Keleha diduyan a li Xelatê jî keleha peravê Deryaçeya Wanê ye. Arkologan lêkolînek li ser çengê bakur pêk anîne. Di encama vê de tespît kirine ku berê li vir keleheke Ûrartûyan yeka piçûk a ku weke kerwansaraya despêkê hatiye lêkirin, hebûye. Hê jî di zinarên bin avahiyan de hîmên keleha dema Ûrartûyan hene. Lê lêkolîneke bingehîn li ser nehatiye kirin. Keleha Ûrartûyan hetanî 1224'an jî hê li pê bû. Ji Medan û Persan, hetanê Roma û Ereban, gelek çandan jê sûd wergirtiye. Mixabin ku ew keleh di erdheja 1224'an de hildiweşe.
Di çavkaniyên Osmaniyan de tê ragihandin ku piştî Kanunî Sultan Suleyman di sal 1556'an de ji sefera Îranê vedigere, xweşiya vir dibîne, li ser vê, Zal Paşa û Mîmar Sînan ji bo lêkirina kelehekê dişîne wir. Di xebateke çend salan de sûreke bilind li dor erdeke çend evlegan lêdikin û didin destê mîrekî bi Kanûnî ve girêdayî. Ev keleha nû ji kelehekê bêtir dişibe qesreke ku hawîrdora wê bi sûreke bilind çerixandine. Anegorî agahiyên berdest, berê di nava vê surê de 350 xanî, mizgeftek û hemamek hebûne. Lê niha ev avahî tinin, weke baxçeyekî nava sûrê xuya dike. Di hundir wê de gelek baxçe û bostanên piçûk ên ku şêniyên bajêr kirê kirine, hene. Di dema şer de xelatî ketine vir û xwe di vir de parastine. Dora kelehê tev de baxçe û cihê dîlan û seyranê ye.
Evliya Çelebî di Seyahetnameya xwe ya navdar de bi pesn û kêfxweşî keleh û dora kelehê weke pisporekî vedinivîsîne: "Dora kelehê 3 000 gav û di nava sûrê de 13 bircên xwerû hatine lêkirin, hene." Her wiha behsa 356 malan, xanekê, hemam û 20 dikanan jî dike. Yanê vê kelehê weke Çarşîkeltayekê vedinivîsîne. Li gel wê radigîhîne ku di bendera wê de tim keştîkok amade ne. Bi êvaran jî koma mehterê naxmeyên cûda lêdixîne. Dibe ji vê venivîsandina Evliya Çelebî be, Serokkomarê wan bi hewesa Kanûnî Sultan Sileyman, di van salên dawiyê de li bakurrojhilatê Kelehê koşkeke serokkomariyê daye avakirin û ew xweşiya ku ji bo gelê heremê cihê seyran û gerê bû, ji holê rakiriye. Niha weke baregeheke leşkerî ew xweşî dorpêç kirine.
Gorên Xelatê ne yên Selçûkan ên Kurdan e
Gorên Selçûkiyan yên li Konyayê û ev gorên li Xelatê hîç naşibin hev, ti belgeyên Selçukiyan yê li ser van goran jî tine. Li gel wê ti belge jî heta niha derneketiye holê ku bibêje, Selçûkiyan li dor Deryaçeya Wanê desthilatdarî kiriye. Lê dawleta Tirk ya li ser derewên bêbinî rûniştî bê navber derewan di tenûra nijadperestiyê de dipijîne û difiroşe.
Li ser vê mijarê gelek lêkolîn hene, ji wan yek jî ya Îsmaîl Bêşîkçî ye ya ku di malpera Zaza.net de hatiye weşandinê;
Em ji wê çend paragrafan bigirin: "Mustafa Balbal radigihîne ku piştî darbeya 27'ê Gulana 1960'an ji vir re gorên Selçûkiyan hatiye gotin. [Beriya wê biryarê ti kesî gotineke wiha bi kar neaniye. F.M.A.]" Ev rasterast pejirandina îdeolojiya fermî ye. Di belgeyên Selçûkiyan de tê ragihandin ku 'Sekmen El Kurdî El Kutbi' li Xelat û Adilcewazê niştecih û desthilatdar e. Lê êdeolojiya fermî navê 'Sekman' kiriye 'Sökmen' û Ogullari jî lê zêdekiriye. Hêjayê gotinêye ku mirov bêje, paşnavên bi 'ogullari', 'uşagi' û 'û...' diqedin, ne Tirk in. Li gel wê, ev nav kirine Sökmenogullari û kirine Tirk. Dîrokzanekî Ereb ji Sekmenan re Kurd dibêje û navê wan wiha dinivîsîne; "Sekmen El Kurdî El Kutbî" Dîrokzanekî DYE'yê jî vê danasînê piştrast dike.
Ehmed bin Lutfullah mutesawwuf û dîrokzanê Osmaniyan ê ji Eregliya Konyayê ye jî, di berhema xwe ya bi Erebî ya bi navê "Camiu´d Duwel" nivîsiye ku navê wê eşîra li Xelat û derdorê "Sekman El Kurdî El Kutbî" ye.
Jixwe, navên li ser kêlikan jî vê rastiyê li ber çavan radixîne. Belê dewletên kolonyal ên ne xwediyê welatekî bin, wiha ye, dikane di şevekê de her tiştî bibe bi xwe ve girê bide. Bi hêviya em di keleheke din de bi hev re bin, bimînin di nava xweşiyê de.