- Ev keleha Şahmîran bi fermî di nava axa Kopê de ye, lê gimgimî wê wek keleheke axa Gimgimê dizanin. Keyayê Alîkulekan jî lê xwedî dernakeve. Mixabin ku li her derê resmiyeta Tirkan serdest e. Girê keleh li ser e, her çendî di siya Qolî Baba de jî dimîne, bakur ne tê de ji her derê ve tê dîtin.
Em di vê rêzenivîsê de ne tenê kelehên bav û kalên me avakirine dinasin, her wiha bi kelehan re em xweşî û dewlemendiya erdnigariya welatê xwe jî dinasin. Niştimanperweri berê hertiştî bi nasîna erdnîgarî, bi giştî welatê xwe nasîn û hezkirinê dest pê dike. Ma bê nasîn, evîn û hezkirin axa pîroz niştimanperwerî dibe? Ev keleh li ser girekî volkanîkê li berpalê çiyayê Qolî Baba ye. Qolî Baba jî Volkanekî vemirîye. Girê Keleh li ser e jî, di wê demê de wek volkanekî piçûk pêk hatiye. Ango maxma di qelîştekên ber volkanê mezin re avêtiye û girê piçûk pêkaniye. Keleha Şahmîran bi qasê kilomêtrekê li Bakurrojhilatê gundê Zoro ya ku girêdayîyê Gimgimê ye. Li başûrrojavayê gundê Alîkulekana (Meşeici) /Kopê ye. Ev keleha Şahmîran bi fermî di nava axa Kopê de ye, lê gimgimî wê wek keleheke axa Gimgimê dizanin. Keyayê Alîkulekan jî lê xwedî dernakeve. Mixabin ku li her derê resmiyeta Tirkan serdest e. Girê keleh li ser e, her çendî di siya Qolî Baba de jî dimîne, bakur ne tê de ji her derê ve tê dîtin.
Çiyayê Qolî Baba çiyayekî bi nav û deng e, û hima li Rojhilatê gola Xamirpêtê ye. Dema mirov mijara zozanên Xamirpêtê vedike, berê her tiştî Qolî Baba tê bîra mirovan. Ew jî bi qasî 3000 m bilind e. Carna havînan jî li ser berf dimîne. Li ser Qolî Baba du ziyaret hene, yek ya Qolî Baba, yek jî ya Xizir (Hazir) Baba ye. Di nava gel de sitranên li ser Qolî Baba bê hêjmar in. Her wiha dengbêjên heremê jî, Mînak kesayetiyên wek Marûf Li ser Qolî Baba strane. Mînakek ji wan stranan: “Qolî Baba, Hazir Baba / Çi şehîdê herdu nava / Xwezil bi wê demê / Tu bibî bûk ez bibim zava...“
Keleha Şahmîran bi qasê 2 km li bakurê çemê Arsînê (Muradê) ye. Ji ber Bendava Alparslan I. Ava gola bendavê niha tene 400-500 metro dûrî kelehê ye. Ciheke seyrangeh û betlaneyê ye. Li vir her tiştê balkêş û nadîde hene. Dîrok, ajne, çîya, zozan, germ pincarên biharê û ava sar. Mirov dikane derkeve dîharê Qolî Baba û her derê bibîne, rengê çiyan, deşt û zozanan.
Keleha Şahmîranê di nava topu kadastroya Tirkan de li ser girê bi hêjmara 1726ʼan û di navbera koordînatên 39 05`23 bakur 41 52`19 Rojhilat de hatiye lêkirin. Girê kelehê 124 m ji derdora xwe bilintir e, lê li hember Qolî Baba weke kevirekî li berpal e. Girê keleh li ser e, weke kovikê gelek tîk bilind bûye. Ji ber ku lêkolîneke arkolojîk a bingehîn li ser û dor kelehê pêk nehatiyê, nayê zanîn ka dergehê bingehîn ji kîjan alî ve dikeve kelehê. Giraniya dîtînên arkologan li ser aliyê Rojhilat e. Surên wê bi piranî li pê ne. Sûr ji başûr ber bi Rojhilat ovali ye, lê dema berê xwe dide bakur bi çiveke 90 pîleyî diçerixe, ev jî bi avahiya gir ve girêdayî ye. Bi navbereke bi pîvan bi Sûran ve girêdayî birc jî hatine lêkirin. Li bakurrojhilatê kelehê hîmên du avahiyên çarnîşkê ku di ber kelehê de hatine lêkirin jî hene. Li bakurê kelehê avahiyên ku dû re di Serdema Navîn de bi xerca kîlsê hatî lêkirin hene.
Di dîwarên Sûrê û avahiyên nava sûrê de zinarên pir mezin, ên bi teraştineke nîvco hatine bikaranîn valahiyên di navbera van zinarên mezin de jî bi kevirên kesekî dikane rake, hatiye lêkirin. Ev awa bikaranîn di gelek kelehên Ûrartuyan ya Serdema Hesin ya destpêkê û navîn de hene. Her wiha ew girikên bi qasê zebeşekî mezin ya di zinaran de jî di kelehên Ûrartuyan yên din de tên dîtin. Lê ji ber awayê bi dilzîzî lêkirina dîwaran mirov dikane bibêje ev keleh di Serdema Hesin ya navîn de hatiye lêkirin. Ferfûr, cêr, kûz û alavên din yên di vê kelehê de hatine dîtin jî, wek alavên di kelehên Urartuyên din de hatine dîtinê ne.
Gêncînegeran li vir jî hewldane ku hin cihan birûxînin, lê zêde bi ser neketin e. Ji ber ku derî nayê zanîn. Di nava gel de tê gotin ku çend deriyên wê yên dizî hene, mirov tenê dikane bi rêya tunêlê têkeve hindir. Her çendî di zinarên bakur û Rojhilatê kelehê de hin nîşaneyên şikeftên ku dişibin tunêlan hebin û li gor agahiyê gundiyan Rovî di wir de wenda dibin û li ser kelehê xuya dikin jî, ji ber ku lêkolîneke arkolojîk a bingehîn li ser kelehê pêknehatiye, mirov nikane van agahiyan rasterast wek rastî bipejirîne
Agahiyên li ser keleha Şahmîranê ya di destê me de ev in. Ez hinek li ser nav jî rawestiyam, min xwest bizanim ka têkiliya peyva Şahmîran û peyva Şahmaran bi hev re heye, yan na, lê mixabin ku ez negihîştim encemekê. Spekulasyonên li ser vê peyvê gelek in. Bes naxwazim têkevim nava wan. Bi hêviya em di keleheke din de hev bibînin, bimînin di nava xweşiyê de. Ha vê ji bîr nekin, dema lingên we li vê herêmê ket, bê xwarina masiyên gola Xamirpêtê venegerin.