Keleh li ser girekî pozik e, li nîvgirava ku ji bakur ve ber bi kendava Tatvanê ve mîna nikulê çivîkekê yên vekirî dirêj dibe. Ta ji dema Xaldiyan ve, ev herdû aliyên nikul weke bendereke piçûk tên bikaranîn, wisa hatiye avakirin. Ev bender îro di destê saziya dewletê ya bi navê "kargeha Deryayî" de ye. Ew girê ku keleh li ser hatiye avakirin, girekî zinarîn e. Zinar û kevirên wê, kevirên kilsê ne û rihet tên kolan. Mixabin ku rayedarên herêmê rê daye hin fîrmayan ku li rojhilatê gir kana keviran vekin. Vê jî gelek zirar daye kelehê, Di hin diwarên sûrê de rê li ber ruxandinê vekiriye. Her wiha nayê zanîn ka xwediyê wê kargeha kana keviran çi berhemên dîrokî ji vir derxistine û birine. Wekî gele me dibêje; "Malê elayê, li ber xelayê!"

Keleh li ser rêya ji Betlîs û Wanê tê, di navbera çiyayê Nemrût û kelehê re derbas dibe û berê xwe dide bajarê Xaldî (bakurê Xelatê). Li ser girê di navbera rê û deryaçeya Wanê de, li cihekî zinarîn ê ji hawîrdora xwe bi qasê 20 – 30 metre bilind, hatiye lêkirin. Her wiha mirov dikane ji ser kelehê hemû newal, zuxr, rê û dirbên berpalên çiyayên başûrê Deryaçeya Wanê, hemû peravên rojhilat û girên li pişt peravên Rojhilatê deryayê bibîne. Li aliyê rojava jî tevahiya zuxrê ji deşta Rehwa tê û li bakur hetanî girên Xelatê bibîne. Lema keleheke pirr stratejîk e.

Cara yekem arkologê Ingilîz Charles Allen Burney di sala 1956'an de lêkolîneke rû li ser kelehê pêk tîne û di xebata xwe de cih dide girîngiya vê kelehê jî. Piştî çil salan jî arkologên Tirk û Zanîngeha Wanê di sala 1997'an de li ser vê kelehê dest bi lêkolînan dikin. Hin arkologên welatên din wekî Elman jî lê dinêrin. Dîrokzan di wê baweriyê de ne, ew bajarê "Uaiays" ê ku Sargon II. behsa wê dike, ev kevnebajarê li dor Keleha Tetwanê ye. Ji ber vê sedemê lêkolîneke arkeolojîk a bingehîn dikane gelek pirsên wê serdemê zelal bike, lê dagirker giringiyê pê nadin.

Mixabin ku keviren sûrên wê tev de ji bo avahiyan birine, mirov di gelek avahiyan de dibîne. Tew mirov nizane ku li vir di dema xwe de keleheke gelek girîng a ku ev hemî rê û dirbên stratejîk girtibû bin çavdêriye xwe, hebûye. Ev jî êşek e. Niha tenê li çend cihan hîmên sûrên kelehê mane. Ji wan jî tê zanîn ku ev keleh weke keleheke parastinê hatiye bikaranîn. Ji ber parçeyên ferfûr û kûzên li vir hatine dîtin, dibe ku ev keleh di serdema hesin a navîn de hatibe lêkirin.

Li başûrê gir, cihê li derya Wanê dinêre, gelek gor û mehzenên di zinar de hatine kolan, hene. Ev gor, anagorê pergaleke taybet hatine kolan. Li pêş odeya gor tê de, çalên jê re "dromost" tê gotin hene. Mirov ji wir derbasê salonê dibe, ji salonê jî mirov dikane derbasê jûra bingehîn û jûrên li kêleka jûra bingehîn bibe. Xuya ye ku berê wekî mehzen hatine bikaranîn. Hê dû re guhestine goran. Ev awa jurên şikeftî li rojhilatê gir jî hebûne, lê kana keviran tev de ruxandine, mirov ji parçeyên keviran yên wekî moloz li wir mane bi hêsanî di vê rastiyê digihîje. Di odeya bingehîn ya gorê de gelek neqş û xêzên bi hunerî hatine xêzkirin hene. Lê odeyên din bi traştineke ne hostayî hatine kolan û ji bo tiştên mirî hatine bikaranîn.

Arkeolog berahiyên wan dromostan ango çalan wiha didin; 1.20 x 0.85 x 1.00 metreyî ne. Mirov di deriyekî bi berahiya 0.80 x 0.70 re dikeve jûra wek salon hatiye bikaranîn. Salona pêşiyê 4.00 x 3.20 x 2.55 metre ye. Ji ber ku bi tevahî dişibin gorên baxir yên Tûşpayê, lema mirov bi hêsanî dikane bibêje ku ev gor jî bi destê Xaldî /Ûrartuyan hatine kolan. Mixabin ku ta niha agahiyên li ser berhemên li vir hatine dîtin, her wiha lêkolînên li ser naveroka goran, yan jî tiştên ji wan goran hatine derxistin, ti gotineke balkêş jî nehatiye nivîsandin.

Berhemên dîrokî hemû kelepora herî bi nirx û îsbata hebûna bav û kalên me ne. Ji wê, ji bo me, dîroka me û siberoja me pirr girîng in. Bi hêviya tevahiya Girê Kelehê weke cihekî sît ê dîrokî ku divê were parastin, bi fermî were ragihandin. Dewlet vê nake, divê gelê Tetwanê înîsiyatîfeke bajariyên Tetwanê damezirîne û vî cihê taybet û dîrokî biparêze. Her wiha divê ji bo lêkolînên arkeolojîk ên bingehîn jî hewldanên cidî hebin. Ev înîsiyatîf dikane ji bo vê zend û bendan vemale. Bi vê mabestê hetanî keleheke din bimînin di nava xweşiyê de.