• Gundê Qizilqa bi qasê 7 km li başûrê bajarê Patnosê ye. Gundekî mezin e. Di qeydên 1925'an de navê wê "Qizilkaya" ye, niha navê wê kirine "Yalçinkaya". 

Gundê Qizilqa bi qasê 7 km li başûrê bajarê Patnosê ye. Gundekî mezin e. Di qeydên 1925'an de navê wê "Qizilkaya" ye, niha navê wê kirine "Yalçinkaya". Gundî jê re "Qizilqa" dibêjin. Gund li ser rêya Patnos – Arcigehê (Adilcewaz) ye. Gund ji berê ve gundekî Kurdan e û şêniyên wê nêzîka 2000 kesî ye. Anegorî gundiyan ev nav ji zinarên di rengê bordoyê de tê.

Etîmologên Tirkan jî ev gotin kirine tûrê Kaşgarli Mahmud û eskî Turkçe. Peyva "Qizil" di Kurdî de gelek tê bikaranîn, bê guman pedivî bi lêkolînên etîmolojîk heye, lê mijara me ne ev e, ez ê li ser kelehên Qizilqayê rawestim. Li dora gundê Qizilqayê du keleh hene. Yek keleheke piçûk, yek jî ya navçe ye. Em berê li ser keleha navçe rawestin. 

Keleha Qiziqa I.

Ev keleh li ser zinarên wek sûran ava bûye. Ev bi qasê 2 kilometreyan li rojhilatê gunde Qizilqayê ye. Li ser bilindahiyeke 1730 metreyî ye. Girê zinarîn ê keleh li ser hatiye lêkirin ji hawîrdora xwe bi qasê 65 metreyan bilintir e. Her çendî pirraniya dîwarên sûra kelehê rûxiyaye jî, ji ber zinarên di gir de ji dûr ve wek keleheke li pê xuya dike. Ev keleh bi qasê 28 kilometre li bakurê Kelehên Dizgînê ye û li cihekî gelek stratejîk hatiye lêkirin. Mirov ji dîharê kelehê dikane her sê kelehên Dizgînê  û rêya dîrokî ya Urartuyan bibîne.

Keleh anegori pehnava li diharê gir li ser dirêjahiya rojhilat û rojava hatiye lêkirin. Dirêjahîya wê 86 metre û berahiya wê jî li ser bereya bakur û başûr 56 metre ye. Dîwarên sûrê yên hê li pê ne bi berahiya 2,80 / 2,90 metreyî hatiye lêkirin. Zinarên bin kelehê yên bakur gelek tîk û asê ne, ji dûr ve wek sûreke lêkirî xuya dikin. Gelek kevirên dîwarên sûrê hetanî newala li jêrê girê kelehê gilor bûne. Di dîwarên sûrê de kevirên bi mezinahiya "100 x 90 cm, 90 x 70 cm û 130 x 75 cm" yî hene. Hin zinarên ji van keviran mezintir jî cih bi cih di sûrê de hene. Rûyê keviran yên hatine aliyê der baş hatine teraştin.

Deriyê kelehê di nava sûra rojhilat de vedibe. Derî 5,50 metre fireh û 4,60 metre jî bilind e. Dema mirov ji derî ve dikeve hundirê kelehê berê tê rasteke fireh, a weke cihê bazarekê xuya dike. Di nava kelehê de nîşaneyên gelek avahiyan hene, lê ji ber ku lêkolînên arkeolojîk tenê bi pîvanên rû ve maye, baş nayên zanîn, her wiha hebûn û nebûna mehzen û embarên di kelehê de jî ne xuyan e. Dibe ku di zinar de mehzen û embar hebin, lewre li Bakur û bakurêrojava zevî û ziyanên gelek berfireh hene. Her wiha tunêla veşartî jî nayê zanîn. Bes li hin cihan sarincên bi kevir û axê tijîbûyî, hene. Di kelehê de parçeyên ferfûr û kûzên ji serdema tûncê û destpêka serdema hesin hatine dîtîn. Li gel wê hin ferfûrên serdema navîn jî hatiye dîtin, ev jî nîşaneya wê yekê ye ku ev keleh piştî Xaldî/ Urartuyan jî hatiye bikaranîn. 
Arkeologên hatine li kelehê nêrîne, radigîhînin ku gencînegeran herî zêde ev der tevlîhev kirine, vê jî lêkolînên arkeolojîk dijwartir kiriye. Li rojhilatê kelehê nekropoleke mezin heye. Anegorî agahiyên berdest di van salên dawiyê de rayedarên dewletê destûr dane mutahîdên ku rêya çêdike. Mutahîdan jî bi makîneyên kar pirraniya nekropolê ser û bin kirine, tiştên heyî girtine û birine.

Keleha Qizilqa  II.
Ev keleh bi qasê 4 km li başûrê Patnosê, 3 km li bakurê gundê Qizilqa li ser zinarên 35 metre ji zemîna dor xwe bilintir, hatiye lêkirin. Bilindahiya wê ya ji deryayê li dor 1670 metreyî ye. Li ser pehnava girê zinarîn 66 metre bi berê bakur û başûr dirêj dibe. Ji rojhilat ber bi rojava bi qasê 26 metreyan fireh e. Li vir bi berahiya 45 X 50 cm'yî çar sîndîrên tê de genim hatine hêrandin, hene. Li bakurê kelehê zevî û ziyan hetanî Patnosê dirêj dibin. Di zinarê bin kelehê de bi bilindahî û berahiya 40 cm û dirêjahiya metreyekê heft derence hene. 
Mixabin gencîneger pêşkalê vê keleha zinarîn jî bûne. Ji ber parçeyên ferfur, fera û kûzên ku li vir derketine, arkeolog bawer dikin ku ev keleh di serdema dawiya kalkolîk û destpêka serdema tûncê de hatiye lêkirin. Bes, berhemên serdema hesin a navîn jî li vir hatine dîtin. Agahiyên di destê min de ev in. Hetanî keleheke din bimînin di nava xweşiyê de.