Keleha Qamişloya jor /Patnos

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 16 Kanûn 2021 - 22:06

  • Navê gund ji zû ve Qamişlo ye. Qamişlo 14 km. li başûrê bajarê Patnosê û li rojavayê rêya dîrokî û ya nû ye, ya ku Adîlcewaz û Ercîşê bi Patnosê ve girê dide.

Navê gund ji zû ve Qamişlo ye. Qamişlo 14 km. li başûrê bajarê Patnosê û li rojavayê rêya dîrokî û ya nû ye, ya ku Adîlcewaz û Ercîşê bi Patnosê ve girê dide. Ev peyva "qamîş" di Kurdî de tê bikaranîn û di hin zimanên koma Tîrkî de jî heye. Hin etîmolog bawer dikin ku ev peyv ji peyva grêkî "kalami /kalmîş /qarmiş" yan jî ji ya zimanê Lîdî "kaelmîş" tê. Yên têkiliya peyva Elmanî "Kamm", grêkî "gomphos", peyva Sankrîstî "Jambahata" û vê peyvê bi hev ve grêdidin jî hene. Di Kurdî de peyva "Qam" (bejn) her wiha peyvên "qamşût, qamşirt" jî hene, ji ber ku ev zil ji qamekî dirêjtir e, têkiliya van peyvan jî hêjayê lêkolînê ye. Lê bila ev tenê weke agahiyekê bimîne, em vegerin ser mijara xwe. Qamişloya Jor û Jêr ji berê ve gundên Kurdan in. Hê jî Kurd li wan dijîn, di dewetên xwe de stranên bi Kurdî dibêjin.

Keleha Qamişloya jor

Keleha dîrokî bi qasê 500- 600 metreyan li rojavayê gundê Qamişloya jêr, li ser girekî ji deryayê 1698 metre bilintir e. Girê bin kelehê li ser zinarên kewke rûniştiye û ji derudora xwe 50 metre bilintir e. Mirov dikane ji dîharê kelehê hem hawîrdorê hemûyî hetanî bajarê Patnosê û deşta Qamişloya jor, Qamişloya jêr û hem jî rêya dîrokî ya ji serdema Xaldiyan bibîne. Ev rewşa kelehê jî û giringîya lêkirina kelehê jî li ber çavan radixîne.

Keleh li ser rasteya dîharê gir hatiye lêkirin, bi dirêjahiya li ser bereya rojhilat -rojava 132 metre û berahîya wê jî li ser bakur – başûr 36 metre ye. Aliyê bakur yê girê keleh li ser e, gelek asê ye, aliyê başûr jî bi bilindahiyeke ji sedî 10 bilind dibe. Gundiya depoya ava gund jî li ser gir û li kêleka kelehê avakirine. Ev ji aliyekî ve ji bo kelehê bûye parastin ji aliyê din ve, di dema avakirinê de hin zirar jî daye kelehê. Li çaravêlê kelehê hê jî gelek dîwarên sûra kelehê li pê ne. Kevirên di dîwarên sûrên kelehê de hatine bikaranîn bi van mezinahiyan e: "90 x 50, 150 x 70, 70 x 45" cm. Mixabin gêncînegeran ev keleh jî kolane û gelek zirar dane hîmên avahiyên nava kelehê. Parçeyên ferfûr, cêr, fera û folên li vir derketine, nîşanên serdeme Tûnc a dawiyê û destpêka serdema Hesin in. Her wiha alavên dû re jî derketine. Yanê xuya ye, piştî Miladê jî hatiye bikaranîn.

Nekropola Kelehê

Nekropol bi qasî 300 metreyî li rojavayê kelehê li berpalekî kevirîn e. Bilindahiya wê ya ji deryayê jî li dora 1663 metreyî ye. Ji kelehê hetanê cihê goristana kevn (Nekropolê) dîwarên sûrê hene. Yanî di wê serdemê de dikanîbûn di nava sûrê re hetanê nekropolê biçin. Ev jî tê wê wateyê, ev nekropol yanê goristan, goristaneke gelek girîng e, dibe ku rayedarên sereke jî li vir hatibin veşartin. Nekropol cihekî ne piçûk e, ji wê, arkeolog bawer dikin ku dibe li nêzê vir kavilên kevnebajarê wê serdemê hebin. Mixabin gêncînegerên bêbav gelek gor vedane û rûxandine. 

Mixabin, li kelehê, di nava Nekropolê, û li hawîrdorê lêkolînên arkeolojîk ên ku pedivî bi wan heye, pêk nehatine. Ji wê jî em ne dizanin çi avahî di nava kelehê de hene, ne jî form û teşeyên gorên di nava nekropolê de nas dikin. Min di nivîsa din de gotibû, herêma Patnosê ji bo rastiyên Xaldî /Urartuyan derxistinê, devereke herî girîng e. Lê mixabin ku wisa maye. Bes mirov niha dikane vê bêje. Rapora ku Gerînendeyê, çandinî û sewalwanîyê bi tevê Korî parastina çandî ya herêma Wanê amadekiribû û pêşkêşî saziya berpirsiyar a parêzgeha Agiriyê kirinibû, anegorî qanûna çand û xwezaparastinê ya bi hêjmara 2863, li ser bingehê benda 7´an a vê qanûnê bi parsela xwe ye bi hêjmara 36 di pileya yekem a parastina arkeolojîk de ye. Ev dikane hetanî radeyekê vê herema dîrokî biparêze.

Gotineke gel heye, dibêjin, "hetanî dilê biyaniyan bi mirovan bişewite, agir bi mal û canê mirovan dikeve!" Mijara me, gelê me, xwezaya me, dîroka me û çanda me jî ev e. Heta gelek caran hin agahiyên rast bi dest xistin jî dijwar e. Mirovên me gelek caran newêrin agahiyên rast bidin. Agahiyên di destê min de ev in. Bi hêviya em bikanin rojeke bê, bibin xwediyê van rastiyên welatê xwe, hetanî keleheke din a ji dîroka me ye kevnar, bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.