekewe hebû. Girûpî Talebanî le meqer û ew beşey le jêr nifûzî da bû, dije hewayîyekî zorî damezrand bû.

Şewket: Bo pêşgîrî le hêrşî hewayî 'Êraq?
Keşkolî: Belê, çunke nawçeke hemîşe le metirsî da bû.

Şewket: Le qisekanit ra wa têgeyiştim ke pêwendî Talebanî legel 'Êraq baş bû û dewîst yarmetî bika bo ewey êweş legel ew dewlete pêwendîtan hebê. Eger waye, îtir meseley hêrşî hewayî 'Êraq manay çî?
Keşkolî: Rast e, belam karî rêjîmî 'Êraq xo cêy bawer nîye. Emro dost û beyanî dujmine û ewe be taybetî le mer kurdekan we rast degerê. Zor car hatbuwe pêşê ke sîyasetî rêjîmî 'Êraq le ast Kurdekan degora yan lemer piştîwanî le girûpe riqeber u dujminekan bîr u ray degorî. Ew girûpey ke ta dwênê piştîwanî lê dekra û deparêzra, bo beyanî dekewte bin sitem û zordarî. Bew pêye kurdekan hemîşe amade bûn ta leberanber her core egerêkî hêrş û pelamar da xo ragrî biken. Dewletî Êranîş be nîsbet Kurdekan her sîyasetêkî ew corey weber degirt.
Cige le Kurdekan û dû rewtî serekî û dij beyekî ewan, wate Talebanî û Barzanî, le çîyakanî pişt nawçey girûpî Talebanî, 'eşîrete Pişderîyekan dejyan. Ewan le rabirduwewe, hem pêwendîyan legel Êran hebû û hem legel rewtî Talebanî hawkarîyan dekird. Ew nawçeye le xakî 'Êraq da bû û 'eşîrete Pijderîyekan le ber helkewtey ke le rûy  cuxrafyayîyewe heyanbû, be başî deyantuwanî girûpî Talebanî biparêzn.

Şewket: Ew nawçeyey ke le xakî Êran helkewtibû û girûpe opozîsyonekan têyda kobibûnewe wez'îyetî çon bû?
Keşkolî: Lew nawçeye da hîç girûpêk topî dijî hewayî nebû û firokekanî Êran be hasanî deyantuwanî ew nawçeye bombaran ken. Belam le ber ewey mewdakan kem bû û girûpe opozîsyonekan teqrîben legel girûpî Talebanî le nawçeyek da bûn, bo erteşî Êran teqrîben na mumkîn bû ke hêze opozîsyonekanî bombaran bika û le heman kat da sedeme le hêzekanî Talebanî neda. Dewletî Êran neşî dewîst legel girûpî Talebanî tûşî helpirjan bê, boye hegerî bombaranî hewayî kem bû. Be taybetî ewey ke girûpe opozîsyone Êranîyekan zîyatir le nawçey Bokan û Seqiz damezrabûn. Belam eger 'Êraq hêrşî kirdba, hêze opozîsyone Êranîyekanîş, bitewê û netewê dekewtne ber bombaranî hewayî û ew meseleye, be leber çawgirtinî nakokî dewletî 'Êraq legel rêjîmî Êran be dilî ew wulate nebû, legel gişt ewaneş debû wişyar bayn û le şwênêk xanû durust bikeyn ke xoman le metirsî hêrş biparêzîn. Le heman kat da debû metirsî hêzî pîyadeş le berçaw bigrîn û hemû hîsabêk bikeyn. Nuxteyekî dîke meseley sermay zistane le Kurdistan ke xalbe befrêkî quris debarê. Boye çawe xanwekan debû corêk saz bikrên ke rû be hetaw bin, çunke kêwekan le mewdayekî dîyarî le roj da pêşî nûrî hetawyan degrit û serinc dan bo ser ewe le çilonayetî saz kirdinî xanuwekan da girîng bû. Çunke lew beşaney qedpalî kêwî da ke nûrî hetaw kemtir deygirtnewe, befr ta maweyekî dirêj natwêtewe. Ême be rawêj legel Yekêtî Nîştimanî Kurdistanî 'Êraq zanyarî zorman lew babetanewe wergirt. Ewan pêyan pêşnîyar kirdîn le xanuwe rûxawekanî Hîzbî Şîw'î 'Êraq ke le konewe le xakî Êran da mabûnewe bijîn. Helbet ew xanûwane pêwîstîyan be te'mîrî bineretî bû, belam gişt ew şitaney ke debû le rûy xanû sazîyewe lew nawçeye serincyan bidrêtê, le sazkirdinî ewanda le ber çaw gîrabû.



Dirêjey heye…