Gunde Tirtopê gundekî Kopê ye, 28 km li başûrê Kopê ye. Tirtop li bakurêrojava pişta xwe daye çiyayê Bilîcanê. Çiyayê Bilîcanê wek berdewamiya çiyayê Sibhanê ye. Lûtkeya herî bilind lûtkeya Vangesorê bi navê din girê Ziyaretê ye û hima hima 3000 metreyan bilind e. Girên din yên li ser çiyayê Bilîcanê bilind dibe, yek jî girê bi navê Keleha Avnîkê ye, ev ne kelehek e, ji kelehê bêhtir, kozikên raçavandinê ya keleha Tirtopê ye. Berf hetanî destpêka havînê jî li ser lûtkeyên Bilîcanê kêm nabe. Pirê caran havînan jî berf di neqebên bakur de dimîne.
Cihê gundê Tirtopê di rengê zozanan de ye, cihekî gelek xweş e. Gola Nazik a di nava sînorên Xelat /Betlîsê de dimîne, jê ne dûr e, tenê çend kilometreyan dûr e. Li derdorê gelek kavîlên kevn ê nîşaneyên koşkên piçûk, mîna havîngehan xuya dikin ta ji dema Ûrartûyan ve mane, hene. Eger ev devera nîşana bihuştê di destê Ewrûpiyan de ba, wê biba cihê tûrîstîk ê herî balkêş. Tirkan navê vî gundî kiriye "Gunyurdu" yanê "Welatê Rojê". Lê gelê heremê bi vî navî zêde nizane û bi wan giran tê. Hemu gundên Kopê yên li dor çiyayê Bilîcanê gundên xweş û bi adan in.
Ûrartûyan ji bo parastina vê herêma wek bihuştê, Keleha Tirtopê û bi wê ve girêdayî gelek kozikên leşkerî yên çavdêriyê yên weke keleha Avnîkê û kozikên li ser girên rojavayê Gola Nazikê, kozikên li ser girên başûr û rojava ava kirine. Bi rêya keleh û kozikên çavdêriyê ewlehiya herêmê parastine. Ev jî nîşana Serkariyeke xwedan nirxbûnê ye.
Keleha Tirtopê di qadastroya Tirkan de bi nimiroya K48A03.1 hatiye tomarkirin. Keleh di navbera koordînatên 38.92.16 bakur û 42.26.02 rojhilat de ye. Li ser girê di sêkoşeya çemê Gelî û çemoka Zinc digihîjin hev û navê çemê Gelî digire, ji gundê Pîran Mexicê wê de jî ji vî çemî re çemê Berûşê dibêjin. Ev çem dikeve ser gola Sîtilan (Kop /Xaçê). Keleha Tirtopê li ser girê nav çeman ku ji bakurêrojhilat ber bi başûrêrojava ve dirêj dibe, hatiye lêkirin. Tirkan ev gir bi hêjmara 1780 bi nav kiriye. Ev girê keleh li ser e, her çendî ji derdora xwe bilintir jî be, ne girekî pir bilind e, lê mirov ji wir dikane hemû kozikên çavdêriyê yên li hawîrdor bibîne.
Her çendî derî li bakurrojhilat jî vedibe, ji bo ku mirov bikane têkeve kelehê, divê mirov li ser rêya di nava rasteya zeviyan ya li başûrê kelahê ber bi Rojhilat ve diçe re, biçe, piştî ji gorên di zinaran de hatine kolandin ku ji dûr ve xuya dikin, derbas bû, vê carê jî berê xwe bide rojava û dikeve ser rêya dîrokî (ji dema Ûrartuyan mayî) ku bi teraştin û sererastkirina zinarên pehn hatiye çêkirin û piştî çivekê fireh ji bakurrojhilat ve dikeve kelehê. Deriyê bingehîn ew der e.
Keleh wek çarnîşkek rast hatiye çêkirin, barahiya wê 75 x 220 metre ye. Deriyê yan jî dergehê wê yê li bakurrojhilat vedibe, gelek fireh e bi berahiyeke 6 mêtreyan e, hê jî kevirên çengeyên derî nêzî çar rêzan li pê ne. Xuya ye ku dora kelehê bi sûreke bilind hatiye çêkirin, li gelek cihan dîwarê wê hê jî bi qasê metre û metre û nîvê li pê ne. Baxirê binî ku bazalt e, gelek baş hatiye sererastkirin û hîme dîwarên sûrê di baxir de baş hatiye bi cih kirin. Zinarên di dîwarên sûrê de hatine bikaranîn li gor berahiya 1,5 x 1,0 x 0,5 metre ne, yanê kevirên mezin in û kîklopîk in. Hinên wan polîgonal yan jî çarnîşkin. Yên teraştî û yên bê teraştin jî hatine bikaranîn, hene. Di sûrê de cih bi cih di navbera van kevirên mezin de kevirên piçuk ên kesek dikane wan rake jî hatine bikaranîn.
Li vê kelehê ferfûr, cêr û kûzên Serdema Hesin ya destpêkê, navîn û dawiyê hatine dîtin. Tev de bi rengên sorê ûrartûyî, rengê gewrê xweliyê de ne. Cêrên hê wekê berê bê guhertin ta vê roja me hatine jî tê de hatine dîtin. Her wisa parçeyên bronz jî li vir bi dest ketine. Di zinarên nêzîkê kelehê de gelek gorên di zinaran de hatine kolan, hene, tev de ji Serdema Hesin ya navîn mane. Li gel wê Li hawîrdor kavilên şêniyên ji dema Ûrartuyan hene, hêjayê lêkolinê ne. Lewre, ev dever wek cihgehek bêhnvedan û seyrangehê ye. Bi lêkolînên arkeolojîk ên bingehîn, gelek agahiyên li ser çîna serdest jî dikanin bi dest bikevin.
Xweşiya welêt gelek rengîn e. Mînak ev der çiya, zozan, çevkanî, germik gola ji bo seryranekê destdayî, dîrok her tişt heye. Eger welatê me azad ba, vê cihgehê bi tena serê xwe dikanî bi sedhezaran mirovî bi hatina turîzmê xwedî bikira. Bi hêviya azadî û di keleheke din de hevdîtinê, bimînin di nava xweşî û tenduristiyeke bijûn de.