Keleha Toxmanîkê û Xizna Marên bi Qiloç

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 27 Tebax 2020 - 23:00

Hûn çawa di vê rêzenîvêsê de jî rastiyê dişopînin, hima bigire tevahiya xaka navçeya Kopê bi rastiyên dîroka Kurd dagirtiye. Ez ê di vê gotarê de jî ne tenê keleha Toxmanîkê, ez ê xizna maran, marên bi qiloç ku li vir tevahiya havînê têne dîtin, bi agahiyên berdest ragîhînim. Em berê cihê keleh lê ye, vê deşta piçûk a rengê gola sîtilan û kelehê lê ye, herduyan jî bi şanazî pişta xwe dane rezeçiyayê ku çiyayê Subhan û Bilîcanê bi hev ve girê dide, her wiha em bi hev re berê xwe bidin newala Şikeftan, tev bi hev re bi kurtî jî be bidin nasandin. Ev dever bi giştî ne tenê bi raz e, xwedan xwezayeke gelek taybet e.
Keleha Toxmanîkê di navbera gundê Kerkerlî û gola Tîr (Sîtilan /Kopê) de ye. Gundê Sorgulî bi qasê 3 kilometre li başûrrojavayê keleha Toxmanîkê ye, mirov dikane li ser kelehê jî wî bibîne. Tirkan navê gundê Sorgulî kirine Sügütlü. Ev gund berê şerê cihanê yê yekem, di nava gundên Kopê de gundê herî mezin bû. Li dor sê - çar hezar şêniyên wî hebû. Berê heft tax bûne, niha tenê sê tax mane. Wê demê nîvî Ermenî û nîvî Kurd bûn. Ermeniyên ku li vir dijiyan piraniya wan hunermend bûn û kûzikvanî dikirin. Piştî komkujî û derbiderkirina Ermeniyan, beşek Kurdên di manîfaktûrên kûzikan de dixebitîn jî, ji gund derketin û berê xwe dan bajaran. Niha li gund tenê li dora du hezar şênî bi tevê xirbeyên kavilkirî maye. Li pişt gundê Sorgulî Newala Şikeftan heye. Di vê newalê de li gel gorên di zinaran de hatine kolan, gelek rolyef û wêneyên li ser zinarên bilind ên destên mirovan nagihêjînê hatiye xêzkirin hene. Lê ta niha ti lêkolîneke zanistî li ser van rolyef û goran pêk nehatiye. Bes tê gotin ku ji dema Ûrartuyan ve maye. Piştî ku mirov ji wir derbas dibe, digihîje Xizna Maran, havînan her cûre mar li vir tên ditin. Her wisa marên bi qiloç jî. Kî dixwaze marên bi qiloç ji nêz ve bibînin û wêneyên wan bikişînin, bila betlana xwe li wir derbas bikin. Ava sar, golên ava sar û her cûre pincarên biharê jî tên dîtin. Li gel wê mirov dikane bi êvaran û destê sibehê re bi rengê cûda wêneyê çiyayê Subhana rengîn a warê Siyabend û Xecê jî bikşîne. Gundî dibêjin; “hê jî êvaran dengê hawara Xecê tê!“
Keleha Toxmanikê bi qasê kîlometre û nîv li Rojavayê gundê Kerkerliyê ye, bi zimanekî din di navbera Gola Sîtila (Xaçê /Tîr) û kerkerliyê de ye. Ji Kopê jî 16 kîlometre dûr e. Li derdora keleha Toxmanîkê ku erdeke rast û ji bo çandiniyê destdayî ye, gelek kavîlên bajarên dîrokî hene. Li bakûrrojhilatê wê Kavîlên girê Mirbar, nêzîkê gola Sitila kavîlên li girê Pûlûrê û li başûrrojavayê wê jî Kavîlên Bajarê Xirabe (Kazantepe) heye. Di nava vê cihê rastê ji bo çandiniyê destdayî de cihê herî bilind ew girê ku keleh li ser e. Gelê hawîrdor ji girê kelehê re girê Toxmanî dibêjin. Ev hemû bajarokên tenê kavîlên wan li pey mane, tev de bajarên dema Ûrartuyan e. Ev tê wê wateyê ku ev keleha Toxmanîkê ji bo parastina vê devera bi adan û van bajarokan hetine lêkirin.
Keleh li ser girê ku mîna volkanek piçûk be, wek kovikê bilind dibe û dîharê wê bi awayê hatibe sererastkirin fireh e, hatiye lêkirin. Dema mirov wan zinarên dîwarên kelehê yên hê bi qasê sê rêzan li pê mane, dibîne, metelmayî dimîne ka wan ev zinarên mezin çawa derxistine wî dîharî. Keleh ne pir mezin e, ji kelehên piçûk yek e. Li dora 60 x 50 metreyî ye û çarnişkek rast e. Ev keleh di tapo kadastroya Tirkan de di bin navê girê bi hêjmara 1649ʼan de hatiye tomarkirin. Mixabin koordînatên wê nedane. Teraştin û bikaranîna zinaran nîşanê me dide ku ev keleh jî di dema keleha Tirtopê de hatiye lêkirin. Ferfûr, kûz, cêr û xilikên li vir hatine dîtin, nîşanê me didin ku ev keleh jî di Serdema Hesin ya destpekê û navîn de hatiye lêkirin û bikaranîn.
Agahiyen berdest mixabin ku tenê ev in. Hêvî dikim ku akadamîker û niştimanperwerên herêmê, bikanin înîsiyetîfên dîroka herêmê hê baştir lêbikolin, her wiha bi agahiyên zanistî yên têr ji turîzme re vekin. Hetanî keleheke din bimînin di nava xweşiye de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.