Xelata kevn berê li ber devê newala ku çiyayê Nemrût û şaxê çiyayê Sîpanê ji hev diqetîne de xwerû li nêzîkê pêşa berpalê çiyayê Nemrûtê avabûbû, hê dû re, piştî hin erdhejan, xelatiyan ew der li cih hîştin, bajar li keviya deryaça Wanê û li dor û bakurê Keleha Urartiyan ya li peravê Deryaça Wanê avakirine. Derdora xelata kevn weke gundekî ma. Ango bajarê kevn bi gotineke din Xelata kevn bi qasê çend kilometrê li başûrrojavayê bajarê Xelata nû ye. Xelata nû li bakurrojhilatê vê deşta piçûk ya di navbera çiyayê Nemrût berpalên şaxên çiyayê Sîpanê û deryaça Wanê de ye. Keleha Xelata Kevn yan jî Bajarê Xirebe li ser gireke ne pir bilind e. Girke Zinarûn e, mîna ku ew zinarana ji jor ve hatibe û li deştê rûniştibin, dora girê kelehê çal e, Ji we mirov dikane bi hêsanî Deryaça Wanê hetanî Tûjpayê bibîne, her wiha zurê newala şaxên Sîpanê ji çiyayê Nemrûtê diqetîne jî. Keleh li ser wan zinarên berê jî hatiye bikaranîn avabûye.

Kelah li ser bingehekî zinarînê parçeyek çiyayê Xelatê ye, rûniştiye. Li ser girê kelehê û dor keleha bajarê kevn nîşane û paşmayiyên gelek çandên cûda hene. Her çendî berê Xaldiyan / Urartûyan ji ev der şên bûye, gelek berhemên çandên cuda hatiya dîtin jî, dema mirov hîmên sûra kelehê yên di zinar de dane rûniştin, bi bikaranîna zinarên mezin, forma teraştina kevirên di kelehe de hatine bikaranîn, li ser cigehek balkêş û stratejîk avakirina kelehê dinêre, dizane ku ev nîşaneyên keleheke Urartûyan e. Li gel wê parçeyên ferfûr, cêr û ferayên hatine dîtin, bi zelalî raberî me dike ku ev keleha Xelata kevn di pêvajoya destpêka Serdema Hesin de hatiye avakirin. Hêjayê gotinê ye ku mirov bêje, hin Arkeolog di wê baweriyê de ne ku berê Urartuyan jî li vir hin bingehên dişibin parastgehekê, yan jî keleheke piçûk heye. Urartuyan li ser wê bingehî avakirine. Lê hin jî ji ber zinarên di bingehê de hatine bikaranîn, wek keleheke Urartuyan destnîşan dikin.

Lêkolînên van salên dawîyê gelek tiştên bi pirseşanan dagirtî jî zelalkirin. Di zinarên bin kelehe de gelek jûr û mehzenên wek tunêl jî hatine ditin. Li gel wê parçeyên ferfûr û cêrên reş, kûzên ji dema çanda Karazan maye jî hatine dîtîn. Peyva „Karaz“ ji serweriyekê bêtir, navê çanda demekê destnîşan dike. Arkeolog di wê baweriyê de ne ku ev çanda taybet û ji çandên din cûda li dora Erzirum û Qersê derketiye, ji wir; li aliyekî hetanê deryaça Ûrmiyê, li aliyê din ta hetanê Maraş û Sêvazê belev bûye. Lema mirov di nava gelek kavîlên bakurê Kurdistanê de rastê berhemên vê çandê xwerû tê. 

Tişteke gelek balkêş e ku li gelek deverên Serhedê peyva „karaz“ weke kesan piçûkxistin, yan jî çêrkirinê tê bikaranîn. Ji hev re dibêjin; „Law Karazê heram! / Hele li vî karazî binêre!“ Ev jî nîşanê me dide ku ew jî hetanê sedsalên berê me jî hebûne. Ango mina komeke hunermendên cih û war geryane kûz, cêr û fera çêkirine, Ev jî rastiya wê çandê û tevliheviya arkologan li ber çavan radixîne. Her wiha gelek rastiyên dîrokê di nava gotin, biwêj, gotinên pêşiyan, nava çêr bi kurtî di nava çanda me de veşartiye. Her xalê çanda me hêjayê lêkolînên pisporane ne. Lê mixabin ku ta niha ev pêknehatiye.

Dr. Mehmet Kulaz wiha radigihîne: „...Me bi vê lêkolina li ser kelehê gelek agahiyên giranbiha bi destxist. Ev jî rê dide me ku em li ser dîroka kelahê hin tiştên rastiya demê bi zelalî li ber çavan radixîne ragîhînin. Ji % 07 ê ferfûr û parçeyên cêrên li vir hatine dîtin yên çanda Karazan e. Ji %17 ji yên destpêka Serdema Hesin e. Yên Mane jî rastê Serdema navîn (hesin) tê....“ 

Di zinarên bin kelehê de jî gelek şikeftên di destpêka Serdema Hesin û berê wê de hene, hin ji wan hê nû hatin dîtin. Hin arkolog ji ber rewşa şikeftan bawer dikin ku mirov berê 3 200 salî di van şikeftan de jiyane, hê dû re avahiyên wek xanî lêkirine, vê re peyder pey ev cigeha şikeft li cih hîştine. Li dora vê girê keleh li ser e jî kavîlên ji dema Xaldiyan mane hene. Lêkolînên li ser kelehê didomin, dibe ku hê berhemên cûda jî derkevin. 

Ev Keleha Xaldiyan pişt re bi aliyê Medan ve tê bikaranîn, hin nîşaneyên avahiyên dema Medan jî lê hene. Piştî Medan ev dever dikeve destê Persan. Tê bawerkirin ku piştî erdhejekê ev kelehe rûxyaye, bajariyan ev der cih hîştine û li devê Deryayê avakirine. Bi hêviya em bi awayeke bijûn di keleheke din de bi hev re bin, bimînin di nava xweşiyê de.