Gundê Xilçê gundekî kevn e, gund li bakurê çiva çemê Arsînê (Muradê) ya ku ber bi bakur ve çûye û cardin berê xwe daye başûr de ava bûye. Dema hê hin malên Ermenî jî li vê gundî diman jê re “Xilîçe” jî gotine. Tirkan navê wê kirine Kiliççî, yanê bi guhê peyva “xilç” girtine û ber bi qiliçên xwe ve çerixandine û kirine Kiliççî (getürkt). Vî navê kevn tenê kalên li ser 80ʼyî re dizanin. Lewre ji zû ve peyva Kiliççî bi awaye Qilîçê /Qiliçê di nava şêniyê gund de rûniştiye. Ne gundekî mezin e, li gund vê gavê 80 xane hene. Di erdheja sala 2012ʼan de 43 xanîyên gundiyan xisar dîtibûn û berpirsên dewleta dagirker rapora “di van xaniyan de nayê rûnştin” dabûn, soz jî dabûn wan, divîbûn ji wan re xanî çêkiribana, lê dema serkariya dewletê ne ya mirovan be, tenê bêxwedîtî para mirovan dikeve.
Mirov ji hin xirbe û kavîlên kevn, hin hîmên xanî li ser hatine çêkirin, perçeyên ferfûran yên li dor gund û keleha gund hatine dîtin, têdigîje ku gundê Xilçê ta ji dema Xaldiyan /Urartû ve maye, dibe ku nav jî ta ji dema Xaldiyan mabe, lewre di hin dane û çîrokên gundiyan de tê gotin ku şêniyên cigehî berê hatina artêşa îslamê tev de agirperest bûne. Çemoka Xilçê /Kiliççî ya li rojavayê Gund di ber girê kelehê ve tê û dikeve ser çemê Arsînê/Muradê. Ava vî çemokî havînan gelek kêm dibe. Li dora vî çemokî jî hin kavîlên dîrokî hene, Hin mezinên gund jî dibêjin; Berê li devê çemê Arsînê dîwarên wek lengerê benderekî hebûne, niha xuya nakin, her çi dibe, mixabin ku tu lêkolînên arkolojîk li gund û kelehê pêknehatine. Belê ji her bihusta xaka Milazgirê bêhna dîrok û rengê Xaldiyan tê, lê hetanî xwediyê wê lê serwer nebin, wê her bi hêviya lêkolînên arkolojîk û daneyên dîrokîyên di xwe de veşartî binale.
Gundê Xilçê (Kiliççi Qilîçê) ji Milazgirê bi qasî 16 km û ji Kopê jî 17 km dûr e. Dora gund, tev de ji bo çandiniyê destdayî ye, gundê herî nêzîk Qasimî ye. Ji ber keleha xwe û taybetiya cihê lê avabûye bi nav û deng e. Mixabin ji ber ku kar zêde li gund tine, gelek malan ji gund barkirine û çûne bajarên din, ji wê hêjmara şêniyên gund zêde nabe.
Keleha Xilçê li ser girê li başûrrojavayê gund e. Gir ji tevahiya hawîrdora xwe bilindtir û ji bo raçavandina hawîrdor gelek destdayî ye. Çemê Xilçê di ber kelehê re derbas dibe, her wiha çemê Arsinê jî jê tenê 100 /150 metre dûr e. Keleha Xilçê li ser bi bilindahiya 1517 Metreyî (ji deryayê) ye. Koordînatên cihê wê wiha hatine dayîn: 39° 10´01 Bakur 42° 25`09 rojhilat e. Gundî ji girê keleh li ser re wekî her cihê ew jî “Girê Kelehê” dibêjin, li hawîrdor jî keleha “Qilîçê” tê gotin. Tirkan navê wî girî kirine “Şehîd Tepesî.” Dîwarê li bakur dinêre hê jî 3 metre li pê ye. Li dor kelehê hîmên bingehê Bastiyon, yanê bircên raçavandinê û kevirên kulikên ser sûran jî di nava xirbên wê de hene. Bi giranî kevirên girnûşinên (Andezît) gewr û qiremî di dîwaran de hatine bikaranîn. Ev kevir li herêmê jî tê dîtin. Di dîwarên bi berahiya 1,50 û 2,00 metreyan de bi hostayî bikaranîna kevir û bi cihkirina hîmên sûrê ya li ser kevirên kewke, kevirên pir kenar yanê poligonalên di dîwarên sûrê de hatine bikaranîn, nîşanê me dide ku ev keleh jî di Serdema Hesin de hatiye lêkirin. Bi gotineke kurt di Dema Îşpûnî / Menuwa de.
Lêkolîna li ser vê kelehê jî tenê lêkolîneke sayayî, yanê lêkolîneke li ser rûyê kelehê ye, lekolîna bingehîn pêknehatiye, wê hetanî dagirker serwerbin pêk jî neyê. Di hemû kelehên vê demê de hatine lêkirin tunêl û odeyên veşartî hene, ji ber ku ew çemoka piçûk hîna di ber girê kelehê re derbas dibe, pêkan e ku di vê kelehê de jî tunêl û odeyên zexîreyan hebe, lê em nizanin. Di lêkolînên ruyê zemînê kelehê de gelek parçeyên ferfûrên bi astarên qiremî û sorahiya Xaldiyan, li gel wan şîlên tas û ferayên reng gewr ên Serdema Mîse /Misîn jî nîşaneya Serdema Mîse ya dawiyê û destpêka Serdema Hesin e. Eger lêkolînên kûr pêk werin, dibe ev têkiliya di navbera wan herdu demjiyanan de jî zelal be.
Li parêzgehên Kurdistanê tenê lêkolînên rû û hewldanên belgehên dîrokî birin û veşartinê hene. Gundiyên lê herêmê jî carnan tenê hin çîrokên li ser kelehan dizanin. Lema agahiyên em tomar dikin jî pir hindik in. Bi hêviya em di keleheke din de bi hev re bin, bimînin di nava tendûristiyeke bijûn de.